9 Ocak 2019 Çarşamba

25 çîrok, 25 wêne, 'Belkî îşev binive'





“Belkî Îşev Binive” ji çîrokên kesên ku di nav şer de mane û bûne şahidê ew şerê qewîmî ye. Bi awayek din kitêb bûye delîlê şerên salên 2015 û 2016’ê li navçeyên Sûr, Cizîr, Silopî,  Şirnex, Nisêbîn û cihên din. Murat Bayram bûyerên li wan deran qewimîn bi vegotina xelqê wir û bi wêneyan tomar kiriye. 

Pirtûk ji 25 çîrokan û bi 25 wêneyan pêk tê. Her çîrok bi wêneyên qasê xwe êş û kulan dihewîne û bi hestekî tîr ve dertê pêşberî me. Bi xwendina her çîrokê re xirabî û nebaşiya şer ji nêz ve tê dîtin. Bayram, kesên di nav şer de mane û gelek zirar ji şer dîtine re hevpeyvîn kiriye. Hevpeyvînên di şer de hatine qeydkirin wekî çîrokên edebî xwe nîşanê me dide. 

Di çîrokan de zimanê heremkî hatiye bikaranîn û Bayram mudexeleyê ziman nekiriye. Qasê ku em di çîrokan de zorbûna vî karî bibînin jî heman mesele dema nivîsandinê de jî didome. Bêguman Bayram di bin tesîra wan çîrokên bihîstî de maye û dîmenên ku bi çavên xwe dîtine rêya nivîsandina van çîrokan vekiriye. Jixwe em di hemû nûçegîhanên vî karî dike de heman hest û ramanê dibînin. Nivîsandin ji bo wan bêhnfirehî ye. Çîrokên wî bi hurgilî bi hev ve hatine girêdan û bi her çîrokekê re jî wêneyên têkildarî wê çîrokê dibînin. Ji vî karê Bayram re “rojnamegeriya edebî” tê gotin. Ev jî nûçegîhanên şer bi qeydkirina çîrokan û dû re wan çîrokan bi awayekî edebî hatibe nivîsandin re tê gotin. Ev rêbaz ji hêla nivîskarên navdar ve jî hatiye bikaranîn. Wekî George Orwell, John Hersey, Daniel Defoe, Upton Sinclair û gelek kesên din mîna rojnamegeriya edebî berhem nivîsandine. Wekî di mînaka George Orwell de jî mijar hewceye ji hêla kesayetê ku şahîdê bûyeran bûye û jiyaye ve bê gotin. 

Jinika amerîkî Martha Gelhorn jî bi nasnameya rojnamegeriyê beşdarî şeran bûye û ew şer bi çavên xwe dîtiye û nivîsandiye. Di fîlmê Hemîngway û Gelhorn de em ji nêz ve vî karî dinasin. Gelhorn di dema şerê Spanyayê de ji Amerîkayê tê Spanyayê û wê demê jî Hemîngway ji bo nivîsandina romana xwe ya nû di enîya şer de dima. Li barekê Gelhorn û Hemîngway hev nas dikin û fîlm jî jixwe ji wir dest pê dike. Hemîngway û Gelhorn bi hev re diçin enîya şer û jiyana wir ji nêz ve nas dikin. Û her çiqas diçe Hemîngway û Gelhorn nêzîkî hev dibin. Gelhorn hertim dixwest xwe pêş bixe di karê xwe de û ji bo vê jî dixwest ji Hemîngway sûd werbigire. Hemîngway bi nivîsandina romana xwe deng dide, lê Gelhorn nikare wan tiştên di şer de dîtî binivisîne. Bi bandora Hemîngway, Gelhorn jî êdî serpêhatiyên xwe dinivîse û gelek navdar dibe. Bi nivîsên wan re kesên ji şer dûr êdî nêzîk ve dişopandin. Hemîngway li mala xwe bi vexwarina eraq û nivîsandina romanê ve mijûl dibû, lê Gelhorn wekî wî ne di rewşek rehet de bû û dixwest karê xwe yê rojnamegeriyê bike. Ji bo wê tenê jiyana şer girîng bû. Bi çûyîna eniyên şer wekî; Çîn û qampên Naziyan ve trajediya şer ji nêz ve dibîne. Gelhorn êdî ne wekî berê bû û dixwest gerdûn ji nêz ve vê xirabiyê bizanibe. Û em di fîlm de jî dibînin, xew û jîn êdî ne wekî berê ye. Nivistin her çiqas diçe zehmetir dibe û em vê hem di fîlm de dibînin hem jî di berhema “Belkî Îşev Binive” de… 
Heke em li jiyanên nivîskarên ku di şer de nûçegîhanî kirine binêrin bê guman ev problema xewê dê dîsa derbikeve pêşberê me. 

Xew û êş... 

Ji ber ku di şer de ew trajediya ku meriv dibîne ji her hêlê ve bandor dike û bêxewî jî dibe meseleyek derûniya neyînî. Derûniya li ser nûçegîhanan bi nêzîk ve dişibin hev û em vê hem di kitêba Bayram de dibînin ku bi xwestekek mezin wan bûyeran dixwaze bi hemû kesan bide zanîn, hem jî di fîlma Hemîngway û Gelhorn de heman tiştî dibînin.