21 Mayıs 2017 Pazar

Mirtiv







Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di gundek de malbatek ji sê kesan hebû. Di vî malê de jin, mêr û qîzek dijiya. Rojek dê û bavê qîzikê diçin ba felciyek, dibên ka di qedera qîza me de çi hatî nivîsîn. Felcî qedera qîzikê dinêre û dibêje; Di qedera qîza we de mirîkî xweyîkirin heye. Dê û bavê wê dikevin nav tirsê. Bavê wê çi qas felcî hebû, çû cem wan hemûyan lê hemû jî ji qedera wê re eynî tiştê gotin. Êdî nikaribûn ji qedera qîza xwe re tiştek bikirana û biryara xwe dan ku mala xwe ji vî gundê bar bikin. Di heman rojê de hemû tevdîra xwe dîtin û ketin rê. Geriyan, geriyan çend roj qet nesekinîn, dûre li ser çiyayek avahiyek dîtin. Li wir ji xeynî avahiyê qet kesekî tunebû. Çûn ber derê avahiyê. Bavê qîzikê li derî xist derî venebû, diya wê jî li derî xist derî venebû, qîzik li derî xist bi emrê Xwedê derî vebû, qîzik ket hundir û derî ji nişke ve hat girtin. Dê û babê qîzikê kirin nekirin derî venebû. Qîzik li hundir dê û bavê wê li derva man. Qîzik li hundir ji dê û bavê xwe re got; miriyek heye û li ber serê wî hespek heye, derdorê wî jî hêşînayî ye. Miriya felcî behs dikir jî ev e. Dê û bavê qîzikê têgihiştin ku ev qedera wê ye. Qîzik tu rêyek nedît ku derkeve û êdî dê û bavê wê jî neçar man ku vegerin mala xwe. Dûre qîzik her rojê Xwedê wan deran paqij dikir û qurana xwe dixwend. Demek dirêj têde ma û rojek dît ku koçek mirtiv di ber derî de derbas dibin. Qîzika mirtiv lava kir ku bigire cem xwe û qîzikê jî wê girt cem xwe. Qîzik kêfxweşbû ku yek li cem heye. Dûre rojek qîzik got; ez ê serê xwe bişûm tu li ber miriyê be. Dûre potê xwe jixwe deranî û ket serşokê. Qîzika mirtiv jî girt potê wê li xwe kir, dûre mirî ji nişke ve şiyar bû. Jê re got: ti çi kes î, tu kî yî? Qîzika mirtiv got ez ew kesê ku te xweyî dikim im. Dûre qîzik jî potê xwe nedîtibû û bi neçarî potê mirtivê li xwe kiribû. Hat dît ku qîzika mirtiv li cem mêrikê ye û wexta mêrik wê dît ji mirtiv re got ev kî ye? Got xizmetciyê me ye. Qîzik fehm kir ku mirtiv derewa kiriye û cardin ji qedera xwe re  giriya.

Rojek mêrik got: Ez ê herim bajêr çi ji we re pêwîst e ji min re bêjin ez ê bînim. Qîzika mirtiv viya bîne wiya bîne hema çi hate hişê wê jê xwest. Qîzik jî got: “Ji min re tenê “sebirdank û sebirçax” bîne.” Mêrik hespa xwe siwar bû û ber bi bajêr ve ket rê. Mêrik li bajêr tiştê qîzika mirtiv xwestibû kirî û ket rê di rê de jî tiştê qîzik xwestibû ji bîrve kiribû. Dîsa vegeriya bajêr û çû dikanê ji xweyî dikanê sebirdank û sebirçax xwest. Xweyî dikanê got: “Kî vî kevirê ji te xwestibe teqez derdê wî heye.” Mêrik jî ket şikê. Merik dîsa ket rê û hat mala xwe tiştê qîzika mirtiv da û sebirdank sebirçax jî da qîzika belengaz. Piştî qîzik çû oda xwe mêrik jî meraq kir û pey wê çû, xwe di cihek de veşart. Qîzik jî çi di serê wê de derbas bûye ji sebirdank sebirçax re got; bav û diya xwe, çûyîna cem felcî, hatina vir, qîzika mirtiv, derewa mirtiv… wexta meseleyê xilas kir û got: “Sebirdank, sebirçax ya sibir, ez sebir.” Sebirdank, sebirçax li ser gotina wê derizî û ji hev bela bû. Mêrik hemû rastiyê fem kir û girt jinika derewkar berda, qîzikê jî ji xwe re mer kir(zewicî) û gihîştin miradê xwe. 

Çîroka min çû diyara rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.