5 Temmuz 2016 Salı

BANG BANG


Ez pênc salî bûm ew jî şeş
Em li hespên ji daran hatibû çêkirin siwar dibûn
Ewî reş li xwe dikir min jî sipî
Di lîstikê de her dem ew bi ser diket
Bang bang
Ew li min xist, bang bang
Ez li erdê ketim, bang bang
Ew dengê nexweş, bang bang
Hezkiriya min li min xist.

Demsal tên û diçin, dem duguhere
Dema ku ez mezin bûm, min hest dikir ku “ew ê min e”
 Ew herdem dikeniya û digot
“Tê bîra te em dileystin?”
Bang bang
Ew li min xist, bang bang
Ez li erdê ketim, bang bang
Ew dengê nexweş, bang bang
Hezkiriya min li min xist…

Muzîk lêdixist û mirovan jî stran digotin
Ji bo min hew zengila dêrê deng derdixist
Niha ew çû, nizanim bo çi
Ji wî rojê vir de hin caran ez digirîm
Negot bi xatirê te jî
Di ser de bo derewek jî dema xwe veneqetand û nesekinî
Bang bang
Ew li min xist, bang bang
Ez li erdê ketim, bang bang
Ew dengê nexweş, bang bang
Hezkiriya min li min xist

BANG BANG
I was five and he was six
We rode on horses made of sticks
He wore black and I wore white
He would always win the fight
Bang bang
He shot me down, bang bang
I hit the ground, bang bang
That awful sound, bang bang
My baby shot me down.
Seasons came and changed the time
When I grew up, I called him mine
He would always laugh and say
"Remember when we used to play?"
Bang bang
I shot you down, bang bang
You hit the ground, bang bang
That awful sound, bang bang
I used to shoot you down.
Music played, and people sang
Just for me, the church bells rang.
Now he's gone, I don't know why
And till this day, sometimes I cry
He didn't even say goodbye
He didn't take the time to lie.
Bang bang
He shot me down, bang bang
I hit the ground, bang bang
That awful sound, bang bang
My baby shot me down.

4 Temmuz 2016 Pazartesi

ROLA DENGBÊJAN Dİ NAVA JİYANÊ DE


Dengbêjî dengê bîra hevpar ya civaka kurd e. Dengbêj ku bargirê çanda devkî ne, bîra netewa xwe radigihînin nifşên nû. Bi saya dengbêjan deverên din ê welat digihê agahî û qewimînên heremên din û bi vî awayê bîrek hevpar ya netewî ava dibe.Dengbêj di demên berê de huner û merîfetên xwe li dîwan û odeyên gundan nîşan didan. Hin caran jî li dîwanên mîr û hekîmên welêt stranên xwe digotin.Di roja me ya îroyîn de dengbêjî zêdetir di bin banê şaredariyan de, di malên dengbêjan de (wek; diyarbekir, wan, batman û hwd.) tên jiyandin. 
Li hin deverên din navên cihê li dengbêjan hatî kirin, wek; çîrokbêj, mitirb, mitrib, mirtib an jî gewende. Li hin deveran jî dengbêj gund bi gund digeriyan û hunera xwe pêşkeşê wan dikirin. Gundî jî hin diyarên didan dengbêjan.Dengbêj di dema xwe de navgînên ragihandinê bûn. Di serdema dengbêj bi bandor bûn, qewimînên mîna, egîdî, mêrxasî, evîn, şer, îxanet ji devên wan digiha hemû deverên ku kurd lê dijiyan. Bi awayek zelal meriv dikare bibêje ku dengbêj nevgînên pêwendiyê bûn.Bi gelemperî li deverên serhedê –ku wek warê dengbêjan tê zanîn- amûrên mûzîkê wek; saz, tembûr, def û hwd. nehatine bikaranîn. Lê li hin deveran van amûran jî bi stranên dengbêjiyê re hatine bikaranîn. 

Wek hemû qadên jiyanê dengbêjî jî guherî. Çanda dengbêjî her ku çû kêm bû. Şekl û şemalên dengbêjiyê guherî; tarzên mûzîkê yê nû tevlî wan bûn.Sedemek din jî ew e ku piştî amûrên dengqeydkirinê, kaset, CD û televîzyon milet hewcedarî nabîne ku rasterast ji devê dengbêjan stranên wan guhdar bike!Dengbêj ku ji nav dilê gelê kurd derketin û hest û ramanên  miletê xwe bi awayek hûnerî gihandin roja me.Di jiyandina çand, urf û edetê kurdan de em deyndarên wan in.