4 Temmuz 2016 Pazartesi

ROLA DENGBÊJAN Dİ NAVA JİYANÊ DE


Dengbêjî dengê bîra hevpar ya civaka kurd e. Dengbêj ku bargirê çanda devkî ne, bîra netewa xwe radigihînin nifşên nû. Bi saya dengbêjan deverên din ê welat digihê agahî û qewimînên heremên din û bi vî awayê bîrek hevpar ya netewî ava dibe.Dengbêj di demên berê de huner û merîfetên xwe li dîwan û odeyên gundan nîşan didan. Hin caran jî li dîwanên mîr û hekîmên welêt stranên xwe digotin.Di roja me ya îroyîn de dengbêjî zêdetir di bin banê şaredariyan de, di malên dengbêjan de (wek; diyarbekir, wan, batman û hwd.) tên jiyandin. 
Li hin deverên din navên cihê li dengbêjan hatî kirin, wek; çîrokbêj, mitirb, mitrib, mirtib an jî gewende. Li hin deveran jî dengbêj gund bi gund digeriyan û hunera xwe pêşkeşê wan dikirin. Gundî jî hin diyarên didan dengbêjan.Dengbêj di dema xwe de navgînên ragihandinê bûn. Di serdema dengbêj bi bandor bûn, qewimînên mîna, egîdî, mêrxasî, evîn, şer, îxanet ji devên wan digiha hemû deverên ku kurd lê dijiyan. Bi awayek zelal meriv dikare bibêje ku dengbêj nevgînên pêwendiyê bûn.Bi gelemperî li deverên serhedê –ku wek warê dengbêjan tê zanîn- amûrên mûzîkê wek; saz, tembûr, def û hwd. nehatine bikaranîn. Lê li hin deveran van amûran jî bi stranên dengbêjiyê re hatine bikaranîn. 

Wek hemû qadên jiyanê dengbêjî jî guherî. Çanda dengbêjî her ku çû kêm bû. Şekl û şemalên dengbêjiyê guherî; tarzên mûzîkê yê nû tevlî wan bûn.Sedemek din jî ew e ku piştî amûrên dengqeydkirinê, kaset, CD û televîzyon milet hewcedarî nabîne ku rasterast ji devê dengbêjan stranên wan guhdar bike!Dengbêj ku ji nav dilê gelê kurd derketin û hest û ramanên  miletê xwe bi awayek hûnerî gihandin roja me.Di jiyandina çand, urf û edetê kurdan de em deyndarên wan in. 




0 yorum:

Yorum Gönder