17 Ağustos 2017 Perşembe

DOLMÎŞ


                                                                            picasso/the weeping woman


   Hewcedarî dibînim ji vê xewa şîrîn şiyar bibim û ji nava nivînên xwe derkevim, lê mixabin vê hewa sar rehên xwe li min pêçaye û astengî li ber min derdixe. Berf xwe gîhandiye du metroyan û bagerek zehf sar di qulên derî de bi wîzînî tê, dikeve nav nivînan. Ji bilî serî hemû laşê min di nav lihêfê de ye, lê min lehîfê jî hetanî ser guhê xwe kişandiye jor. Hewaya germ a nav nivîna nahêle ku ez ji nav ciha derkevim. Ew bênamûsê meleyê gund jî digot ku li dinyaya wiyalî agir wisa pir e ku meriv ji germa dişewite, vî Xwedayê qet nikaribû qê di vê zivistana Serhedê de hinekî germa xwe bişanda vir û me bişewitandina! Jixwe halê wan her wiha ye, hebe tunebe ji bo dinyaya wiyalî gotinan dikin. Kesek ranabe nabêje di vê şeveqa zû de ku hê dîkan jî ji pûnikê serê xwe dernexistiye karê min çiye ez diçim dibistanê. Jixwe memoste jî wek melayan in ku hema meriv rojek neçe dibistanê wek hemû pêşeroja meriv “bişewite” nesîhetan li meriv dikin. Her gotinên wan di derbarê pêşerojê de ye; dojeh, pêşeroj, pere, sotin…

   Îroj roja destpêkirina dibistanê ye. Gere xwe zûzûka amade bikim. Dolmîşa diçe bajêr re wext piçek maye ku ez vê dolmîşê bimînim nikarim herim. Halê gundiyan her ev hal e; ku tu ji tiştek bimînî ji her tiştê dimînî. Ku tu çend rojan ji tov avêtinê bimînî, ji debara xwe ya salek dibî. Ger tu rojek dereng bangeranê li ser tewla xwe bigerînî, hetanî bihara dereng ji nav kêranên te ava berfê dilop dike. Jixwe wê bêbavê şofêr jî qet li benda kesî namîne, hema wek ku ji devê gur tiştekî birevîne pêlê qazê dike û berê dormîşa xwe dide bajêr. Li gorî digotin hezkiriyek wî li taxek guhê bajêr heye. Ji bo wê ye sibehê zû dormîşa xwe dide çargaviya û gundiyan jî bi xwe re kaşê bajêr dike. Wextek ku ez jî li pey keçek bajarî bûm û bi bahaneyan li çarkenarê şar digeriyam rastî şofêr hatibûm. Me bi serê poz li hev nihêrîbû û wek em bi kula dilê hev bizanibin bi bêdengî di ber hev re derbas bibûn. Ji bo ku ji dolmîşê derengî nemînim bi lez û bez ji nav ciyan derdikevim. Pot û cilên xwe yên wek cemet bi dijwarî li xwe dikim. Mûyên min li canê min bûn wek şûjin. Hêdî hêdî, bi dilnexwazî ber bi deriyê derve meşiyam. Ji odeya paş dengê diya min tê; gotinên wek taştê, sar, dolmîş li bin guhên min dikevin lê ez zêde bala xwe nadimê. Bi vekirina derî re hemû hewaya sar ku li derve defik li ber min vedaye xwe davêje ser min. Şekalê min ên ji doh de şil in dixim nigê xwe. Qapaxa serê min diavêje. Derketim derva. Li derve me. Hewa sar e. Sarrrrrrr.

  Ji ber ku ji doh de de berf barî ye, hemû rê hatine girtin. Berê xwe didim ser şopa nigên kesek ku beriya min di vir de derbas bûye. Hetanî çoka xwe dikevim nav berfê. Ji bo cixara xwe pêxim ketim quncika xanî. Heste û cixara xwe ji cêva xwe derxist û xist nav destê xwe. Baya kambax qet nahêle agir biçûrise, hema ditemirîne. Çend caran diceribinîm lê dîsa jî serê cixara min agir nagre. Destê xwe ber bi hev de tînim û serê cixarê didim ber lûleya çaqmaqê û pê dixim. Bi hilma yekê kuxînî bi min ket. Qirika xwe temîz dikim û tû dikim ser berfê. Ji ber ku min bê taştê, bi zikê xurînî cixareyê vêxist, dilê min hinekî tehl bû. Hewa cemidî û dûyê cixarê bi hev re dikşînim kezaba xwe. Di vê ba û bagerê de çav çavan nabîne. Bi awayekê jixweber, di rêya xwe de dimeşim û li hemberê min, di nav mijê de du ronahiyên wek çavê pisîkê xwiya dibin. Gelek dûr nebû, hebe hebe ev dolmîşa diçe bajar e. Bilez ber bi hêla wir de dimeşim. Her ku diçe deng ji min dûr dikeve.

  Min xwe li rêya çolbir xist bo ku pêşî  lê bibirim. Wexta min xwe bi halekî westiyayî gîhande ser rê, dolmîş çûbû. Pir xemgîn bûm û hişê min wek makînekî nesazkirî dişixule, gelek pirs di hişê min de derbas dibin. Wek pirsên; ez çi bikim, herim mal an jî rêya xwe berdewam bikim û hwg. (her wekî gû: hwg). Ez neçarbûm ku biçûma, ji ber ku wê mamostêyê devgenî dinyayê li min teng bikira. Çi dibû bila biba ezê biçûma. Di nav berf û seqem de dimeşiyam, wek mirîkî lê cudatiya min ji mirî ew bû ku ez dikarim bifikirim. Lê dilê min xof girt. Ditirsiyam ewê çi bihata serê min. Kesek jî tuneye min ji kûçik û guran biparêze. Ez di rewşa zarokekê wisa de bûm ku diya xwe winda kiribe û kelegirî be. Dicemidîm, cixara min jî tunebû. Ya herî dawî jî min pêxistibû. Xilasbûna min tunebû, hewaya kambax dev ji xirabiya xwe bernedida, asîman wek artêşek dixûya û ba bi wêrekî biryara şer dabû. Kuliyên berfê ku her yek ji wan wek leşkerek bûn, haya wan jê tinebû dê Xwedayê wan li rûyê zemîn wan xerq bikira û di mezbahayan de bi tîrêjên rojê wan tune bikirana. Di demek şûn de ewr vebûn hewa ber bi qenciyê ve çû. Ev başbûn sedema şerê di navbera Xwedayên li ezman bû, an na nizanim lê wisa xwûyabû ku xwedayên başiyê her ku diçû bi ser diketin. Min xwe da ser rêya bajêr û meşiyam. Min xwe li tûma telî girt û kişiyam.
    Ji nişka ve dengek hat min. Ji ber ba û bahozê min nikaribû vê dengê ji hev derxista. Her ku diçû deng bêtir nêzik dibû. Nêz bû. Ev wesayîtek bû, diçû bajêr. Wê demê devê min ji kêfan gîhişt guhê min. Ji bo bisekine min xwe avêt pêşiya wesayîtê. Ên di hindir de wek ku li dînek binêrin li min meyzandin. Min xwe da kêleka rê û li benda gazîkirina wan mam. Şofêrê bi acizî hêdîka serê camê vekir bi çavek pirsiyarî got;
-Te xêr e. Tu çi dikî di vê çileya sarî seqem de? Ji tirsan Sibatok jî nikarin derkevin derve…
    Ji sermayê devê min nediçû nedihat. Lê min zorê da xwe û ji devê min hew peyva; “Ez ji dolmîşa gund mam, gere ez herim dibistanê” derket.
   Ji xwe ne pêkanbû ku min li vir bihîştana lê dîsa jî ez nizanim çima waha leqeleq dikirin. Bi vebûna dengê derî ve ez bi hêla din a wesayîtê de meşiyam. Dema ku ez ketim hûndir gundiyan behsa zivistanên berê dikirin. Ez hêdî hêdî di nav gotinên wan re derbas bûm û çûm qoltixa herî paşî daniştim.
- “Hehew, ma zivistanê niha jî zivistanin qey, me berê di nav sê metro berfê de ji heywanan re kayê dihanî kirîv.”
- “Lalaw Mito, qey em bi te nizanin, tu her zivistana Xwedê direvî diçî bajarên jêrê. Niha jî pesnê xwe didî”
Reso, ji ber ku li qoltixa kêleka şofêr rûneniştiye, wek dilê wî mabe li Hemoyê qoltixa pêş rênî û bi zimanek tinazkar got;
- Hemo, te gotiye;” Buhaya kayê îsal zêde ye ku wiha be emê qet nikaribin tonek jî bikirin.”
Hemo qet li piş xwe nenihêrî û lê vegerand:
- Ma qey derew e. Di vê bollixa îsal de ka ewqas biha dibe. Ma kafirstanî ye. We ji xwe sala par têra dilê xwe ji giyayê Xwedê, ji kayê Xwedê pere stend. Doqizincî ay ji bo we bû eydî…
    Ji her seriyek dengek derket. Kesên kayê wan zêde bû digotin bûhaya wî kêm e, lê berovajiyê wan kesên sewalên wan zêde û kayê wan nîne jî xwe ditengizandin, ew bi bêbaviyê, bi keysperestiyê tewanbar dikirin.
   Di nav qelebalixiya wesayîtê de ez jî germ dibûm, xwîna damarê min hêdî hêdî dest bi gerê dikir.
   Di nav van axaftinan de em hêdî hêdî ji gund dûr ketin. Bi hewaya germ ez li ser qoltixê sist dibûm. Bi carek min dît ku gelegelek ji nav wesayîtê belav bû.
-Dolmîşa gund qeza kirî ye.
  Ez bi carekî di cihê xwe de sarbûm, ji sermaya derve jî sartir bû ev. Ew dormîşa ku bo xwe bigihînimê di sermaya vê şefeqê de nava di cihê xwe yê germ derketibûm, niha qelibî bû. Bi awayek ne di destê min de bişirînek li ser lêvên min bi cîh bû. Gelek pirs di serê min de çûn û hatin ku ez jî di wî dormîşê de bûma dibe ku bimirama, belkî jî seqet bimama.
   Her kesên di wesayîtê de ber bi cihê qezayê ve çûn. Min jî xwe avêt derve. Li her cihî, gundiyên ji dolmîşê pekiyabûn li erdê radizan. Xwîna ji canê wan pijiqîbû li berfa sipî nexşeyên ecêp xêz kiribûn. Qatixê madaka ku ji berfê sipîtir bû, ji sîtilan rijiyabû û li her derê belav bibûn. Ji her seriyek dengek derdiket.
- Ev Edo nine li erdê dirêj bûye?
- Ka we bang li ambûlansê kir?
- Wey mala minê, ev çi bela ye…

   Ez jî di nava miriyan de digeriyam. Ku ez hatim ber serê şofêr tişta bala min kişand pakêta cixareya wî bû ku ji civê îşlikê wî pekiyabû û bi qasê du-sê gavan jê dûr ketibû. Ger ku şofêr îro qeza nekira, dê biçûya bajêr û belkî jî piştê hevşabûnek ku di vê zivistana Serhedê de meriv germ dike cixareya xwe bi hezkiriya xwe re, di nav ciyan de bikşanda. Çavê min tarî bû û min xwe li ber cixareya şofêr xweş kir. Min hêdîka derdora xwe raçav kir. Bala kesekî li ser min nebû. Min hêdîka xwe dirêjê erdê kir û pakêta cixareya wî xist bêrîka xwe.

   Hêdî hêdî ji cihê qezayê dûr ketim û min ji pakêta şofêr cixareyek derxist û dirêjê devê xwe kir. Bi çaqmaqê xwe serê wê pêxist û bi dilek rehet, bi bayê sar re kişand nav hinavê xwe. Wek ku li mala hezkiriya şofêrbim û bi wê re piştî hevşabûnek bi eşq cixara xwe bikşînim, germ bûm.

*Ev nivîs di hejmara 3yem ya kovara bar de hatibû çapkirin