24 Aralık 2016 Cumartesi

Çîroka Silo yê ku wek qeşmer dihat dizanîn û herî dawî siya xwe di nav daristanê de wenda kir



Hebû ye, tune bûye, Siloyek hebû ye. Silo merivek pir nerihet bû. Di gund de jî zêde nedihat hezkirin. Lê Silo xwe wêrek, zîrek û qeşmer didît û dihesiband. Di gund de guh nedida dev û dora xwe. Gundî jixwe ji Silo aciz bû û poz bilindiya wî ditîtin, pirtir nerihet dibûn. Rojek gundiyek çû nav daristanê ji bo şewata malê. Lê çûyîn û hatina wî bibû yek û ber bi gund ve lez û bez vegeriya. Gundî jî şik kirin ku tiştek netişt di Memo de heye. Dema ku hat cem wan got;

- Kuro! Gur, gur…

- Di nav daristanê de gur heye.


Gundiyên newêrek jî bi ecêbmayî lê dinêrin. Ew dem Silo jî gohdar dikir. Gundî di nav tirsê de mabûn û nemabûna xwe difikirîn. Ew gur wek bablîsokên bihêz hewayek xirab xistibû nava gund. Silo jî di nav fikr û ramanên xwe de ji xwe re digot; heke ez herim wî gurê bikujim ew ê gundî êdî wêrekiya min mijûl bibin. Silo di nav fikrên xwe de hat meydana gund û bang li gundiya kir û got; “gel û gundiya ezê herim wî gurê bikujim û ji we re bînim.” Gundî bi çavên mene li Silo dinêrin û bêdeng bêdeng li hev dimeyizandin. Silo jî şûra xwe dixe ber qayîşê û ber bi hêla daristanê ve diçe. Gund bêdeng û Silo bêdang. Dema ku Silo hat ber deriyê daristanê rawestiya, bi çavên kur raçav li daran kir. Pişt xwe nêrî û bi gavên kin di nav kurahiya daran de siya xwe wenda kir… 

0 yorum:

Yorum Gönder