Sibehek hîn dîkan serê xwe ji
pûnika xwe dernexistibû, Robîn di rewşek xemgînî de di hewşa malê de bi gavên
kurt devdorê xwe diçû dihat. Heta niha qet neketibû rewşek wiha kambax û bi
dengek hêdî xwe bi xwe diaxivî. Hesaba tiştek dikir û ev jî wî xistibû halek
neçar û dema ku jina wî ya Fatê derket ser balqonê û dît mêrê wê ketiye nav
xeyalên kûr û dirêj. Çend caran gazî kir e, lê deng nediçû Robîn û ew hîn jî
serê xwe dixwirand û dengek vizeviz derdixist. Jina wî Fatê heta ku hat goştê
milê wî quncirand hêj hat ser hemdê xwe. Fatê jê re got; şeveq şeveq ev çi halê
te ye, tu wek ji pîrebokan reviyabî halek di te de heye. Robîn hinek sekinî û
fikirî ku meseleyê ji xanim re bibêjim. Derbasê malê bûn û li ser mînderên li
devûdorê sobê hatî raxistin rûniştin û dest bi meseleya xwe kir. Wê rojê ez ji
çemê Muradê dihatim malê hevalê min î Cesim di rê de hat pêşiya min. Pêşî çend
caran ji min pirsên bereday pirsiya, dûre got ez ji te re tiştek dibêjim gere
tu ji kesekan re nebêjî, heta jina xwe re jî. Hinek xof ket dilê min lê fikirîm
ka ew ê çi bibêje ku ew qas mûhîm be. Dûre got ez tiştek hînbûm, li şûna mala
Elmecîd zêr heye zêr. Ez hinek di cihê xwe de sekinîm û min got; tu çawa dizanî
ev tiştê? Cesîm got; Sê roj berê çûm cem hevalekî xwe yê eskeriyê û ji min re
got e di demên berê de ji hêla Ermeniyan
gelek zêr hatiye binerd kirin. Û dema ku min bihîst di gundê we de jî gelek
Ermenî hebûne ez jî hin tiştan hînbûn û min vê xerîteyê bi dest xist.
Xerîtejî ev e. Robîn xerîteyê
dimeyizand û dûre serê xwe rakir got; ez vî cihê dizanim. Ev Kaniya Kokê ye.
Dûre Cesim ji Robîn re got; eger tu dixwazî vê karê em bi hev re bikin, hewceye
hayê kesî jê tune be û yên seh bike ew ê me şikyet bikin. Robîn jî kebûl kir û
herdu heval sozdan hev.
Hemû meseleyê Fatê jî hîn bibû û
hinek di serê wê de rûnişt û got; ez jî di derhekê Kaniya Kokê de meseleyek
bihîstibûm, lê min bawer nedikir û jixwe wek çîrok ji me re dihate gotin. Robîn
hinek meraq kir û daxwaz kir ku jê re bibêje. Fatê jî bişirî û dest bi çîrokê
kir. Berê di Kaniya Kokê de av hebû ye û xelqê gund çêlek û madakên xwe li ser
wir dida avdan. Û dihat gotin ku dema Ermenî dihatin kuştin xelqê misliman pêşî
mal û warên wan ji wan distandin û dûre wan dikuştin, dûre ji wan çend kes biryar
dan ku zêrên xwe bixin binê erda Kaniya Kokê. Ji ber ku dewarên mislimanan tên
av vedixwin û kêrê wan tê ji ber wê tiştek
wiha nayê hişê kesek ku zêr div ir de heye. Demek şûnve darek di nav wê avê de
kok daye û gelek gelek mezin bûye û dar avê demek şûnve miçiqandiye. Dema Fatê
xilas kir, kêfa Robîn zêdetir bû û got; bi rastî jî av niha tune ye û ev jî
rastiya zêran zêdetir dike. Fatê fêhm kir ku mêrê wê biçe wir bikole, lê wê jî
hîs kiribû ku di çîrokê de tiştek ji bîr kiribû hebû, lê mixabin nedihat hişê
wê û dia dikir ku nisûbetiyek xirab neyka serê wan.
Robîn bi şev rabû çû ba Cesîm û
herdû bi hev re şêwirîn û biryar dan ku roja lehteyê bikolin. Şeveqa lehteyê
Cesîm û Robîn bêr, qazme û mera xwe amade kirin û ji bo zêr jî erebok û torbe
ew ê bi xwe re bibirana. Wexta êvar hat herdû benda nîvê şevê man û digotin; eger
şivanan me nevînin, hayê çivîkan jî ji me tune be. Şev bû tarî û zirmat Robîn û
Cesîm melzemeyên xwe girtin û ketin rê. Çaryek saet şûnve gihîştin wir û tirsek
di dilê herduyan de çêbibû. Lê herdû jî merivên bi hêzbûn û ev parî dilê wan av
dida. Herdu bi hev re besmele kişandin û dest bi kolandinê kirin. Ji ber ku
çend roj berê şilî barîbû erd hîn sist bû gelek bi hêsanî dihate kolandin û di saetek
de sê metre kolandin. Robîn digot ev zêr li ku ma? Çima êdî em navînin?
Cesim bi bîhnek fireh digot; em
baş diçin û em ê bivînin. Nêzîkê pênç metreyan kolandibûn û ji melê sibehê re
saetek mabû. Fatê jî ji meraqa xew çavan neketibû û dia dikir ku bi silametî
vegerin mala xwe. Tirsek mezin di dilê Fatê de cih bibû û gotinên xelkê ku di derhekê
Kaniya Kokê de digotin hat bîra wê. Ew jî yên ku wir bikolin nisûbetiyek xirab
bê serê wan kesan. Xweyê zêran niviştek ne ji xêrê li ser zêran çêkiribûn. Fatê
bi lez û bez rabû çû cem melê gund û hemû tiştên mêrê wê jêre gotibû ji mele re
got û mele jî bi nêrînek şeytanok jina Robîn nêrî û biryar da ku herin wir hîn
xirabiyek nehitibe serê wan. Dema ku çûn
wir tu kesek li holê tune bû û tenê erebokek li wir hebû. Nêzî cihê kolandinê
bûn û tene şopa xweliya hatî bêrkirin û cihê kolandina hatî girtin dixwiya.
Wele çîrokeka xweş e ku meriv bi baldarî bixwîne. Destên te sax bin û hinekî din xoftir çîrokekî berdewamî heba dê jê çêtir tiştekî din tune baya :))
YanıtlaSilHûn saxbin, çîrokekî li gor tu dixwazî çendek din bikeve malperê:)
Sil