Erebê Şemo di 1897an de, li gundê
Sûsizê ya bajarê Qersê ji dayîk bûye. Ew dever di wê heyamê de, di bin
desthilatdariya ûrisan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne,
di sala 1913an de dema ku 16 salî bû, dest bi paletiyê dike. Erebê Şemo ji bilî
zimanê kurmancî, bi ûrisî, tirkî, yewnanî û ermenîkî jî dizanibû. Demeke dirêj
jî endamtiya xwe ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenîstanê didomîne.
Di sala 1931an de, Erebê Şemo li
Lenîngradê rastî Qanate Kurdo tê. Û hevaltiyeke baş di navbera wan de çê dibe.
Li wira dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê, nivîsên li ser
pirsgirêkên kurdî amade dike û li Ermenîstanê çap dike.
Erebê Şemo di sala 1978an de jiyana
xwe ji dest daye.
Romanên wî: Şivanê Kurmanca(1935),
Dimdim(1966), Jiyana Bextewar(1967), Hopo(1969) û Berbang(1958) in. Kitêba wî
ya berhevkirî bi navê “Hikayetên Gelê Kurd” tê weşandin.
Romana Şivanê Kurmanca romana Kurdî
ya yekem e û di 1935an de hatî weşandin û roman şopa jiyana nivîskar dihewîne.
Roman wek xwejînenîgarî ya Erebê Şemo xwiya dike, roman bi zaroktiya nivîskar
ve destpê dike û pey şoreşa Sovyetê bi ketina nava sîyaseta nivîskar ve dawî
dibe. Nivîskar pêşî bi nasandina malbata xwe ve dest bi romanê dike. Bavê
nivîskar Şemo gundîkî hejar e û bi gavantiya ku ji bo malê dewlemendan ve
debara xwe dike û bi vê awayê jiyana xwe derbas dikin. Zarên Şemo, Biro û
Dewrêş hîn piçûkbûn ji ber wê nikaribûn alîkariya bavê xwe bikin. Zarên din
Çîçek, Gogê û nivîskar bixwe Ereb tên dinyayê. Malbat her sal li gundek gavantî
an jî di xebateke din de dixebitin. Û debara xwe bi van karan ve dikirin.
Gundên ku tê de dixebitîn jî ji miletên ku nîjada wan cuda ne pêk dihat wek;
Hurum, Tirk, Êrmen, Melegan û Kurd. Navbera malbata Ereb û yên gelên din hin
caran baş bû lê piranî xirab bû.
Ereb çi qas mezin dibe alîkariya
malbata xwe dike û ji xwe ji vir şûnve serpêhatiyên wî bi xwe ye. Dû re bi cîhbûna
gundek din ve Ereb di dibistanê de dixebite û li wir hînê xwandinê dibe. Gelek
astengî di zaroktiya xwe da dibîne lê neçar e ku ji bo malbata xwe bixebite. Ji
ber ku malbata Ereb her sal cihê xwe diguherînin bi gelên din re rû bi rû tên û
Ereb ji ber vê gelek netewan ji nêz ve dinase û hînî ziman û jiyana wan jî
dibe. Ereb gelek ziman hîn bibû wek zimanê tirka, êrmenîya, kurmanca, huruma û
ûrisa. Di wê demê de ku netewên ji wan re xirab bûn derdixe ber çav. Wek di
rûpel şêst û sisiyan de li ser Melegana wiha gotiye; “ Melegana teva hevra digotin
bira û xûşkê. Lê ne angorî wan gilîgotinêd xwe bûn: gelle zulm û zelûlîya wan
hebû. Melegana xwe hesab dikir “xwedê nas”, lê milletêd mayîn wana hesab dikir
çewa “ xwedê ne nas”, ne temiz û xirab”.
Nivîskar di derbarê Melegan de wiha gotiye û hêla wan a xirab jî derxistiye
holê.
Em di romanê de nêrînên neteweyên
din li ser kurdan çawa ne jî dibînin, di rûpela heştê û duyan de jinek êrmen li
ser kurda wiha gotiye; “ kurmance teve ussa dizin, qaçaxin, hila binêr – evê
çûk hatiye vira, dîsa bê dizînahewe”. Em di romanê de nêrînên gel yên erînî û
neyînî, nerînên Ereb an jî bi navê din nivîsakarê romanê, li ser wan gelan
dikarin bibînin û jiyana wê demê ji nêz de hîn bibin. Ereb dema mezin dibe
beşdarê artêşa Rûsan dibe. Şerê 1914 di navbera Osmanî û Rûsan de dibe û ji ber
Ereb gelek zimana zanibû wek tercûman dikeve nav artêşa Rûsan. Di wir de jî
perê ku qezenc dikir dema diçû malê dida bavê xwe. Dema di nav artêşê da bû
zewacek ne serkeftî derbas dike û dev ji fikrê zewaca berdide. Dû re em di şerê
wê demê da jî gelek tiştan hîn dibin. Di rûpela sed û heftê û şeşan de
nivîsakar wiha qal dike; “Ser Sarîqamîşê şerekî hêla hebû. Romê û daşnaka dikire
şer. Ser rîya merî dikuktin cîyê bela sebab”. Bûyerên dema şer nivîskar ji
nêz ve nîşanê me daye. Ereb di şeran de şer jî kiribû. Ereb jiyana wê demê, jiyana
şer, jiyana gundiyan, jiyana kurdên koçer aniye ber çavên me. Jiyana wî tê re
romanek bû.
Ereb di nav Şoreşgerên Rus de bû û li wir jî bi
kesên sosyalîst re têkilî datîne. Hin caran tê girtin û îşkence pê tê kirin.
Heta Şoreşa Îlonê di nav şoreşê de bû, dûre bolşevîkan wî dişînin Kavkazê nava
kurdan. Êdî xebatê wî ji bo civak û gundiyan bû. Gundî di bin bindestiya
dewlemend û şexsên zordar de bû, Ereb jî ji bo wê pêvajoyê biguherîne diçe
dikeve nav wan.
Lehenga sereke ji xwe Erebê Şemo bi xwe ye. Yên
din jî wiha dikarin rêz bikin; Şemo bavê wî, xwişkê wî Çîçek û Goyê, Hevalê wî
yê eskeriyê Şpak, mêrê meta wî Sefo û qîza wî Karê, Seyda û qiza wî Marûsîya.
Em dikarin van kesan rêz bikin lê bê zanîn ku van lehengan jî zêde aktîv nîn
in, em tenê dikarin ji Ereb Şamîlov re bêjin lehenga sereke ye.
Di romanê de dem li gor kronolojiyê diçe. Bi
zaroktiya Şemo bigire heta mezinahiya wî çi qewimiye an çi jiyaye derbasê
romanê kiriye. 1914 Şerê Rom-Ûris, Şoreşa Îlonê bi dîroka xwe ve tête zanîn.
Di romanê de cih gelek
berfireh e. Roman li gelek gundan, bajaran û welatan derbas dibe. Sedema wê jî
lehengê me ji malbatekê koçer e. Cih li ûrisê, kurdistanê, ermenîstanê û di gund û bajarên wan deran de derbas dibe.
Navê cihan nehatî veşartin û hemû hatî bilêvkirin. Cih li hemû deran vekirîne.
Vebêjerê romanê lehengê yekem bi xwe ye.
Lehengê yekem jî nivîskar bi xwe ye. Ango nivîskar û lehengê me vegotina kesê
yekem(ez,min) bikaranîye. Vebêjer bi xwe di nav bûyeran daye û tiştên ku
tê serê wî vedibêje. Nivîskar uslûbek devokî bikaranîye. Uslûb
bi zamanê kesê yekem ve hatî neqilkirin û uslûbek çîrokî derdikeve pêş.
Nivîskar çîroka xwe dibêje û hin caran dîalog jî tê xwiya kirin.
0 yorum:
Yorum Gönder