28 Nisan 2017 Cuma

Fato û Eyşo





 Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tûnebû Fato û Eyşoyek hebû.  Diya Fato mirîbû, ew jî li cem bav û damarya xwe dima. Qîzek damarya wê Eyşo hebû. Çêlekek ku ji diya wê mabû hebû. Dûre ji bo penîr diçin cihê çêlekê û Fato li wir dimîne. Lê ji ber ku çêlek dikare, Fato wî berdide. Êvarê qîza damarya wê tê cem Fato lê Fato hîn penîr xilas nekiribû. Damarya wê dibê; çi elamet hebe, çi elamet hebe di destê wî çêlekê de ye. Damarya wê xwe li nexweşînê datîne. Dûre ji mêrê xwe re dibê; welle tu wî çêlekê şerjê nekî, ezê bimirim. Fatoya guneh jî diçe ber serê çêleka diya xwe digirî û divê; ew ê te şerjê bikin, çêlek dibêje; bira min şerjê kin, goştê min hemiya re tel e, ji te re şirîn e. Hestiyê min jî hebek nevê, hemûyan têxe çelê, ew ê hemû bibe zêr û zîv, hema çi ji Xwedê bixwazî ew ê bide te. Dûre çêleka diya wê şerjê kirin. Goştê wî jî tenê ji Fato re şirîn bû, yên din re tel bû. Hemû goştê çêlekê Fato xwar e. Rojek dewetek hebû û damarya wê kûpek danî ber serê Fato û got; heta em ji dewetê hatin tu yê viya tije bikî hêsir. Dûre ew diçin û Fato dibîne tena serê xwe. Fato ji halê xwe re digirî û jinek xêrxwaz Fato di wê halê de dibîne û lê dipirse. Fato jî hal û mesela damarya xwe jêre dibêje. Jinik dibê tu dînî, çima tu yê tije bikî hêsir. Piçek xwêya xwe û kûpa xwe tije bike av, lehevxe bêje ev hêsir e. Dûre jinik dibê; potê xwe li xwe ke, em ê herin dewetê. Fato bi lez û bez çû cihê hestiya vedike û potê xwast li xwe kir û xwe xemiland. Dûre da pey jinikê çûn dewetê. Di dewetê de qasê bedewbûna Fato kesek din tûne bû, lê damarya wê di dewetê de wê dibîne û qîza xwe re dibê; ev Fato nîn e, min jêre gotibû, kûpê tijeke hêsir heta têm. Dûre damarya wê heta çû malê Fato çibûjî. Fato potê xwe deranî û rûnişt. Wexta damarya wê hat û got; êra Fato ez diçim dewetê tu li dewetêyî, ez têm vir tu li vir î. Fato dibê; qê yê bîna min tune ye…
Dema Fato li dewetê bû, dilê kurê Fakê ketibûyê. Dûre kurê Fakê, Fato ji xwe re dixwaze. Damarya wê qet xweş nebû ji vê halê re û girt Fato xist tendûrê û qîza xwe jî xist pişt perdê. Wexta ku kurê Fakê tê, Fato dibe dîk û dibê;

Qî qîrî qî… Fatma xanim li tendûrê, hêlik û pilik pişt perdê.

Çend caran Fatoya ku bûye dîk wiha dibêje û yek ji wan dibê; ka tendûrê binêrin, tiştek têda heye ku wisa qî qîrî qî… dike. Hindirê tendûrê dinêrin wa Fato di tendûrê de şeql û şemala xwe ya rind daye hindirê tendûrê. Fato ji tendûrê deranîn deweta wê kirin û Fato çû mala kurikê.
Çûyîna wê re demsal çû, zeman çû, damarya wê rojek ji Eyşo re dibê em herin xêrdîtina Fato. Çûn mala Fakê li wir Fato baş li wan dinêrî. Rojek ji Fato re dibêjin; em herin derê behrê ezê serê te û potê te bişom. Eyşo û Fato digire diçin derê behrê. Li wir wexta serê Fato dişon, qetek dirik pişta siyê Fato re dikin. Fato dibe kevok diçe serê darê. Damarya wê qîza xwe dixe cihê Fato û diçin malê. Kurik dibê Fato kanê damarya wê dibê Fato ev e, hingê ber golê gazî madaka kir û digot; koj koj koj… dev û lêvên wê werimîn û tavê li ber golê lê xistiye reş kiriye. Kurik jî dikeve şikê.
Dûre cotkarê wan dibê; ez çi qas diçim ber eşqa û cotkariyê kevokek wiha dibêje;

Qî qîlî qî qilocik.
Divê; Cotkaro!
Divê; haaaa!
Divê; kurê Fakê li mal e.
Divê; eeee.
Divê ereba reş a lêvdeqandî li bal e,
Divê; eeee.
Divê; halê Hesen û Huseynê min çane. 

Kevok wexta ev cotkarê dibîne hema wisa dibê. Cotkar jî diçe kurê Fakê re dibê. Kurê Fakê dibê, dîsa here cotê wexta dîsa got, bê deng nayê min hinek ber jêr were û wexta hat kevirek lêxe. Cotkar wexta diçe cotê, kevok dîsa dibêje;

Qî qîlî qî qilocik.
Divê; Cotkaro!
Divê; haaaa!
Divê; kurê Fakê li mal e.
Divê; eeee.
Divê ereba reş a lêvdeqandî li bal e.
Divê; eeee.
Divê; halê Hesen û Huseynê min çane.

Cotkar dibê deng nay hinek jêr da were û wexta nêzve tê kevirê davê lê dixe û destê xwe davêje çîmika siyê kevokê. Dîbîne ku tiştek di siyê kevokê de heye û wexta dirikê derdixe, dibîne ku Fato ya berê. Dûre Fato hal û meselê jêre dibê û dûre Fato dide pey xwe diçin malê. Fato li malê jî hemû tiştan ji wan re dibêje. Damarya wê û Eyşo jî li wir diçin.

“Ew çûn û Xwedê miradê wan rûyê dinyayê bike, ê me jî îman û quranê bike. Çîroka min çû diyara rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.” 

1 yorum: