Huseyn kekê min de bisekine, jixwe wext dereng bû, êdî razê.
Dibêjim nabêjim bêfeyde ye, Huseyn bi ya xwe dike û guh nade gotinên min.
Aşkirina Huseyn ya Gurê Manço jî zortir e. Tenê rêyek hebû ew jî di ber xwe de
çîrokek jê re bêjim, belkî ew dem raza… Huseyn ka bisekine ez ê ji te re
çîrokek bibêjim.
Hebû ye, tune bûye, zarokek hebû ye. Ev zarok
gelek nerihetiya dikir. Mezinê wê/î çi digot nedigot lê xebera wan nedikir.
Rojek ew zarokê nerihet bi serê xwe diçe digere. Êdî gelekî ji malê dûr ketibû,
lê xem nedikir. Ji gundê xwe dûr ketibû û nizanibû li ku derê ye. Dû re xwe bi
xwe diaxive, stran distrê, bi awayek kêfa wir derdixist. Wext dereng bibû, hêdî
hêdî vedigeriya mala xwe. Rê da daristanek dît, ji bo vegere mala xwe wê rêyê
bikaranî. Lê ketibû nav talûkeyek xirab. Lawikê belengaz diçe naçe xwe ji nav
daristanê xilas nake. Tirs û xofek mezin ketibû dil, êdî fêhm kiribû wenda
bûye, di nav naçariyê de bi dengek bilind digiriya. Malbata wî jî meraq
kiribûn, dîtin ku hîn nehatiye wan jî li kurê xwe digeriyan. Zarok jî gelek
westiyabû, ji bo bê destûr ji malê derketibû, xebera wan nedikir… hwd. poşman
bibû. Saet bibû heştê êvarê û di zarokê de taqet nemabû. Hêsirê jê biherike jî
ziwa bibû. Dewxa wî diçû, êdî li ber ketinê bû lê dengek bihîst û dît ku
malbata wî lê digerin, çi taqet tê da hebû, ber bi hêla wan da reviya. Diya xwe
û bavê xwe dît, xwe avêt hemîza wan. Ev lehengê me wê rojê şûnve êdî bê dê û
bavê xwe tiştek nekir.
Huseyn te çîrokê ecibande de ka bêje. Huseyn. Huseyn! Deng
jê nedihat, min xwe bi ser wî re xar kir, dît ku raketiye. Belkî di serî de
çîrokê guhdar nekiribû û ketibû xewê. Bişirîniyek li ser lêvê min xwe nîşan da
û xewa li bendê bûm gazî min dikir.
0 yorum:
Yorum Gönder