22 Kasım 2017 Çarşamba

Lolîta


Hewaya germ meriv gelek dibetilîne û îroj jî ji wan rojan bû. Xwêdanek tirş li ser laşê min peyda dibe û ji bo xwe biparêzim di cihên talde de bi lez dimeşim ber bi trênê ve. Bi laşên xwêdan dikevim rawestgeha trênê. Hênkahiya derva hemû li vir kom bibû û min bêhnek dirêj kişand nav hinavên xwe. Ooox hewaya vir wek ya payîzê ye.

Di demek kurt de trên hat û ji bo cihek sikûn bibînim çendek meşiyam û xwe di nav merivên cûrbicûr de wek ku kesekî bêkes mabim hîskir. Carcaran trênên bajêrên mezin ji min re wek ku li gund benda dolmîşa malmîrat bim dixwiyê. Qelebalixiya wan hertim meriv tîne avisê. Qet jê hez nekir heta niha û jê hez nekim jî. Hişê min li ser dolmîşa gund mabû û dema ku trên hat hay ji xwe nebûm, heta ku garana merivan xwe ji cihê xwe leqandin. Dûre bi hêza xwe ya herî bilind ve derbasê hindir bûm. Ji ber ku gelek qelebalix bû, bi neçarî li piyan mam û min jî qartên îngilîzî ji ber ku teze dest bi xebata wê kiribû ji bêrîka xwe derxist. Çend peyvên nû dil kir ku jiber bikim, lê mixabin nebû û ji ber ku aciz bûm hinek devdorê xwe meyizand. Pêşiya min kalek heştê salî hebû û kêleka wî jî keçikek hebû lê ew jî hema li derûdorê xwe dinêrî û di çavên wê de aciziyek ku ji merivan bike hebû, lê wexta ku li Erebên zik mezin dinêrî ew acizî  çavên wê sor dikir. Dûre min bala xwe li ser wê da aliyek din. Û ji nişke ve keçikek nas hat ket ber çavên min.

 Gelek şaş mam, ev kesê ku ez di înstagramê de dişopînim nîn e? Xwe bi xwe ketim nav fikrên bê bersiv. Gulpîniya dilê min zêde dibû û ez bi matmayî lê dinêrim. Navê wê yê înstagramê jî Belarusya bû û nizanim bi çi zimanê pêra biaxivim. Ketim nav fikaran. Di rawestgehek din de kêm kes di hûndir de man. Dûre paldank a kêleka wê jî vala bû. Hîn kes lê xweyî derneketibû, ez wek bayê bezê li kêlaka wê danişt im. Gelo  dibe ku min nas bike lê mimkun nebû ku min nasbikira. Çend hezar şopînerê wê hebûn, îja min ku da nasbike? Hêdî hêdî ber bi rawestgeha din ve çûn û dema ku trên sikinî ew dem Belarusya rabû serxwe û rawestgeha Taksîmê peya bû. Ez jî pey wê çûm, ji bo pêra biaxivim. Pêşiya min bû û gelek bilez gavên xwe davêt. Û wek eynat min jî cihê gavek du gavan davêt. Lê dîsa jî bi zorî xwe digihand. Êdî taqetek di min de nema û bi hêza xwe ya dawî ve wê da sekinandin. Çavên wê qehweyî bi metilî li min dinêrî û bi nêrîna wê ve wek tawanbarên da’eşiyan hîs kir.

Piştê bêdengiyek min slav da û bi çavên şaşmayî li min nêrî. Ji bo nêrînên wê bive êrînî  serboriya mijarê jê re vegot, ew jî kêfxweş bû an jî min wisa hîs kir, dûre navê xwe yê rastî ji min ra got. Ez û Russia hêdî hêdî nêzî deriyê derve bûn. Hinek kelecanî di rûyê me de hebû, lê çi qas baş hev nasnekin jî hevpeyvîna me qut nedibû. Lê dîsajî me zimanek hevpar nizanibû û bi îngîlîziyek zeyif ve me peypeyvîna xwe didomand. Ji welatê Rûsyayê bû. Porên wê li gor îstegramê dirêjtir û gelek zeyif bû wek modelên wan. Temenê wê jî şanzdeh salî bû, lê gelek mezin nîşan dida. Pêşî baweriya xwe pê temenê wê nehanî lê dema ku kitêba V. Nabokov ya bi nave Lolîta hat hişê min hinek di serê min de rûnişt, ji ber ku bi rastî jî keçên wan temenê xwe mezintir nîşan didin. Dibe ku ev taybetî tenê di nîjada wan de heye û rastiyê qet diyar nakin. Em bi hev re di nav kolanên Taksîmê de meşiyan. Lê em ne di rêya tedîlat têda hebû de bûn, di kolanên pişt de me rê girt. Ez li gor wê di kolanan de dimeşim û nizanibûm dawiya dawî em herin ku derê. Ew jî hinek lezgînî meşiya û min got em rojê din dikarin hev bibînin. Sekinî li nav çavên min nêrî û lêborîna xwe xwest û got ez herim ba hevalî xwe. Ji bo wî hatime. Min jî tiştek negot û cihê xwe da mam lê wê dewam kir, demek fetilî li min nêrî, min jî destê xwe jê re ba kir û ew jî bû dawiya dîtina min û Lolîta.