A Long Dream- Lukman Ahmad |
Dara wek her rojan îro jî ketibû rêya
karê xwe. Bi aciziyek serê xwe tewandibû ber xwe û bi riya kar de dimeşiya û di
hindirê xwe de difikirî ka ez çi bikim? Êdî wî karê kambax ji wî re bibû jehr û
nedixwest biçûya, di hişê xwe de dil kiribû dev ji karê xwe berde. Ji ber ku
êdî ji wî re bibû barek giran. Lê car caran jî fikrê li hev nedikirin dihat
hişê wî. Pêdiviyê hebûn jî bi alîkariya vî karê temîn dikir, eger ew dev jê vî
karê berda vê demê kesek jî di quna wî jî nediniya.
Xebata wî ji wî re bibû ferz heta destê
wî bihata ewê hewldana xwe bidomanda. Di nav van fikr û ramanan de rêya dirêj
ji wî re gelek kin hatibû. Dema hate ber derê dikanê, wî patronê xwe dît, dilnerihet
bû û hîs kir îroj jî ew ê xirab derbas bibe. Patronê wî mirovek tol û bihêrs bû,
hema qûsûrek neyînî bidîta wî rojê ji meriv re heram dikir. Ew potronê tol,
hema kîjan jinê bedew bihata cîhê kar xwe li ber wan xweş dikir û heta destê wî
bihata ji bo şabûnê dibir cihek de. Dara ji van bûyeran pir aciz dibû, ne
dikaribû xwe ber jinek de bide, ne jî dikaribû biaxiviya, hema çavên wî tolê
heram li ser wî bû. Rojek Dara dîsa bêkêf dest bi kar kir, merivên dara nas
dikirin fêhm kiribûn tiştek netişt tê de heye, lê ew jî wek Dara bûn ji ber wî
qet eleqe nedidanê. Dara çû hêla firaqşoyê û firaqê tomê ser hev bûne bişûşta,
lê wexta hat ber dezgeha firaqşo dîte elemanekê nû firaqa dişo.(gelo me bigota
xebatkarek an kedkarek!) Dara jî bi şaşmayî lê dinêre, ev keç çawa li vir da
dixebite, ew kurê kerê çawa vê keçikê li cem min dide xebitandin, di hişê xwe
de derbas dikir. Dûra Dara bi kelecanî jê pirsî;
- - Bibore! Tu çi kesî? Û li vir çi dikî?
Jana (erê navê wê canikê Jana bû, divê
min navek ji lehengê çîroka xwe re bidîta) pêşî pirsa wî bêbersiv hîşt e, lê
dûra hewce dît bersiv bide û got:
- - Ez Jana. Min li vir nû dest bi kar kir û
dilê min heye qederek li vir bixebitim.
Nizam çima lê bersiva Jana, Dara
bextewar kiribû. Dara êdî her roj bi Jana re dixebitî û di kar de hêdî hêdî
hînî Jana dibû.
Êdî ev kar di serî de ji Dara re nû
dixwiya û ev Dara ne wek bere bû, bi dilek û xwastinek cuda dixebitî, Jana ji
wî re bibû ava zemzemê û Dara di laşe xwe de mirovek nû vedijand hêdî hêdî. Hîs
dikir tesîrek mezin an jî pêwendiya Jana têda bandora xwe nîşan daye û hîs
dikir bê Jana ev afirandin encam nedida. Dara û Jana êdî her roj bi hev re
diçûn kar û êvar dibû bi hev re diçûn malên xwe, mala Dara çiqas dûrê mala Jana
ba jî ew rê ya Jana hildibijart û di van demên bêkêmasî de, di şopa Jana de
diçû. Her sibe dema sûretê Jana didît tîrêjên rojê di çavê xwe de hîs dikir û
ev rojek nû bû ji Dara re. Qederek wisa derbas bû. Jana û Dara êdî bibûn yek
mirov, lê hîn kesek ji hev re hestên xwe venegotibû û ev jî bêhizûrî dixist
dilê wan, lê Dara ji vî bûyerê haydar bû û difikirî ezê çawa ji Jana re bibêjim.
Di van bûyera de zêde wêrekî di xwe de nedidît û ev jî dilê Dara diêşand. Rojek
Dara biryara xwe de û got: Ezê îcar ji Jana re bibêjim ji te hez dikim. Roja
din Dara gazî Jana kir û got; were “Debar Kafeyê” tiştê ji te re bibêjim heye û
qederek şûnda Jana hat cem Dara. Hevdû ramûsandin û rûniştin. Jana pir rind
dixwiya û memikê vê yê wek sêv bala Dara kişandibû û hilma memikan ew mest
dikir. Dara rewşa vê pirsî, lê Jana bi mede dixwiya û hîn Dara qala tiştek
nekiribû ku ji nişke ve hêsirên vê dilop dilop herikî. Dara nizanibû çi bikira
û bi şaşmayî sedema van hêsiran pirsî, lê Jana bersiva wî jî neda û bi lez û
bez li wir rabû û di nav wan hêsiran de li wir dûr ket. Dara şoq bibû ji vî
bûyerê re û nizanibû çi bikira. Dilê wî jî dikir hewar. Ew şev li ber çavên
Dara nediçû, hîn sedema wê şevê jî nizanibû. Kambaxiyek wisa hatibû sere wî.
Êdî wê rojê şûnda Dara qet Jana nedît. Diçû mala vê jî lê kesek tune bû.
Qederek wisa derbas bû, dûra seh kir bavê vê ketibû nav faîzê, ji bo wî mala
xwe bar kiribû. Çiqas hêrsa Dara dihat ji vî bextreşiyê re û hema çêrê bavê vê
dikir, lê Jana jî tawanbar didît. Çawa dibû van tişta ji hezkiriya xwe re negotibû
û çûbû. Ew dem herduyan jî dida ber çêrên bi tesîr û hema dihat bîra wî îcar
zêdetirîn çêr dikir.
Dara jî êdî neçar bibû û dev ji çûyîna
mala Jana ber da, lê di dilê wî de bibû kul ji ber ku evîniya xwe, hestên xwe
pêşkêşiya Jana nekiribû…
Li ser wê bûyerê deh sal derbas bû. Dara
êdî zewicî bû. Du zarê wî jî çêbû. Yek kur û yek jî qîz bû. Navê qîza xwe
danîbû Jana…
Rojek Dara qîza xwe girt û çûn gerê. Di rê de
jî rojên berê yên ku bi Jana re di van rêya de derbas kiribû dihat bîra wî û di
nav wan hest û hîsan de jê re wisa hat ku yek gazî wî dike û dibêje:
- - “Dara!”
Di nav bîranînan de guh neda deng, lê
deng dubare bû. Dîsa bi awayekî bilind û şid deng lê kir û got:
- - “Dara!”
Gava Dara bi ser deng ve fetilî, dît ku
Jana nêzî wî dibe. Pêşî bawer nedikir ew Jana ye, lê çiqas diçû nêzî wî dibû û
êdî guman têda nemabû. Ew Jana bû. Çawa dibû ew qas sal şûnda Jana dibîne, Dara
di cîhê xwe de nedibetilî û hêsirên wî dipaliya ser lêv an, qîza wî jî destê
bavê xwe dişidand û fêhm nedikir bavê wî çima wisa hêsir dibarîne. Rewşa Jana
jî baş nedixwiya û sipehiyên berfê ketibû nav porên wê jî. Ew jî wek Dara xemgîn
dixwiya. Lê dîsajî xweşikiya xwe ya berê parastibû. Piştê deh sal şûnda dilê
wan birûsk vedida li hemberê hev. Her du yan jî nedipeyivîn û bêdengiya wan ji
wan re bibû ziman. Her du Jana cem wî bûn, lê kulên wan salan dilê Dara diêşand.
Çi qas lê dinêrî dilê wî diêşiya. Jiyana
xwe bi Jana re hez dikir bihuranda, lê niha bi yekê din re ye û ev rewşa xirab
di dilê Dara de agirê dojehê ji nû ve vêdixist û Dara di nav baskê Jana de, bi hêsirên deh salan ve ji xwe ve çû...
(Aciziyên havîna 2016an)
0 yorum:
Yorum Gönder