27 Nisan 2018 Cuma

Revînek Ji Dibistanê




Di pişt dîwarên dibistanê de li ser çokan rûniştibû û bi destên xwe bi keviran dilîst. Hêsirên wî wek moriyan jê dihat xwar. Bêhna wî êdî jêre zêde dihat û hêdî hêdî wî difetisand. Her çiqas diçû giriyên wî bideng dibû. Kevirê di destê xwe de dişidand û bi dûr ve davêt. Dengê girîna wî ji kevir dûrtir diçû û di nav bayê de bela dibû.

Ronî donzdeh salî bû. Malbata wî ji bo xwendinê wî şandibû dibistana YİBO. Lê ji bo wî ev tişt gelek zûbû û nedixwast li dûrê malbata xwe bixwîne. Dibistana wî sê seat ji gundê wî dûr bû. Ji bo çûyîna malê jî sê hefta carek destûr hebû. Ev jî ji bo Ronî demek gelek dirêj bû. Roja ku Ronî ji mala xwe bihata xwe nedigirt  û bi hestên germ ve dest bi girînê dikir. Ronî îroj jî ji gund hatibû û bêrîkirina dê, bav, xwişk û bira wî ji dibistanê dûr xistibû û bi tena serê xwe pişt dîwar dimeşiya. Çav û rûyên wî sor bibû û bi destên xwe rûyê xwe paqij dikir, hin caran dixwast diya wî vê rewşa wî bibîne. Dev dorê xwe rênî tu kesek tune bû. Serê wî wek motoreke ku seatan e dişixwule germ bibû û Ronî hîn jî li malê difikirî. Dixwast di pişt van dîwaran de xwe veşêre û êvarê bireve mal. Lê tirsa xoceyan nedihîşt gav bavêje. Heke keseke bê destûr ji dibistanê bireviya ceza dihat dayîn. Lê hêdî hêdî dilê wî hênik dibû û fehm kir ku girîn ji bo wî gelek baş e. Xwe di ser dîwar de avêt hewşa dibistanê û çû ba gundiyên xwe. Gundiyên wî ji bo wî gelek bi qîmet bûn û dixwast hesreta mal bi wan ji bîr bike. Dema ku xwe gihand ba wan gundiyên wî jî di nav xwe de diaxivîn. Yek ji wan got em ê birevin mal. Dema Ronî vê bihîst dilê wî wek şirqîna birûskeke hejiya. Di cih de guh da wan. Gundiyên wî  plan kiribûn ku ber êvarkî birevin mal. Ronî bextewar bû. Dît ku gundiyên wî jî wek wî di derdê malê de ne. Bişirînek dirêj li ser lêvên wî xweya dikir. Hêdî hêdî tav di pişt çiyan de dadiket û dema çûyîna wan nêz dibû.  Çendek din hemû bi hev re xwe di ser dîwar de avêtin wiyalî din û bi coşek ber bi gunda bazdan. Heta gund nesekinîn û  di nav gund de hemû kes ber bi malê xwe ve bela bûn. Ronî hat ber deriyê malê û bi tiliyên hişk li derî da. Diya wî derî vekir. Ronî ji kêfan dikir bifiriya. Diya wî metelî rûyê wî paçî kir û jê pirsî:

-Tu gere li mekteba xwe nebûya, çi bû ku tu hatî?

Ronî vê pirsê hêvî nedikir û fikirî ku virek bivîne. Ji nişke ve kaxizek ji çentê xwe derxist û got:

-Xocê min xwest ku baba vê kaxizê îmze bike.

Li ser vê bersivê kêfa wî zêdetir bû. Malbata wî ji vira wî bawer kiribû. Ronî şeva xwe li gor dilê xwe derbas kiribû. Dema ku sibeh bû, dîsa rûyê wî reng avêt û bêmede bû. Taştiya diya wî jê re amade kiribû jî nexwar. Dîsa ket riya dibistanê. Qet nedixwest  biçûya û nikaribû vegeriya malê jî. Dema gihîşt dibistanê ji tirsan nizanibû çi bikira. Ber bi sinifa xwe ve çû. Bi tirs di cihê xwe de rûnişt. Çendek şûnve xoceyeke gazî wî kir. Ronî bi nigên ricifîn ket oda xocê xwe. Xoceyê ku qasê gayek gir û sitû qalind pêşî Ronî têr û temîz kuta, dûre kutanê jê re têrê nedît di ser de jî cezaya hemû tuwaletên dibistanê bêpaqijkirin da Ronî. Di hindirê xwe de hezar nelet li wan xoceyan û vê xwandinê dihanî. Tenê dixwast biçûya malê. Neçar bû. Ronî bi çavên hêsir ber bi tuwaletan ve çû...


2 yorum: