Azad! Azad! Azad! Lawê min de rabe, ji dibistana xwe dereng dimînî. Piştê cardin bangkirina diya wî serê xwe bilind kir û saetê meyizand dît ku saet 07:50 derbas dibe, di nav xof û tirsê de bi lez û bez ji nav cihê xwe rabû. Cilê xwe li xwe kir û qet serçavê xwe neşûşt derket derve. Tirsa mamoste li ser bibû, tirsa Xweda û dûre solê xwe xist pê û ber bi dibistanê ve reviya. Di nav fikrê qels de direviya. Geh ji Xwedayê xwe re bang dikir geh jî kelegirî dibû Azad. Xwe li ser dûwarê dibistanê avêt wiyalê din û hat ber deriyê dibistanê. Bi gavên kurt ve hêdî hêdî ket hindirê dibistanê. Dema ku hat ber deriyê polê, Xwedayê xwe alîkarî xwest û deriyê polê carek lêda û mamostê Azad got:
- Giirr! Dema Azad dît rengê rû
yê wî guherî û got:
- Sen yine mi geç
kaldın.
Tirs li Azad zêde bibû, nizanibû
çi bigota, serê wî tewandî û bi dengek lerizî got xewê da mabûm. Mamostê wî
şimaqeq lêda û got cardin dubare neke. Azad bi hêsirê piçûk û şermokî li cihê
xwe rûnişt. Di nav fikrên êş de nelet li mamostê xwe dikir û ji
Xwedayê xwe re digot; tu Xweda ninî.
0 yorum:
Yorum Gönder