1 Kasım 2016 Salı

Sosê û Besê

                                                   (ji diya min a şîrîn re.)

Rojek ji rojan, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran
Hebûye tunebûye Sosê û Besê hebûye. Van herdu lehengên me bûk bûne û xesiyek wan hebûye. Pêwendiya di nava wan de ne wek ya dinya alemê bûye. Xesiya wan hetanî tu bibêjî ji bûkên xwe re xirab bûye. Piştî zewaca wan tiştê ne tişt haniye serê wan, tedaya ku li gurê serê çiya nedihat kirin li wan dikir. Ji bûkên xwe qet hez nedikir û wan birçî û tî dihîşt, ewan jî nediwêribûn xesiya xwe re tiştek bigotina. Herdû kurên xesiya wan ku bi Sosê û Besê re zewicîbûn, ew jî li ber zeviyên xwe, li deşt, mêrg, ax û warên xwe bûn û hayê wan ji bûyerê di nava malê de diqewimî tune bû. Sindoqek xesî hebû xwarin û tiştên hêja dixist sindoqê û der dorê sindoqê jî çamûr dikir, ji bo bûkên wê wexta bikevin sindoqê şopa nigê wan diyar bibe. Dema bûk birçî dibûn xesî xwarinê nedida bûkên xwe. Hemû dem û dewrana rewşa mala wan bi vê halê, bi bêsiûdiya bûkan, bi zalimtî û dilkeviriya xesiyan diçû. Rojek xesî, bi bûkên xwe re ji bo kurên xwe yên li nava erd dixebitin xwarin dişîne û ji bo bûkên wê ji vê xwarinê nexwin xwelî dixe devê wan û dibêje; heta hûn nehatin malê bila van xweliya di devê we de be, nebê nebê hûn ji devê xwe derxin. Sosê û Besê jî tirs a xesiya xwe newêrin tiştek bêjin û dikevin rê û diçin şûna zeviyê, xwarin ji mêra re amade dikin û bang dikin. Mêrê wan tên nan dixwin jinên xwe re jî dibêjin werin nan bixwin lê Sosê û Besê gotinên xesî hanîn bîra xwe û ji mêrên xwe re gotin. Mêrên wan jî dibêjin diya min dîn bûye ka em çi bikin, ber xwe bidin heta Xwedê canê wê send û dibêje devê xwe bişon û werin xwarin bixwin wexta hûn çûn mal ê dîsa xwelî bixin devên xwe. Sosê û Besê bi gotina mêrên xwe dikin û piştî xwe têr dikin, vedigerin malê. Rê de fikrek tê hişê wan. Bi hev re dişêwirin û dibêjin em ê li kerekî siwar bibin û herin bikevin sindoqê. Wexta xesî me sûcdar kir em ê bêjin ev ne şopa nigên me ye, ev rêça lingê kerê ye. Rojek ku xesiya wan li mal nîn bû Sosê û Besê firsenda dikeve destê wan bikartînin. Wek ku diyar kiribûn li kerê siwar bûn û di sindoqa xesiya xwe de çi hebû çi tunebû tarûmar kirin. Ji vêhêlê de ketinê di hêla din de derketin. Tiştên xwarin xwarin, tiştên din belawela kirin. Wek ku heyfa salan bistînin, wek kormişkê di nav di nav zeviya beyar de di xwe re rê dîtibe kolandin, vekolandin. Wexta xesî bi baweriya tirsê ku bi salan e li ser bûkên xwe daye rûniştandin tê malê, çi bibîne; sindoqa wê virtûvala ye, wek malê mîratê li hev hatî belavkirin. Diçe odeya bûkên xwe û ji wan re dibêje: Kîjan mirtiv, kîjan bê bav ketiye sindoqa min! Sosê û Besê xwe li nezaniyê datînin dibêjin; dayê em tiştek nizanin, hay me ji tu tiştê nîn ne. Xesiya wan bawer nake û wan dibe cîhê sindoqê û nîşanê wan dide. Bûk jî dibêjin: Ev dewsa lingê kerê ye. Ku em bana dê cîhê lingê me xûya ba. Lê xesî bawer nake û bixwebaweriya ji salan girtî hewl dide ku tedeya li bûkên xwe deke berdewam bike. Ji ber yekî çepilek bûkên xwe digre û li wan dixe, bi şiva ter wan dikute. Sebr û deyaxa Sosê û Besê jî namîne û xesiya digirin li diwaran dixin. Wek goka di nav piyên zarokan de be bi derbek Sosê xesiyê li dîwar dixe,derba din jî Besê. Xesî bi van derban ji ser xwe diçe. Wek tola salan bigrin bûk hetanî dilê wan rehet bibe xesiyê ji eyar de dixin. Xesî aqilê heye jî wenda dike. Gunehê gurê serê çiya bi perîşaniya wê dihat. Dema kurên xesiyê berêvarek gewrîboz de tên malê diya xwe di halek xirab de dibînin û dibêjin: Yadê çi bû te hatiye? Diya wan jî wek gotina dawî awirê xwe dikute kêranên li seranserê xanî hatî rêzkirin weha dibêje: Laçika min ji Sosê re xêliya min jî ji Besê re.


Sala Berhevkirinê: Gulan 2016
Herem: Gundê Domê / Mûş / Serhed
Ev nivîs di hejmara 7an ya folklora kurdan de hatibû çapkirin.