Wek hemî rojên dî îro jî dawiya kar hat û rojek dîsa bi dawî
tê. Ji kar derketim û derketim derve. Bi derketina derve re jiyan hertim xweş û şirîn li min
tê. Sedem nizam aciziya kar e an jî jiyana ez dixwazim derve ye? Hertim fikrên wiha
di hişê min de tevlihevî çê kiriye. Di nav kolanên taksîmê de dimeşim û dîmenên
cûr bi cûr û rengo rengo dimeyîzînim. Bi gavên kurt û teqûreqê amûr û stranên cuda
di nav hîsên xwezayî de aram dibûm. Jinên wek ku di xeyalê min de hatibin xêz
kirin, ez di vê rêyê de dibînim û bi çavên hestiyarî raçav li wan dikim. Ji ber
wê ez çi qas dikevim vê rêyê xeyalên min xwe ji nû ve vedijîne û sîmayên taze
diafirîne. Kuçe kuçe derbas bûm, êdî nêzî dûraxa hatibûm. Derbasê wiyalî rê bûm
û li benda otabêsa ku diçe Kocamustafapaşa yê mam. Nizam çima wiha dibe, lê
wexta ez çi qas têm vê dûraxê hêviyek li min digire û hîsek êrînî di dilê min
de pêk tê. Di nav van fikran de otobês hat û derbasê hindir bûm. Gelemperî keçê
ciwan yê xeyalê min dixemilînin ez di vê otobêsa 35C yê de rast têm û çi qas ji
malê jî dûr keve bi vê diçim mal. Lê ticar wêrekî di xwe de nediye ku bi wan re
biaxivim. Sedem ez jî nizanim, lê dibe ku bûyerek dêrûnî be an jî tiştek dî. Lê
ez van kêmasiya di xeyalan de tetmîn dibim. Derbasê paldankek vala bûm û bi
çavên zelal li dev û dorê xwe dinêrim ku wan keçên hêvî dikim heye an tune ye.
Lê vê carê jî şansê min ligel min bû û ji bo xeyalên min dewlemend bibin bi
qelema tûj tabloyek nû xêz kir e. Piştê xêzkirinê min destpê kir lêvên wê yê
gul ramûsand, dûre bi sing û berê wê re kêfxweşî şa bûm. Hêdî hêdî hemû gewde yê
wê bi lêvê xwe ve şûşt e. G. Boccacia li ser hevşabûnê dibê; lêv bi ramûsanê ve
kem nabe, wek hîv ji nû ve hiltê. Min jî bi vê baweriyê ve cardin û cardin bi wê
re bûm. Di nav van xeyalên bextewar de dengê deriyê otobêsê bihîst. Otobês
tawest, ez jî pêya bûm. Lê ew tê de ma xeyalên min jî bi xwe re bir, ne xem e
bila diyarî be jê re. Xewn dîsa di çavên min de diherike. Jixwe xeyal û xewn ne
eynî tişt in.
saet xweş, qanqolcan :)
YanıtlaSilSpas gulê.
YanıtlaSilYaw bira te ev otobêsa 35C yê çiqas şîrîn kir li ber çavê min, ew otobêsa ku ez her roj suwar dibûm û diçûm zanîngeha Stembolê û dîsa pê re vedigeriyam dihatim mala xwe ya qata bodromê ya genî û bi ritûbet 🤣😂🤣
YanıtlaSil