17 Aralık 2017 Pazar

Kaniya kokê


Sibehek hîn dîkan serê xwe ji pûnika xwe dernexistibû, Robîn di rewşek xemgînî de di hewşa malê de bi gavên kurt devdorê xwe diçû dihat. Heta niha qet neketibû rewşek wiha kambax û bi dengek hêdî xwe bi xwe diaxivî. Hesaba tiştek dikir û ev jî wî xistibû halek neçar û dema ku jina wî ya Fatê derket ser balqonê û dît mêrê wê ketiye nav xeyalên kûr û dirêj. Çend caran gazî kir e, lê deng nediçû Robîn û ew hîn jî serê xwe dixwirand û dengek vizeviz derdixist. Jina wî Fatê heta ku hat goştê milê wî quncirand hêj hat ser hemdê xwe. Fatê jê re got; şeveq şeveq ev çi halê te ye, tu wek ji pîrebokan reviyabî halek di te de heye. Robîn hinek sekinî û fikirî ku meseleyê ji xanim re bibêjim. Derbasê malê bûn û li ser mînderên li devûdorê sobê hatî raxistin rûniştin û dest bi meseleya xwe kir. Wê rojê ez ji çemê Muradê dihatim malê hevalê min î Cesim di rê de hat pêşiya min. Pêşî çend caran ji min pirsên bereday pirsiya, dûre got ez ji te re tiştek dibêjim gere tu ji kesekan re nebêjî, heta jina xwe re jî. Hinek xof ket dilê min lê fikirîm ka ew ê çi bibêje ku ew qas mûhîm be. Dûre got ez tiştek hînbûm, li şûna mala Elmecîd zêr heye zêr. Ez hinek di cihê xwe de sekinîm û min got; tu çawa dizanî ev tiştê? Cesîm got; Sê roj berê çûm cem hevalekî xwe yê eskeriyê û ji min re got e di demên berê de ji hêla Ermeniyan gelek zêr hatiye binerd kirin. Û dema ku min bihîst di gundê we de jî gelek Ermenî hebûne ez jî hin tiştan hînbûn û min vê xerîteyê bi dest xist.

Xerîtejî ev e. Robîn xerîteyê dimeyizand û dûre serê xwe rakir got; ez vî cihê dizanim. Ev Kaniya Kokê ye. Dûre Cesim ji Robîn re got; eger tu dixwazî vê karê em bi hev re bikin, hewceye hayê kesî jê tune be û yên seh bike ew ê me şikyet bikin. Robîn jî kebûl kir û herdu heval sozdan hev.

Hemû meseleyê Fatê jî hîn bibû û hinek di serê wê de rûnişt û got; ez jî di derhekê Kaniya Kokê de meseleyek bihîstibûm, lê min bawer nedikir û jixwe wek çîrok ji me re dihate gotin. Robîn hinek meraq kir û daxwaz kir ku jê re bibêje. Fatê jî bişirî û dest bi çîrokê kir. Berê di Kaniya Kokê de av hebû ye û xelqê gund çêlek û madakên xwe li ser wir dida avdan. Û dihat gotin ku dema Ermenî dihatin kuştin xelqê misliman pêşî mal û warên wan ji wan distandin û dûre wan dikuştin, dûre ji wan çend kes biryar dan ku zêrên xwe bixin binê erda Kaniya Kokê. Ji ber ku dewarên mislimanan tên av vedixwin û  kêrê wan tê ji ber wê tiştek wiha nayê hişê kesek ku zêr div ir de heye. Demek şûnve darek di nav wê avê de kok daye û gelek gelek mezin bûye û dar avê demek şûnve miçiqandiye. Dema Fatê xilas kir, kêfa Robîn zêdetir bû û got; bi rastî jî av niha tune ye û ev jî rastiya zêran zêdetir dike. Fatê fêhm kir ku mêrê wê biçe wir bikole, lê wê jî hîs kiribû ku di çîrokê de tiştek ji bîr kiribû hebû, lê mixabin nedihat hişê wê û dia dikir ku nisûbetiyek xirab neyka serê wan.

Robîn bi şev rabû çû ba Cesîm û herdû bi hev re şêwirîn û biryar dan ku roja lehteyê bikolin. Şeveqa lehteyê Cesîm û Robîn bêr, qazme û mera xwe amade kirin û ji bo zêr jî erebok û torbe ew ê bi xwe re bibirana. Wexta êvar hat herdû benda nîvê şevê man û digotin; eger şivanan me nevînin, hayê çivîkan jî ji me tune be. Şev bû tarî û zirmat Robîn û Cesîm melzemeyên xwe girtin û ketin rê. Çaryek saet şûnve gihîştin wir û tirsek di dilê herduyan de çêbibû. Lê herdû jî merivên bi hêzbûn û ev parî dilê wan av dida. Herdu bi hev re besmele kişandin û dest bi kolandinê kirin. Ji ber ku çend roj berê şilî barîbû erd hîn sist bû gelek bi hêsanî dihate kolandin û di saetek de sê metre kolandin. Robîn digot ev zêr li ku ma? Çima êdî em navînin?


Cesim bi bîhnek fireh digot; em baş diçin û em ê bivînin. Nêzîkê pênç metreyan kolandibûn û ji melê sibehê re saetek mabû. Fatê jî ji meraqa xew çavan neketibû û dia dikir ku bi silametî vegerin mala xwe. Tirsek mezin di dilê Fatê de cih bibû û gotinên xelkê ku di derhekê Kaniya Kokê de digotin hat bîra wê. Ew jî yên ku wir bikolin nisûbetiyek xirab bê serê wan kesan. Xweyê zêran niviştek ne ji xêrê li ser zêran çêkiribûn. Fatê bi lez û bez rabû çû cem melê gund û hemû tiştên mêrê wê jêre gotibû ji mele re got û mele jî bi nêrînek şeytanok jina Robîn nêrî û biryar da ku herin wir hîn xirabiyek nehitibe serê wan.  Dema ku çûn wir tu kesek li holê tune bû û tenê erebokek li wir hebû. Nêzî cihê kolandinê bûn û tene şopa xweliya hatî bêrkirin û cihê kolandina hatî girtin dixwiya.   

22 Kasım 2017 Çarşamba

Lolîta


Hewaya germ meriv gelek dibetilîne û îroj jî ji wan rojan bû. Xwêdanek tirş li ser laşê min peyda dibe û ji bo xwe biparêzim di cihên talde de bi lez dimeşim ber bi trênê ve. Bi laşên xwêdan dikevim rawestgeha trênê. Hênkahiya derva hemû li vir kom bibû û min bêhnek dirêj kişand nav hinavên xwe. Ooox hewaya vir wek ya payîzê ye.

Di demek kurt de trên hat û ji bo cihek sikûn bibînim çendek meşiyam û xwe di nav merivên cûrbicûr de wek ku kesekî bêkes mabim hîskir. Carcaran trênên bajêrên mezin ji min re wek ku li gund benda dolmîşa malmîrat bim dixwiyê. Qelebalixiya wan hertim meriv tîne avisê. Qet jê hez nekir heta niha û jê hez nekim jî. Hişê min li ser dolmîşa gund mabû û dema ku trên hat hay ji xwe nebûm, heta ku garana merivan xwe ji cihê xwe leqandin. Dûre bi hêza xwe ya herî bilind ve derbasê hindir bûm. Ji ber ku gelek qelebalix bû, bi neçarî li piyan mam û min jî qartên îngilîzî ji ber ku teze dest bi xebata wê kiribû ji bêrîka xwe derxist. Çend peyvên nû dil kir ku jiber bikim, lê mixabin nebû û ji ber ku aciz bûm hinek devdorê xwe meyizand. Pêşiya min kalek heştê salî hebû û kêleka wî jî keçikek hebû lê ew jî hema li derûdorê xwe dinêrî û di çavên wê de aciziyek ku ji merivan bike hebû, lê wexta ku li Erebên zik mezin dinêrî ew acizî  çavên wê sor dikir. Dûre min bala xwe li ser wê da aliyek din. Û ji nişke ve keçikek nas hat ket ber çavên min.

 Gelek şaş mam, ev kesê ku ez di înstagramê de dişopînim nîn e? Xwe bi xwe ketim nav fikrên bê bersiv. Gulpîniya dilê min zêde dibû û ez bi matmayî lê dinêrim. Navê wê yê înstagramê jî Belarusya bû û nizanim bi çi zimanê pêra biaxivim. Ketim nav fikaran. Di rawestgehek din de kêm kes di hûndir de man. Dûre paldank a kêleka wê jî vala bû. Hîn kes lê xweyî derneketibû, ez wek bayê bezê li kêlaka wê danişt im. Gelo  dibe ku min nas bike lê mimkun nebû ku min nasbikira. Çend hezar şopînerê wê hebûn, îja min ku da nasbike? Hêdî hêdî ber bi rawestgeha din ve çûn û dema ku trên sikinî ew dem Belarusya rabû serxwe û rawestgeha Taksîmê peya bû. Ez jî pey wê çûm, ji bo pêra biaxivim. Pêşiya min bû û gelek bilez gavên xwe davêt. Û wek eynat min jî cihê gavek du gavan davêt. Lê dîsa jî bi zorî xwe digihand. Êdî taqetek di min de nema û bi hêza xwe ya dawî ve wê da sekinandin. Çavên wê qehweyî bi metilî li min dinêrî û bi nêrîna wê ve wek tawanbarên da’eşiyan hîs kir.

Piştê bêdengiyek min slav da û bi çavên şaşmayî li min nêrî. Ji bo nêrînên wê bive êrînî  serboriya mijarê jê re vegot, ew jî kêfxweş bû an jî min wisa hîs kir, dûre navê xwe yê rastî ji min ra got. Ez û Russia hêdî hêdî nêzî deriyê derve bûn. Hinek kelecanî di rûyê me de hebû, lê çi qas baş hev nasnekin jî hevpeyvîna me qut nedibû. Lê dîsajî me zimanek hevpar nizanibû û bi îngîlîziyek zeyif ve me peypeyvîna xwe didomand. Ji welatê Rûsyayê bû. Porên wê li gor îstegramê dirêjtir û gelek zeyif bû wek modelên wan. Temenê wê jî şanzdeh salî bû, lê gelek mezin nîşan dida. Pêşî baweriya xwe pê temenê wê nehanî lê dema ku kitêba V. Nabokov ya bi nave Lolîta hat hişê min hinek di serê min de rûnişt, ji ber ku bi rastî jî keçên wan temenê xwe mezintir nîşan didin. Dibe ku ev taybetî tenê di nîjada wan de heye û rastiyê qet diyar nakin. Em bi hev re di nav kolanên Taksîmê de meşiyan. Lê em ne di rêya tedîlat têda hebû de bûn, di kolanên pişt de me rê girt. Ez li gor wê di kolanan de dimeşim û nizanibûm dawiya dawî em herin ku derê. Ew jî hinek lezgînî meşiya û min got em rojê din dikarin hev bibînin. Sekinî li nav çavên min nêrî û lêborîna xwe xwest û got ez herim ba hevalî xwe. Ji bo wî hatime. Min jî tiştek negot û cihê xwe da mam lê wê dewam kir, demek fetilî li min nêrî, min jî destê xwe jê re ba kir û ew jî bû dawiya dîtina min û Lolîta.    

17 Ağustos 2017 Perşembe

DOLMÎŞ


                                                                            picasso/the weeping woman


   Hewcedarî dibînim ji vê xewa şîrîn şiyar bibim û ji nava nivînên xwe derkevim, lê mixabin vê hewa sar rehên xwe li min pêçaye û astengî li ber min derdixe. Berf xwe gîhandiye du metroyan û bagerek zehf sar di qulên derî de bi wîzînî tê, dikeve nav nivînan. Ji bilî serî hemû laşê min di nav lihêfê de ye, lê min lehîfê jî hetanî ser guhê xwe kişandiye jor. Hewaya germ a nav nivîna nahêle ku ez ji nav ciha derkevim. Ew bênamûsê meleyê gund jî digot ku li dinyaya wiyalî agir wisa pir e ku meriv ji germa dişewite, vî Xwedayê qet nikaribû qê di vê zivistana Serhedê de hinekî germa xwe bişanda vir û me bişewitandina! Jixwe halê wan her wiha ye, hebe tunebe ji bo dinyaya wiyalî gotinan dikin. Kesek ranabe nabêje di vê şeveqa zû de ku hê dîkan jî ji pûnikê serê xwe dernexistiye karê min çiye ez diçim dibistanê. Jixwe memoste jî wek melayan in ku hema meriv rojek neçe dibistanê wek hemû pêşeroja meriv “bişewite” nesîhetan li meriv dikin. Her gotinên wan di derbarê pêşerojê de ye; dojeh, pêşeroj, pere, sotin…

   Îroj roja destpêkirina dibistanê ye. Gere xwe zûzûka amade bikim. Dolmîşa diçe bajêr re wext piçek maye ku ez vê dolmîşê bimînim nikarim herim. Halê gundiyan her ev hal e; ku tu ji tiştek bimînî ji her tiştê dimînî. Ku tu çend rojan ji tov avêtinê bimînî, ji debara xwe ya salek dibî. Ger tu rojek dereng bangeranê li ser tewla xwe bigerînî, hetanî bihara dereng ji nav kêranên te ava berfê dilop dike. Jixwe wê bêbavê şofêr jî qet li benda kesî namîne, hema wek ku ji devê gur tiştekî birevîne pêlê qazê dike û berê dormîşa xwe dide bajêr. Li gorî digotin hezkiriyek wî li taxek guhê bajêr heye. Ji bo wê ye sibehê zû dormîşa xwe dide çargaviya û gundiyan jî bi xwe re kaşê bajêr dike. Wextek ku ez jî li pey keçek bajarî bûm û bi bahaneyan li çarkenarê şar digeriyam rastî şofêr hatibûm. Me bi serê poz li hev nihêrîbû û wek em bi kula dilê hev bizanibin bi bêdengî di ber hev re derbas bibûn. Ji bo ku ji dolmîşê derengî nemînim bi lez û bez ji nav ciyan derdikevim. Pot û cilên xwe yên wek cemet bi dijwarî li xwe dikim. Mûyên min li canê min bûn wek şûjin. Hêdî hêdî, bi dilnexwazî ber bi deriyê derve meşiyam. Ji odeya paş dengê diya min tê; gotinên wek taştê, sar, dolmîş li bin guhên min dikevin lê ez zêde bala xwe nadimê. Bi vekirina derî re hemû hewaya sar ku li derve defik li ber min vedaye xwe davêje ser min. Şekalê min ên ji doh de şil in dixim nigê xwe. Qapaxa serê min diavêje. Derketim derva. Li derve me. Hewa sar e. Sarrrrrrr.

  Ji ber ku ji doh de de berf barî ye, hemû rê hatine girtin. Berê xwe didim ser şopa nigên kesek ku beriya min di vir de derbas bûye. Hetanî çoka xwe dikevim nav berfê. Ji bo cixara xwe pêxim ketim quncika xanî. Heste û cixara xwe ji cêva xwe derxist û xist nav destê xwe. Baya kambax qet nahêle agir biçûrise, hema ditemirîne. Çend caran diceribinîm lê dîsa jî serê cixara min agir nagre. Destê xwe ber bi hev de tînim û serê cixarê didim ber lûleya çaqmaqê û pê dixim. Bi hilma yekê kuxînî bi min ket. Qirika xwe temîz dikim û tû dikim ser berfê. Ji ber ku min bê taştê, bi zikê xurînî cixareyê vêxist, dilê min hinekî tehl bû. Hewa cemidî û dûyê cixarê bi hev re dikşînim kezaba xwe. Di vê ba û bagerê de çav çavan nabîne. Bi awayekê jixweber, di rêya xwe de dimeşim û li hemberê min, di nav mijê de du ronahiyên wek çavê pisîkê xwiya dibin. Gelek dûr nebû, hebe hebe ev dolmîşa diçe bajar e. Bilez ber bi hêla wir de dimeşim. Her ku diçe deng ji min dûr dikeve.

  Min xwe li rêya çolbir xist bo ku pêşî  lê bibirim. Wexta min xwe bi halekî westiyayî gîhande ser rê, dolmîş çûbû. Pir xemgîn bûm û hişê min wek makînekî nesazkirî dişixule, gelek pirs di hişê min de derbas dibin. Wek pirsên; ez çi bikim, herim mal an jî rêya xwe berdewam bikim û hwg. (her wekî gû: hwg). Ez neçarbûm ku biçûma, ji ber ku wê mamostêyê devgenî dinyayê li min teng bikira. Çi dibû bila biba ezê biçûma. Di nav berf û seqem de dimeşiyam, wek mirîkî lê cudatiya min ji mirî ew bû ku ez dikarim bifikirim. Lê dilê min xof girt. Ditirsiyam ewê çi bihata serê min. Kesek jî tuneye min ji kûçik û guran biparêze. Ez di rewşa zarokekê wisa de bûm ku diya xwe winda kiribe û kelegirî be. Dicemidîm, cixara min jî tunebû. Ya herî dawî jî min pêxistibû. Xilasbûna min tunebû, hewaya kambax dev ji xirabiya xwe bernedida, asîman wek artêşek dixûya û ba bi wêrekî biryara şer dabû. Kuliyên berfê ku her yek ji wan wek leşkerek bûn, haya wan jê tinebû dê Xwedayê wan li rûyê zemîn wan xerq bikira û di mezbahayan de bi tîrêjên rojê wan tune bikirana. Di demek şûn de ewr vebûn hewa ber bi qenciyê ve çû. Ev başbûn sedema şerê di navbera Xwedayên li ezman bû, an na nizanim lê wisa xwûyabû ku xwedayên başiyê her ku diçû bi ser diketin. Min xwe da ser rêya bajêr û meşiyam. Min xwe li tûma telî girt û kişiyam.
    Ji nişka ve dengek hat min. Ji ber ba û bahozê min nikaribû vê dengê ji hev derxista. Her ku diçû deng bêtir nêzik dibû. Nêz bû. Ev wesayîtek bû, diçû bajêr. Wê demê devê min ji kêfan gîhişt guhê min. Ji bo bisekine min xwe avêt pêşiya wesayîtê. Ên di hindir de wek ku li dînek binêrin li min meyzandin. Min xwe da kêleka rê û li benda gazîkirina wan mam. Şofêrê bi acizî hêdîka serê camê vekir bi çavek pirsiyarî got;
-Te xêr e. Tu çi dikî di vê çileya sarî seqem de? Ji tirsan Sibatok jî nikarin derkevin derve…
    Ji sermayê devê min nediçû nedihat. Lê min zorê da xwe û ji devê min hew peyva; “Ez ji dolmîşa gund mam, gere ez herim dibistanê” derket.
   Ji xwe ne pêkanbû ku min li vir bihîştana lê dîsa jî ez nizanim çima waha leqeleq dikirin. Bi vebûna dengê derî ve ez bi hêla din a wesayîtê de meşiyam. Dema ku ez ketim hûndir gundiyan behsa zivistanên berê dikirin. Ez hêdî hêdî di nav gotinên wan re derbas bûm û çûm qoltixa herî paşî daniştim.
- “Hehew, ma zivistanê niha jî zivistanin qey, me berê di nav sê metro berfê de ji heywanan re kayê dihanî kirîv.”
- “Lalaw Mito, qey em bi te nizanin, tu her zivistana Xwedê direvî diçî bajarên jêrê. Niha jî pesnê xwe didî”
Reso, ji ber ku li qoltixa kêleka şofêr rûneniştiye, wek dilê wî mabe li Hemoyê qoltixa pêş rênî û bi zimanek tinazkar got;
- Hemo, te gotiye;” Buhaya kayê îsal zêde ye ku wiha be emê qet nikaribin tonek jî bikirin.”
Hemo qet li piş xwe nenihêrî û lê vegerand:
- Ma qey derew e. Di vê bollixa îsal de ka ewqas biha dibe. Ma kafirstanî ye. We ji xwe sala par têra dilê xwe ji giyayê Xwedê, ji kayê Xwedê pere stend. Doqizincî ay ji bo we bû eydî…
    Ji her seriyek dengek derket. Kesên kayê wan zêde bû digotin bûhaya wî kêm e, lê berovajiyê wan kesên sewalên wan zêde û kayê wan nîne jî xwe ditengizandin, ew bi bêbaviyê, bi keysperestiyê tewanbar dikirin.
   Di nav qelebalixiya wesayîtê de ez jî germ dibûm, xwîna damarê min hêdî hêdî dest bi gerê dikir.
   Di nav van axaftinan de em hêdî hêdî ji gund dûr ketin. Bi hewaya germ ez li ser qoltixê sist dibûm. Bi carek min dît ku gelegelek ji nav wesayîtê belav bû.
-Dolmîşa gund qeza kirî ye.
  Ez bi carekî di cihê xwe de sarbûm, ji sermaya derve jî sartir bû ev. Ew dormîşa ku bo xwe bigihînimê di sermaya vê şefeqê de nava di cihê xwe yê germ derketibûm, niha qelibî bû. Bi awayek ne di destê min de bişirînek li ser lêvên min bi cîh bû. Gelek pirs di serê min de çûn û hatin ku ez jî di wî dormîşê de bûma dibe ku bimirama, belkî jî seqet bimama.
   Her kesên di wesayîtê de ber bi cihê qezayê ve çûn. Min jî xwe avêt derve. Li her cihî, gundiyên ji dolmîşê pekiyabûn li erdê radizan. Xwîna ji canê wan pijiqîbû li berfa sipî nexşeyên ecêp xêz kiribûn. Qatixê madaka ku ji berfê sipîtir bû, ji sîtilan rijiyabû û li her derê belav bibûn. Ji her seriyek dengek derdiket.
- Ev Edo nine li erdê dirêj bûye?
- Ka we bang li ambûlansê kir?
- Wey mala minê, ev çi bela ye…

   Ez jî di nava miriyan de digeriyam. Ku ez hatim ber serê şofêr tişta bala min kişand pakêta cixareya wî bû ku ji civê îşlikê wî pekiyabû û bi qasê du-sê gavan jê dûr ketibû. Ger ku şofêr îro qeza nekira, dê biçûya bajêr û belkî jî piştê hevşabûnek ku di vê zivistana Serhedê de meriv germ dike cixareya xwe bi hezkiriya xwe re, di nav ciyan de bikşanda. Çavê min tarî bû û min xwe li ber cixareya şofêr xweş kir. Min hêdîka derdora xwe raçav kir. Bala kesekî li ser min nebû. Min hêdîka xwe dirêjê erdê kir û pakêta cixareya wî xist bêrîka xwe.

   Hêdî hêdî ji cihê qezayê dûr ketim û min ji pakêta şofêr cixareyek derxist û dirêjê devê xwe kir. Bi çaqmaqê xwe serê wê pêxist û bi dilek rehet, bi bayê sar re kişand nav hinavê xwe. Wek ku li mala hezkiriya şofêrbim û bi wê re piştî hevşabûnek bi eşq cixara xwe bikşînim, germ bûm.

*Ev nivîs di hejmara 3yem ya kovara bar de hatibû çapkirin

21 Mayıs 2017 Pazar

Mirtiv







Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di gundek de malbatek ji sê kesan hebû. Di vî malê de jin, mêr û qîzek dijiya. Rojek dê û bavê qîzikê diçin ba felciyek, dibên ka di qedera qîza me de çi hatî nivîsîn. Felcî qedera qîzikê dinêre û dibêje; Di qedera qîza we de mirîkî xweyîkirin heye. Dê û bavê wê dikevin nav tirsê. Bavê wê çi qas felcî hebû, çû cem wan hemûyan lê hemû jî ji qedera wê re eynî tiştê gotin. Êdî nikaribûn ji qedera qîza xwe re tiştek bikirana û biryara xwe dan ku mala xwe ji vî gundê bar bikin. Di heman rojê de hemû tevdîra xwe dîtin û ketin rê. Geriyan, geriyan çend roj qet nesekinîn, dûre li ser çiyayek avahiyek dîtin. Li wir ji xeynî avahiyê qet kesekî tunebû. Çûn ber derê avahiyê. Bavê qîzikê li derî xist derî venebû, diya wê jî li derî xist derî venebû, qîzik li derî xist bi emrê Xwedê derî vebû, qîzik ket hundir û derî ji nişke ve hat girtin. Dê û babê qîzikê kirin nekirin derî venebû. Qîzik li hundir dê û bavê wê li derva man. Qîzik li hundir ji dê û bavê xwe re got; miriyek heye û li ber serê wî hespek heye, derdorê wî jî hêşînayî ye. Miriya felcî behs dikir jî ev e. Dê û bavê qîzikê têgihiştin ku ev qedera wê ye. Qîzik tu rêyek nedît ku derkeve û êdî dê û bavê wê jî neçar man ku vegerin mala xwe. Dûre qîzik her rojê Xwedê wan deran paqij dikir û qurana xwe dixwend. Demek dirêj têde ma û rojek dît ku koçek mirtiv di ber derî de derbas dibin. Qîzika mirtiv lava kir ku bigire cem xwe û qîzikê jî wê girt cem xwe. Qîzik kêfxweşbû ku yek li cem heye. Dûre rojek qîzik got; ez ê serê xwe bişûm tu li ber miriyê be. Dûre potê xwe jixwe deranî û ket serşokê. Qîzika mirtiv jî girt potê wê li xwe kir, dûre mirî ji nişke ve şiyar bû. Jê re got: ti çi kes î, tu kî yî? Qîzika mirtiv got ez ew kesê ku te xweyî dikim im. Dûre qîzik jî potê xwe nedîtibû û bi neçarî potê mirtivê li xwe kiribû. Hat dît ku qîzika mirtiv li cem mêrikê ye û wexta mêrik wê dît ji mirtiv re got ev kî ye? Got xizmetciyê me ye. Qîzik fehm kir ku mirtiv derewa kiriye û cardin ji qedera xwe re  giriya.

Rojek mêrik got: Ez ê herim bajêr çi ji we re pêwîst e ji min re bêjin ez ê bînim. Qîzika mirtiv viya bîne wiya bîne hema çi hate hişê wê jê xwest. Qîzik jî got: “Ji min re tenê “sebirdank û sebirçax” bîne.” Mêrik hespa xwe siwar bû û ber bi bajêr ve ket rê. Mêrik li bajêr tiştê qîzika mirtiv xwestibû kirî û ket rê di rê de jî tiştê qîzik xwestibû ji bîrve kiribû. Dîsa vegeriya bajêr û çû dikanê ji xweyî dikanê sebirdank û sebirçax xwest. Xweyî dikanê got: “Kî vî kevirê ji te xwestibe teqez derdê wî heye.” Mêrik jî ket şikê. Merik dîsa ket rê û hat mala xwe tiştê qîzika mirtiv da û sebirdank sebirçax jî da qîzika belengaz. Piştî qîzik çû oda xwe mêrik jî meraq kir û pey wê çû, xwe di cihek de veşart. Qîzik jî çi di serê wê de derbas bûye ji sebirdank sebirçax re got; bav û diya xwe, çûyîna cem felcî, hatina vir, qîzika mirtiv, derewa mirtiv… wexta meseleyê xilas kir û got: “Sebirdank, sebirçax ya sibir, ez sebir.” Sebirdank, sebirçax li ser gotina wê derizî û ji hev bela bû. Mêrik hemû rastiyê fem kir û girt jinika derewkar berda, qîzikê jî ji xwe re mer kir(zewicî) û gihîştin miradê xwe. 

Çîroka min çû diyara rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

28 Nisan 2017 Cuma

Ji ser neqşeyê Gundê Domê






1- Gundê Domê 2- Mezel 3- Dêr 4- Ava Xindeq 5- Diyarê Xindeqê 6- Binê 
Kaniyê 7- Diyarê Kaniyê 8- Qanal 9- Qanala Piçûk 10- Axpîn 11- Çem 12- Çemê Ûso 13- Çir 14- Rêya Mûşê 15- Kanîkork 16- Mêrga Emer Begê 17- Rêya Palasê 18- Mer’a Jorê 19- Avgewr 20- Ade 21- Rêya Hêrgêtê 22- Golwerdek 23- Poxstran 24- Palas 25- Xeybiya 26- Hêrgêt 27- Çemê Mûradê 28- Jor

Fato û Eyşo





 Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tûnebû Fato û Eyşoyek hebû.  Diya Fato mirîbû, ew jî li cem bav û damarya xwe dima. Qîzek damarya wê Eyşo hebû. Çêlekek ku ji diya wê mabû hebû. Dûre ji bo penîr diçin cihê çêlekê û Fato li wir dimîne. Lê ji ber ku çêlek dikare, Fato wî berdide. Êvarê qîza damarya wê tê cem Fato lê Fato hîn penîr xilas nekiribû. Damarya wê dibê; çi elamet hebe, çi elamet hebe di destê wî çêlekê de ye. Damarya wê xwe li nexweşînê datîne. Dûre ji mêrê xwe re dibê; welle tu wî çêlekê şerjê nekî, ezê bimirim. Fatoya guneh jî diçe ber serê çêleka diya xwe digirî û divê; ew ê te şerjê bikin, çêlek dibêje; bira min şerjê kin, goştê min hemiya re tel e, ji te re şirîn e. Hestiyê min jî hebek nevê, hemûyan têxe çelê, ew ê hemû bibe zêr û zîv, hema çi ji Xwedê bixwazî ew ê bide te. Dûre çêleka diya wê şerjê kirin. Goştê wî jî tenê ji Fato re şirîn bû, yên din re tel bû. Hemû goştê çêlekê Fato xwar e. Rojek dewetek hebû û damarya wê kûpek danî ber serê Fato û got; heta em ji dewetê hatin tu yê viya tije bikî hêsir. Dûre ew diçin û Fato dibîne tena serê xwe. Fato ji halê xwe re digirî û jinek xêrxwaz Fato di wê halê de dibîne û lê dipirse. Fato jî hal û mesela damarya xwe jêre dibêje. Jinik dibê tu dînî, çima tu yê tije bikî hêsir. Piçek xwêya xwe û kûpa xwe tije bike av, lehevxe bêje ev hêsir e. Dûre jinik dibê; potê xwe li xwe ke, em ê herin dewetê. Fato bi lez û bez çû cihê hestiya vedike û potê xwast li xwe kir û xwe xemiland. Dûre da pey jinikê çûn dewetê. Di dewetê de qasê bedewbûna Fato kesek din tûne bû, lê damarya wê di dewetê de wê dibîne û qîza xwe re dibê; ev Fato nîn e, min jêre gotibû, kûpê tijeke hêsir heta têm. Dûre damarya wê heta çû malê Fato çibûjî. Fato potê xwe deranî û rûnişt. Wexta damarya wê hat û got; êra Fato ez diçim dewetê tu li dewetêyî, ez têm vir tu li vir î. Fato dibê; qê yê bîna min tune ye…
Dema Fato li dewetê bû, dilê kurê Fakê ketibûyê. Dûre kurê Fakê, Fato ji xwe re dixwaze. Damarya wê qet xweş nebû ji vê halê re û girt Fato xist tendûrê û qîza xwe jî xist pişt perdê. Wexta ku kurê Fakê tê, Fato dibe dîk û dibê;

Qî qîrî qî… Fatma xanim li tendûrê, hêlik û pilik pişt perdê.

Çend caran Fatoya ku bûye dîk wiha dibêje û yek ji wan dibê; ka tendûrê binêrin, tiştek têda heye ku wisa qî qîrî qî… dike. Hindirê tendûrê dinêrin wa Fato di tendûrê de şeql û şemala xwe ya rind daye hindirê tendûrê. Fato ji tendûrê deranîn deweta wê kirin û Fato çû mala kurikê.
Çûyîna wê re demsal çû, zeman çû, damarya wê rojek ji Eyşo re dibê em herin xêrdîtina Fato. Çûn mala Fakê li wir Fato baş li wan dinêrî. Rojek ji Fato re dibêjin; em herin derê behrê ezê serê te û potê te bişom. Eyşo û Fato digire diçin derê behrê. Li wir wexta serê Fato dişon, qetek dirik pişta siyê Fato re dikin. Fato dibe kevok diçe serê darê. Damarya wê qîza xwe dixe cihê Fato û diçin malê. Kurik dibê Fato kanê damarya wê dibê Fato ev e, hingê ber golê gazî madaka kir û digot; koj koj koj… dev û lêvên wê werimîn û tavê li ber golê lê xistiye reş kiriye. Kurik jî dikeve şikê.
Dûre cotkarê wan dibê; ez çi qas diçim ber eşqa û cotkariyê kevokek wiha dibêje;

Qî qîlî qî qilocik.
Divê; Cotkaro!
Divê; haaaa!
Divê; kurê Fakê li mal e.
Divê; eeee.
Divê ereba reş a lêvdeqandî li bal e,
Divê; eeee.
Divê; halê Hesen û Huseynê min çane. 

Kevok wexta ev cotkarê dibîne hema wisa dibê. Cotkar jî diçe kurê Fakê re dibê. Kurê Fakê dibê, dîsa here cotê wexta dîsa got, bê deng nayê min hinek ber jêr were û wexta hat kevirek lêxe. Cotkar wexta diçe cotê, kevok dîsa dibêje;

Qî qîlî qî qilocik.
Divê; Cotkaro!
Divê; haaaa!
Divê; kurê Fakê li mal e.
Divê; eeee.
Divê ereba reş a lêvdeqandî li bal e.
Divê; eeee.
Divê; halê Hesen û Huseynê min çane.

Cotkar dibê deng nay hinek jêr da were û wexta nêzve tê kevirê davê lê dixe û destê xwe davêje çîmika siyê kevokê. Dîbîne ku tiştek di siyê kevokê de heye û wexta dirikê derdixe, dibîne ku Fato ya berê. Dûre Fato hal û meselê jêre dibê û dûre Fato dide pey xwe diçin malê. Fato li malê jî hemû tiştan ji wan re dibêje. Damarya wê û Eyşo jî li wir diçin.

“Ew çûn û Xwedê miradê wan rûyê dinyayê bike, ê me jî îman û quranê bike. Çîroka min çû diyara rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.” 

7 Nisan 2017 Cuma

Çîroka ji bo aşkirina zarokê

     


Huseyn kekê min de bisekine, jixwe wext dereng bû, êdî razê. Dibêjim nabêjim bêfeyde ye, Huseyn bi ya xwe dike û guh nade gotinên min. Aşkirina Huseyn ya Gurê Manço jî zortir e. Tenê rêyek hebû ew jî di ber xwe de çîrokek jê re bêjim, belkî ew dem raza… Huseyn ka bisekine ez ê ji te re çîrokek bibêjim.

Hebû ye, tune bûye, zarokek hebû ye. Ev zarok gelek nerihetiya dikir. Mezinê wê/î çi digot nedigot lê xebera wan nedikir. Rojek ew zarokê nerihet bi serê xwe diçe digere. Êdî gelekî ji malê dûr ketibû, lê xem nedikir. Ji gundê xwe dûr ketibû û nizanibû li ku derê ye. Dû re xwe bi xwe diaxive, stran distrê, bi awayek kêfa wir derdixist. Wext dereng bibû, hêdî hêdî vedigeriya mala xwe. Rê da daristanek dît, ji bo vegere mala xwe wê rêyê bikaranî. Lê ketibû nav talûkeyek xirab. Lawikê belengaz diçe naçe xwe ji nav daristanê xilas nake. Tirs û xofek mezin ketibû dil, êdî fêhm kiribû wenda bûye, di nav naçariyê de bi dengek bilind digiriya. Malbata wî jî meraq kiribûn, dîtin ku hîn nehatiye wan jî li kurê xwe digeriyan. Zarok jî gelek westiyabû, ji bo bê destûr ji malê derketibû, xebera wan nedikir… hwd. poşman bibû. Saet bibû heştê êvarê û di zarokê de taqet nemabû. Hêsirê jê biherike jî ziwa bibû. Dewxa wî diçû, êdî li ber ketinê bû lê dengek bihîst û dît ku malbata wî lê digerin, çi taqet tê da hebû, ber bi hêla wan da reviya. Diya xwe û bavê xwe dît, xwe avêt hemîza wan. Ev lehengê me wê rojê şûnve êdî bê dê û bavê xwe tiştek nekir.


Huseyn te çîrokê ecibande de ka bêje. Huseyn. Huseyn! Deng jê nedihat, min xwe bi ser wî re xar kir, dît ku raketiye. Belkî di serî de çîrokê guhdar nekiribû û ketibû xewê. Bişirîniyek li ser lêvê min xwe nîşan da û xewa li bendê bûm gazî min dikir.

5 Nisan 2017 Çarşamba

fotografkêş




Îroj ji bo min rojek taybet û mibarek e. Ez ê hevala xwe ya me hev bi tesadifî naskir bibînim. Ji ber wê yekê di roja herî kelecan û bextewar de me. Belkî ev hesta di min de di lehengên Decameron de jî tune ye. Kamera xwe ya wêneyan xist çente û ketim rê. Pêşî ji bo pê ra çawa biaxivim fikirîm lê ji ber tecrûba min a yekem e nizam çawa çêbe. Keştiya Kadikoyê siwar bûm û derketim cihê herî bilind. Li ber bayê pêlên deryayê temaşe dikir û bi awirên tûj diketim nav xeyalan… 

Qeraxa Kadikoy bi qelebalix û rengorenga xelqê ve hewayek xweş diheband. Hêdî hêdî ber bi hêla Bereva Modayê ve diçûm. Hewa îro gelek germ bû û ji ber ku hîn hênikayî nehatibû, ez jî derbasê di bin siya darek bûm. Li benda wê bûm, lê ew hîn li holê tune bû. Xofek bi ser laşê min ve dihat û ev bibû saetek li benda wê bûm. Rabûm ser xwe çend car ji serî heta binî çûm hatim lê ew nehat. Hêviya min hema li ber xilas bûnê bû, lê ji nişka va derket holê, ew nêzî min dibû û ez jî di nav kelecanî de ber bi wê de çûm û min li wê pirsî. Sedema derengmayîna wê jî ber astengiya tirafîkê bû. Me rojek xweş bi hev re bihurand. Êvarê dereng em her du jî ji ber meyê serxweş bibûn. Dema em hatin malê saet dihat yekê şevê. Wê cilê xwe ji xwe kir û derbasê banyoyê bû, min jî bi tesîra meyê ve kincê xwe derxist û ketim banyoyê. Min pêşî hinek şerm kir, lê ew wek pisporê van kara dixwiya. Singê wê yê gewr meriv mest dikir û mûyê giyanê min rep dibû. Wext gelekî dereng bû, êdî em derbasê odê bibûn. Ew ketibû xew a bextewariyê, min jî cixareyek vê xist û di nav dûmanê de bêqisûriya wê dimeyizand. Di çentê xwe de kamera xwe derxist û heb heb wêneyê wê kişand. Wêneyên bê destûr û xebera wê hatine kişandin hîn di nav albûma min de cihê xwe diparêze.

22 Mart 2017 Çarşamba

Xwedayê Azad



Azad! Azad! Azad! Lawê min de rabe, ji dibistana xwe dereng dimînî. Piştê cardin bangkirina diya wî serê xwe bilind kir û saetê meyizand dît ku saet 07:50 derbas dibe, di nav xof û tirsê de bi lez û bez ji nav cihê xwe rabû. Cilê xwe li xwe kir û qet serçavê xwe neşûşt derket derve. Tirsa mamoste li ser bibû, tirsa Xweda û dûre solê xwe xist pê û ber bi dibistanê ve reviya. Di nav fikrê qels de direviya. Geh ji Xwedayê xwe re bang dikir geh jî kelegirî dibû Azad. Xwe li ser dûwarê dibistanê avêt wiyalê din û hat ber deriyê dibistanê. Bi gavên kurt ve hêdî hêdî ket hindirê dibistanê. Dema ku hat ber deriyê polê, Xwedayê xwe alîkarî xwest û deriyê polê carek lêda û mamostê Azad got:

- Giirr! Dema Azad dît rengê rû yê wî guherî û got:

-  Sen yine mi geç kaldın.


Tirs li Azad zêde bibû, nizanibû çi bigota, serê wî tewandî û bi dengek lerizî got xewê da mabûm. Mamostê wî şimaqeq lêda û got cardin dubare neke. Azad bi hêsirê piçûk û şermokî li cihê xwe rûnişt. Di nav fikrên êş de nelet li  mamostê xwe dikir û ji Xwedayê xwe re digot; tu Xweda ninî.

16 Mart 2017 Perşembe

Kitêb çima ew qas giranin?



Aşqa kitêban bi awayek di jiyana meriv de destpê dike. Mirov di bin bandora kitêbandan dimîne û êdî ew û kitêb li gor xwe jiyanek diafirînin. Kitêb bi wî re ew pey kitêban li gor vê pêvajoyek dibore. Dema pere di berîka wî de nemîne ya dizî dike an jî ji cihek peyda dike. Hin caran şansek çê dibe û gelek kitêb dikeve dest, ew dem meriv ji kêfxweşiyê dertê asîman û dikevî nav xeyalên xwandina ev kitêban. Lê dem tê meriv çil, pêncî an jî sed kitêb bi hev re dikşîne cihek din. Zehmetiyek zor e, lê dema rêwîtî diqede, meriv dikeve nav bextewariyê. Tiştek wiha ecêb e. Lê bi awayek din, bê zehmetî jî kes nikare armanca xwe pêk bîne. Pişt van bûyeran pirs di hişê meriv de diqewime wek; Gelo kitêb çima ew qas giran e?  An jî agahî giran e ku kitêb jî biwan ew qas giran dibin? Pirsê wiha li meriv dizeliqe. Hinek komîk bû, lê hiş li giringiyê narêne û xwe bi xwe dikeve nav fikrên bêsînor. 

6 Mart 2017 Pazartesi

Esilzadeyê Afirîner Don Quijote yê ji La Mancha




A. Li gor şekl
1)Navê Resen ê Romanê: DON QUIJOTE
2)Nivîskarê Romanê: Miguel de Cervantes Saavedra
3)Dîrok û Cihê Çapbûna Romanê: Orjînal 1605 Îspanya, 1996 Stenbol(tirkî),2009- 2011 Stenbol (kurdî)
4)Weşanxaneya Romanê: Yapı Kredi Yayınları(tirkî), Weşanxaneya Doz(kurdî)
5)Hejmara Rûpelên Romanê: 900

 B. Li gor naverokê:
1) Jiyana Nivîskar:
Di sala 1547an de li Îspanya yê hatî dinê. Roman, şiîr û nivîskarek şanoyê ye. Hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de dest bi berhemên ceribandin û şanoyê kiriye. 15ê îlonê 1569an li Madrîdê ji ber ku yekî birîdar dike tê binçav kirin. Li gor qanûnê ewê milê wî yê rastê were birîn, lê ji ber ku di navbera Hîvperset(misliman) û Xaçperestan(xiristiyan) de şer dertê ew jî bi dixwaziya xwe diçe. Lê di şer de birîndar dibe û destê wî yê çepê tê jêkirin (çi îronîkî mezin). Dûre dîl hatî girtin. Çar car teşebûsê revandinê dike lê sernakeve, lê bi awayek tê welatê xwe û di rewşa aborî û debara xwe de bi pirsgirêkan re rû bi rû dibe. Di karê wî yê nû yê hesabgeriyê da şaşitî çêdibe cardin dikeve zindanê. Di zindanê de kitêba Don Kîşotê li gor rê û rêbazê ve zelal kir. Kitêba xwe ya serkeftî jî di sala 1605an de weşand. Ya din jî di sala 1615an de temam kir. Cervantes jî salek piştê kitêba duyem sala 1616an da rehmet dike
.
2) Kurtasiya Romanê:
Cîld l.

Navê wî yê rast Alonso Quejana ye. Alonso pir birçîyê kitêbê şovalyetiyê ye. Hemû wextê xwe bi xwandinê re dibuherîne, piştî wextek di bin xwandina van kitêban de tesîrek li ser Alonso çêdibe û xwe bi xwe dikeve nav xeyalên tûj, dûre hêdî hêdî di nav van xeyalan de dinyayek ava dike û ev dinya ji wî re dibe jiyanek şovalyetî. Biryara Alonso diçe ser vejandina şovalyetiyê û di şovalyetiyê de bibe yê herî mezin û Alonso wiha dibe merivek xeyalperest. Êdî xwe şovalye dihesibîne. Dûre hespa xwe Racinante siwar dibe û diçe xanê wir jî wek keleh dibîne, xweyê wî jî mîr dihesibîne. Piştî merasimek xweyê xanê wî dixe şovalye lê ji ber ku fêhm kir ku di Alonso de pirsgirêk heye. Dema vedigere malê dîntiya şovalyetî wî digire û ji bazirganan kutan dixwe. Alonso dûre navê xwe diguherîne û dixe Don Kîşot. Don Kîşot cîranê xwe ji Sancho Panza re dibê tu bi min re werî ez ê sozê walîtî didim. Sancho jî bi çav birçîtiyê qebûl dike. Û li ser biryara ku alîkariya feqîr û muhtacan bikin dikevin rê. Tenê kêmasiyek şovalyetî maye ew jî xoşewîstek hewceye. Di rê de keçikek gundî dibîne û wê jî ji xwe re dixe prenses, lê ji keçik tirê dîne jêra deng nake û Don Kîşot jî navê wê jî datîne Dulsinea El Toboso. Dûre ew û Sancho dikevin rêwîtiyek bi macerayî. Di rê de bi ba wezîn( yel değirmeni) re şer dike, wan wek hûtekî dibîne, Sancho jî bi metelmayî li Don Kîşot dinêre. Don Kîşot wan têk dive, lê Sancho çi qas got; ev ne hûtin lê dîsa bi ya xwe kir. Don Kîşot mijarên ji bilî şovalyetî jî mijûl dibe, gelek bi zanistî û hişmendî diaxive, ev jî Sancho dixe nav fikrên aloz.  Di rê de rastê şivanan tê û bi bûyerek ve rastê, ew jî evîniya Grisostomo ye ku ji Marcela hez dikir, lê Marcela bersivek neyînî dide û Grisostomo jî xwe dikuje. Rêya xwe berdewam dikin û di rê de ji xweyê xanê kutan dixwin, ji ber ku şovalye tiştê bixwe re pere nade. Don Kîşot bi şovalye re jî şer dike, ji xwe bi şans serkeftî dibe. Di rê de rastê êsîran tê, leşker wan dibir, lê Don Kîşot sedema sûcê wan pirsî, her yek sûcê xwe got û ser da jî got; me bi zorî dibin. Ev peyv li gor yasayê şovalyetiyê qedexeye. Don Kîşot wan xilas dike. Ji wan re dibê herin cem Dulsineayê pesnê min bidin, êsîr jî wexta fêhm kir dîn e wî û Sanchoyê guneh dixin û li wir direvin. Li Çiyayê Morena macerayek gelek balkêş diqewime, li wir jiyana çar kesan dinase û evîniya wan yê Cardenio, Lusinda û Doreta, Don Fernando. Li ser bûyera van çar kesan bi tesadifî li Çiyayê Morena kom dibin. Sancho jî peyama Don Kîşot nebir neda Dulsinea û bixwe re jî papaz û berberê gund anî wir. Bi awayek papaz û çar kesên din ser mijara Don Kîşot bo bivin gundê wî li hev dikin. Dûre diçin xanê û li wir kitêba “Çîroka Meraqdarê Bêminasebet” dixwînin. Piştî wê du kesên biyanî tê wir û bi awayek çîroka jiyana xwe vedibêje. Dûre yên din di rêya xwe de çûn, papaz û berber jî Don Kîşot dixin qefesek û wî tînin gundê wî.

Cîld ll.
Beşa duyem li gor ya yekem cuda ye. Ji ber ku Cervantes kêmasî û çewtiyê xwe di vî beşê de dinirxîne. Geh bixwe geh bi vegotina Don Kîşot. Qederê mehek şûnve Don Kîşot hespa xwe ya Racînante, Sancho jî kera xwe siwar dibin ku dîsa dest bi şovalyetiyê bikin, papaz û berber çi qas lava kirin bo neçin lê Don Kîşot fikrê xwe neguherand. Don Kîşot hîn neketibû rê got; em herin Dulcinea bibînin. Rengê Sancho jî ecêp dibe û ditirse virê wî diyar bibe. Di rê de Sancho wî dixapîne û keçek li ser kerê di rê de tê pêşiya wan û dibê ev Dulsinea ye. Don Kîşot xemgîn dibe û ji wî tirê dijminê wî sêhr lê kirî. Di rê de deweta Camacho dibîne lê bûyerek balkêş têda dertê, ew jî keçik berê da soz dabû Basilio lê ji ber ku Camacho dewlemend bû, bi wî re dizewicî. Basilio bi zîrekiya xwe û plana ku amade kiribû bi ser ket û ew bi wê re zewicî. Don Kîşot û Sancho di rê de rastê Şikefta Montesinos tê û Don Kîşot bi wêrekiya şovalyetî ve ket hindir, di hindir de xewnek li ser Dulcinea dibîne. Don Kîşot bûyera hat serî li Sancho re dibê, lê Sancho bawarê xwe pê nayne. Li wir diçin keleha prens û prensesê. Bi hatina Don Kîşotê navdar re pêşxwaziyek şovalyetî hat kirin. Lê prens û prenses pirtûka Don Kîşot xwandibûn û ji ber wê bi wan re lîstikek dilîze. Pêşî Sancho dixin walî. Walîtiya wî baş derbas dibû, lê ji ber ku xwarin zêde nedidan, ew jî roja dehan dev ji walîtî berda û tobe kir. Don Kîşot jî li kelehê serê wî ketibû bûyerek xirab. Prens û prenses keçikek dişînin ser Don Kîşot lê ji ber ku şovalye rûmeta xwe xira nakin û li ser Dulcinea soz dabû, ji ber vê xwe ji wê dûr xist. Di demek kurt de ji wir veqetiyan û berê xwe dan Barcelonayê. Hîn negihîştibû Barcelonayê di rê de çeteyek tê pêşiya wan, lê Don Kîşot xwe da nasîn, ew jî Don Kîşot bihîstibûn ji ber wê çûn cem serokê çetê, li wir Don Kîşot û Roque bi hev re gelek samîmî bûn. Roque, Don Kîşot û Sancho bi hev re, di rêyek nediyar de ketin Barcelonayê. Demek şûnve diçin keştiyê û li wir bûyerek diqewime. Keştiyek din êrîşê wan dike û wan digirin, di nav wan de keçikek potê mêra li xwe kiriye. Çîroka wê jî li keleha Osmaniyan derbas dibe û hatî Spanyayê. Ana Fêlix axaftina xwe bidawî dihanî, bavê wî yê Ricote wê nas kir. Rojek Don Kîşot tenê digeriya, li hemberê wî şovalyek derket, navê wî jî şovalyeyê eynikî ye. Lê yê rastî cînarê wî Sanson Carraso ye. Ji bo Don Kîşotê wê fikra şovalyetî bide guherandin duelo xwest. Got; kî serkeftî be, yê din şertê wî qebûl dike. Don Kîşot li ser bedewbûna Dulcinea soz da, Sonson jî li ser du sal di bin emrê min de bî soz da. Di duelo de Sanson bi ser dikeve û Don Kîşot jî serîditewîne li hemberê wî. Ji Don Kîşot dixwaze vegere mala xwe û Don Kîşot jî têkçûyîna şovalyetiyê bi keser vedigere gundê xwe. Qederek şûnve Don Kîşot nexweş dikeve, Sancho jî dil dike ku wî bixapîne dîsa bikevin nav macerayê lê êdî Don Kîşot baqil dibe û nalet li şovalyetiyê tîne êdî hîs dike mirina wî nêzîk hatî. Li ser çar xalan serweta xwe parve kir. Sozê dabû Sancho ji serweta xwe para wî de ya din jî li belengaza re yên mayî jî dide biraziyê xwe. Di dawî de dîsa nalet li kitêbên şovalyetî tîne û rehmet dike.

3)  Kesên Romanê:
a) Kesên Bingeh: Don Kîşot(Alonso), Sancho Panza
b) Kesên din: Dulcinea El Toboso, Berber, Papaz, Gînes de Pasamento, Dûş û Dûşeş, Terasa Panza, Sanson Carrasco, Antonia Quijana, Don Fernado, Cardenio, Lusinda Doreta

4) Cih: Di pirtûkê de cih gelek berfireh e. Bûyer li gelek cihan diqewime li gundê(manchal) wî, ba wezîn( yel değirmeni), xan(xana jî wek keleh dibîne, xweyê wî jî qral dihesibîne), keleha Prens û Prenses, Barcelona... hwd. Ji navê bajar û cihên bi kar aniye em pê derdixin ku cîh xaka Spanyayê ye
.
5) Dem: Di romanê de dem 1590 e. Dema şovalyetî têde heye û derebeg jî bi awayek rexneyî cihê xwe tê de dibînin. Di kitêbê roj, şev, meh, û rewşa hewa tê vegotin.

6)  Bergeh:
Nêrînek îlahî li ser romanê bi bandor e. Nêrîna îlahî bi awayek di  pirtûkê de bûyerê tê qewimandin, tê teswîr kirin, bi wayekî zanistî û hemû tiştan haydar e. Cervantes di pirtûkê de xwe gelek caran nîşan dide û li ser lehengê xwe hemû tişta dike. Hinek caran cihê xwe dide Hamît Badîncan hinek caran jî leheng-vebêjer eyni ye. Di pirtûkê de hemû bûyer di bin kontrola nivîskar de ye.

                 “La galateaya Miguel de Cervantes e,” got berber.
                       Cervantes kevnedostek min e; ez zanim ku qismetê wî ji şiîran bêtir ji bedbextiyê re vekiriye.
                       Bingeha kitêba wî ne xirab e,  ango li gor armanca wî ya sereke pêk nehatiye. Beşa duyem li
                       gor sozê wî hewceye mirov li bendê be: belkî bi serastkirina wî re, xweşbînî ya ku kêm bibû,
                      bi dest bixe. Niha li vê kitêbê baş miqatebe, hevalê birûmet.”     

                  Di vê metnê de jî kifşeye ku nivîskar çawa bi metnê re dilîze û hewayek cuda diafirîne. Cervantes dinyayek di hişê xwe de çêkirî û ew dinya wî bê guman ji jiyana ew demê jî tê. Nivîskar dema şerê xaçpesert da diçe welatên kurd, ereb û tirkan, li wir jiyanek cuda dibîne û dijî di pirtûkê de jî derbas dibe, nêrîna Cervantes û jiyana wî di pirtûkê de bi xeyalan ve gihîştine hev.

7)  Taybetiya Vegotin û Ziman:
Li gor vegotin û bikaranîna ziman, Don Kîşot gelek dewlemend e. Bi zimanekî îronî dinivîse. Vê keda wî jixwe li gor romana modern dive yekem. Destpêkirina modernê dinyayek nû ji bo romanê avadike. Dostyevskî li ser vê dibê; “Li gor fikrê mirov yê dawî û gotina herî mezin, li gor îfadekirina meriv îroniyek herî tûj e. Cervantes bi zimanek serkeftî li her derê dinyayê bû pêşeng û berhemên pey xwe tesîr kir”. Bi vegotinek cûr bi cûr ve temelê nifşên nû jî bandor kir e. Jale Parla li ser Don Kîşot wiha dibê; Don Kîşota Cervantes li gor modernê ne tenê romana yekem e, bi metaromanê ve temelê postmodernê di xwe de hewandiye. Bi vegotina xwe ve romanê xistiya astek bilind. Di beşa heştan de çîrokê nişkave xilas dike, lê berdewamiya wî di beşa din de dide. Gelek caran pirtûk di nava xwe de xwe dinirxîne û qala nivîskarên pirtûkê tê kirin. Bi zimanekî îronî wê demê rexne dike. 

- Bûyerên dîrokî û bandora wan li ser romanê: bê guman her romanek hatî nivîsîn çi pir çi hindik bingeha xwe ji bûyerên roja xwe digre. Ev hin deman rasterast dikeve nav romanê, hin deman jî bi awayek girtî. Ku em li Don Kîşota Cervantes dinihêrin û dixwînin bi awayek din em dîroka Spanya û Awrûpayê jî xitim dikin. Dema ji qirna 9an heta ya 15an rêvebiriyên Spanyayê avêtina ereban ji girava Spanyayê ji xwe re dikin armanc gelek şer û pevçûn di navbera van hêzan de derdikevin. Ligel eraban cihûyê wan deveran jî ji xaka xwe tên dûrxistin. Di bingeha seferên xaçperestan ên ber bi Rojhilata Navîn de jî ev tevgera Spanyayê heye û çendî caran jî serokên wan ji vir bûne. Di wê demê de bo bidestxitina xakên nû cihên pîroz ji bo xaçperestan sefer detpêkiribûn. Di van seferan de gelek serokên xwedî xakên fire an xakên bi sûran hatî dorpêçkirin hebûn. Van kesan dixwestin cihên bi dest xistine jî bixin bin kontrola xwe û dewlemendiyên wan deran ji xwe re bînin û hukmê xwe berfirehtir bikin. Van kesan heman demê de bi dehan belkî bi hezaran kesên bi çek jî li dora xwe dicivandin û bi xwe re dibirin şer. Hew xeyalê wan ya sereke hebû; piştî rizgarkirina cihên pîroz ji mislimanan bi dewlemendî li warê xwe vegerin. Helbet gelek ji wan venegeriyan û yên vegeriyan jî dîsa xwe di nava xizaniyê de dîtin. Hin ji van kesan li Awrûpayê dest bi şovalyetiyê kirin. Bê wî jî dem dema siwariyên hespan bûn. Bi vî awayê çanda şovalyetiyê belav bû. Di romanê de em vê bandorê bi rehetî dikarin bibinîn. Li gel vê rexneya giregirên welatê Spanyê jî di romanê de cihê xwe digre. Xirabûna wan û tedeyê li kesên din dikin. Her wiha ji xwe Don Kîşot ji dewlemendan digre û dide xizanan û bi awayek li dijî rewşa heyî ya Spanyayê ye.


Bi rastî jî Don Kîşot Servantes nivisand?: Nivîskarê pirtûka “Bajarê Peyvan”(YKY 2016, çapa 4.) Alberto Mangul di beşa “Pirtûkên Don Quijote”(rr.79-101) li ser vê îdayê bi awayek berfireh radiweste. Dema yekem car pirtûk li Madrîdê di sala 1605an de tê weşandin li ser berga wê “ji wergera erebî” tê nivisandin. Servantes jî vê rewşê waha dinirxîne. “Her çendî ez wek bavê Don Kîşot bêm xwûyan jî di rastiyê de ez zirbavê wî me” Dûre Servantes di cîlda duyem de jî vê bi zelalî dibêje. Destnivîsa bi erebî hatî nivisandin li pirtûkfiroşek dibîne û bi kesek erebzan dide wergerandin û ev jî heşt hefte berdewam dike. Berdêla wergerê jî nîv kîlo mevûj û du teneke genim dide. Nivîs aydê dîrokzanê ereb Seyyîd Hamîd Badincanî ye û bi sernavê “Esilzadeyê Afirîner Don Quijote yê ji La Mancha” hatî nivisandin. 

15 Şubat 2017 Çarşamba

xewna şeveke dirêj ya havînê

A Long Dream- Lukman Ahmad
Dara wek her rojan îro jî ketibû rêya karê xwe. Bi aciziyek serê xwe tewandibû ber xwe û bi riya kar de dimeşiya û di hindirê xwe de difikirî ka ez çi bikim? Êdî wî karê kambax ji wî re bibû jehr û nedixwest biçûya, di hişê xwe de dil kiribû dev ji karê xwe berde. Ji ber ku êdî ji wî re bibû barek giran. Lê car caran jî fikrê li hev nedikirin dihat hişê wî. Pêdiviyê hebûn jî bi alîkariya vî karê temîn dikir, eger ew dev jê vî karê berda vê demê kesek jî di quna wî jî nediniya.
Xebata wî ji wî re bibû ferz heta destê wî bihata ewê hewldana xwe bidomanda. Di nav van fikr û ramanan de rêya dirêj ji wî re gelek kin hatibû. Dema hate ber derê dikanê, wî patronê xwe dît, dilnerihet bû û hîs kir îroj jî ew ê xirab derbas bibe. Patronê wî mirovek tol û bihêrs bû, hema qûsûrek neyînî bidîta wî rojê ji meriv re heram dikir. Ew potronê tol, hema kîjan jinê bedew bihata cîhê kar xwe li ber wan xweş dikir û heta destê wî bihata ji bo şabûnê dibir cihek de. Dara ji van bûyeran pir aciz dibû, ne dikaribû xwe ber jinek de bide, ne jî dikaribû biaxiviya, hema çavên wî tolê heram li ser wî bû. Rojek Dara dîsa bêkêf dest bi kar kir, merivên dara nas dikirin fêhm kiribûn tiştek netişt tê de heye, lê ew jî wek Dara bûn ji ber wî qet eleqe nedidanê. Dara çû hêla firaqşoyê û firaqê tomê ser hev bûne bişûşta, lê wexta hat ber dezgeha firaqşo dîte elemanekê nû firaqa dişo.(gelo me bigota xebatkarek an kedkarek!) Dara jî bi şaşmayî lê dinêre, ev keç çawa li vir da dixebite, ew kurê kerê çawa vê keçikê li cem min dide xebitandin, di hişê xwe de derbas dikir. Dûra Dara bi kelecanî jê pirsî;
-          - Bibore! Tu çi kesî? Û li vir çi dikî?
Jana (erê navê wê canikê Jana bû, divê min navek ji lehengê çîroka xwe re bidîta) pêşî pirsa wî bêbersiv hîşt e, lê dûra hewce dît bersiv bide û got:
-        -  Ez Jana. Min li vir nû dest bi kar kir û dilê min heye qederek li vir bixebitim.
Nizam çima lê bersiva Jana, Dara bextewar kiribû. Dara êdî her roj bi Jana re dixebitî û di kar de hêdî hêdî hînî Jana dibû.
Êdî ev kar di serî de ji Dara re nû dixwiya û ev Dara ne wek bere bû, bi dilek û xwastinek cuda dixebitî, Jana ji wî re bibû ava zemzemê û Dara di laşe xwe de mirovek nû vedijand hêdî hêdî. Hîs dikir tesîrek mezin an jî pêwendiya Jana têda bandora xwe nîşan daye û hîs dikir bê Jana ev afirandin encam nedida. Dara û Jana êdî her roj bi hev re diçûn kar û êvar dibû bi hev re diçûn malên xwe, mala Dara çiqas dûrê mala Jana ba jî ew rê ya Jana hildibijart û di van demên bêkêmasî de, di şopa Jana de diçû. Her sibe dema sûretê Jana didît tîrêjên rojê di çavê xwe de hîs dikir û ev rojek nû bû ji Dara re. Qederek wisa derbas bû. Jana û Dara êdî bibûn yek mirov, lê hîn kesek ji hev re hestên xwe venegotibû û ev jî bêhizûrî dixist dilê wan, lê Dara ji vî bûyerê haydar bû û difikirî ezê çawa ji Jana re bibêjim. Di van bûyera de zêde wêrekî di xwe de nedidît û ev jî dilê Dara diêşand. Rojek Dara biryara xwe de û got: Ezê îcar ji Jana re bibêjim ji te hez dikim. Roja din Dara gazî Jana kir û got; were “Debar Kafeyê” tiştê ji te re bibêjim heye û qederek şûnda Jana hat cem Dara. Hevdû ramûsandin û rûniştin. Jana pir rind dixwiya û memikê vê yê wek sêv bala Dara kişandibû û hilma memikan ew mest dikir. Dara rewşa vê pirsî, lê Jana bi mede dixwiya û hîn Dara qala tiştek nekiribû ku ji nişke ve hêsirên vê dilop dilop herikî. Dara nizanibû çi bikira û bi şaşmayî sedema van hêsiran pirsî, lê Jana bersiva wî jî neda û bi lez û bez li wir rabû û di nav wan hêsiran de li wir dûr ket. Dara şoq bibû ji vî bûyerê re û nizanibû çi bikira. Dilê wî jî dikir hewar. Ew şev li ber çavên Dara nediçû, hîn sedema wê şevê jî nizanibû. Kambaxiyek wisa hatibû sere wî. Êdî wê rojê şûnda Dara qet Jana nedît. Diçû mala vê jî lê kesek tune bû. Qederek wisa derbas bû, dûra seh kir bavê vê ketibû nav faîzê, ji bo wî mala xwe bar kiribû. Çiqas hêrsa Dara dihat ji vî bextreşiyê re û hema çêrê bavê vê dikir, lê Jana jî tawanbar didît. Çawa dibû van tişta ji hezkiriya xwe re negotibû û çûbû. Ew dem herduyan jî dida ber çêrên bi tesîr û hema dihat bîra wî îcar zêdetirîn çêr dikir.                   
Dara jî êdî neçar bibû û dev ji çûyîna mala Jana ber da, lê di dilê wî de bibû kul ji ber ku evîniya xwe, hestên xwe pêşkêşiya Jana nekiribû…
Li ser wê bûyerê deh sal derbas bû. Dara êdî zewicî bû. Du zarê wî jî çêbû. Yek kur û yek jî qîz bû. Navê qîza xwe danîbû Jana…
 Rojek Dara qîza xwe girt û çûn gerê. Di rê de jî rojên berê yên ku bi Jana re di van rêya de derbas kiribû dihat bîra wî û di nav wan hest û hîsan de jê re wisa hat ku yek gazî wî dike û dibêje:
-       - “Dara!”
Di nav bîranînan de guh neda deng, lê deng dubare bû. Dîsa bi awayekî bilind û şid deng lê kir û got:
-         -  “Dara!”  
Gava Dara bi ser deng ve fetilî, dît ku Jana nêzî wî dibe. Pêşî bawer nedikir ew Jana ye, lê çiqas diçû nêzî wî dibû û êdî guman têda nemabû. Ew Jana bû. Çawa dibû ew qas sal şûnda Jana dibîne, Dara di cîhê xwe de nedibetilî û hêsirên wî dipaliya ser lêv an, qîza wî jî destê bavê xwe dişidand û fêhm nedikir bavê wî çima wisa hêsir dibarîne. Rewşa Jana jî baş nedixwiya û sipehiyên berfê ketibû nav porên wê jî. Ew jî wek Dara xemgîn dixwiya. Lê dîsajî xweşikiya xwe ya berê parastibû. Piştê deh sal şûnda dilê wan birûsk vedida li hemberê hev. Her du yan jî nedipeyivîn û bêdengiya wan ji wan re bibû ziman. Her du Jana cem wî bûn, lê kulên wan salan dilê Dara diêşand.
Çi qas lê dinêrî dilê wî diêşiya. Jiyana xwe bi Jana re hez dikir bihuranda, lê niha bi yekê din re ye û ev rewşa xirab di dilê Dara de agirê dojehê ji nû ve vêdixist û Dara di nav baskê Jana de, bi hêsirên deh salan ve ji xwe ve çû... 
(Aciziyên havîna 2016an)

8 Şubat 2017 Çarşamba

Xeyalên di 35C yê de



Wek hemî rojên dî îro jî dawiya kar hat û rojek dîsa bi dawî tê. Ji kar derketim û derketim derve. Bi derketina derve re jiyan hertim xweş û şirîn li min tê. Sedem nizam aciziya kar e an jî jiyana ez dixwazim derve ye? Hertim fikrên wiha di hişê min de tevlihevî çê kiriye. Di nav kolanên taksîmê de dimeşim û dîmenên cûr bi cûr û rengo rengo dimeyîzînim. Bi gavên kurt û teqûreqê amûr û stranên cuda di nav hîsên xwezayî de aram dibûm. Jinên wek ku di xeyalê min de hatibin xêz kirin, ez di vê rêyê de dibînim û bi çavên hestiyarî raçav li wan dikim. Ji ber wê ez çi qas dikevim vê rêyê xeyalên min xwe ji nû ve vedijîne û sîmayên taze diafirîne. Kuçe kuçe derbas bûm, êdî nêzî dûraxa hatibûm. Derbasê wiyalî rê bûm û li benda otabêsa ku diçe Kocamustafapaşa yê mam. Nizam çima wiha dibe, lê wexta ez çi qas têm vê dûraxê hêviyek li min digire û hîsek êrînî di dilê min de pêk tê. Di nav van fikran de otobês hat û derbasê hindir bûm. Gelemperî keçê ciwan yê xeyalê min dixemilînin ez di vê otobêsa 35C yê de rast têm û çi qas ji malê jî dûr keve bi vê diçim mal. Lê ticar wêrekî di xwe de nediye ku bi wan re biaxivim. Sedem ez jî nizanim, lê dibe ku bûyerek dêrûnî be an jî tiştek dî. Lê ez van kêmasiya di xeyalan de tetmîn dibim. Derbasê paldankek vala bûm û bi çavên zelal li dev û dorê xwe dinêrim ku wan keçên hêvî dikim heye an tune ye. Lê vê carê jî şansê min ligel min bû û ji bo xeyalên min dewlemend bibin bi qelema tûj tabloyek nû xêz kir e. Piştê xêzkirinê min destpê kir lêvên wê yê gul ramûsand, dûre bi sing û berê wê re kêfxweşî şa bûm. Hêdî hêdî hemû gewde yê wê bi lêvê xwe ve şûşt e. G. Boccacia li ser hevşabûnê dibê; lêv bi ramûsanê ve kem nabe, wek hîv ji nû ve hiltê. Min jî bi vê baweriyê ve cardin û cardin bi wê re bûm. Di nav van xeyalên bextewar de dengê deriyê otobêsê bihîst. Otobês tawest, ez jî pêya bûm. Lê ew tê de ma xeyalên min jî bi xwe re bir, ne xem e bila diyarî be jê re. Xewn dîsa di çavên min de diherike. Jixwe xeyal û xewn ne eynî tişt in.