17 Aralık 2017 Pazar

Kaniya kokê


Sibehek hîn dîkan serê xwe ji pûnika xwe dernexistibû, Robîn di rewşek xemgînî de di hewşa malê de bi gavên kurt devdorê xwe diçû dihat. Heta niha qet neketibû rewşek wiha kambax û bi dengek hêdî xwe bi xwe diaxivî. Hesaba tiştek dikir û ev jî wî xistibû halek neçar û dema ku jina wî ya Fatê derket ser balqonê û dît mêrê wê ketiye nav xeyalên kûr û dirêj. Çend caran gazî kir e, lê deng nediçû Robîn û ew hîn jî serê xwe dixwirand û dengek vizeviz derdixist. Jina wî Fatê heta ku hat goştê milê wî quncirand hêj hat ser hemdê xwe. Fatê jê re got; şeveq şeveq ev çi halê te ye, tu wek ji pîrebokan reviyabî halek di te de heye. Robîn hinek sekinî û fikirî ku meseleyê ji xanim re bibêjim. Derbasê malê bûn û li ser mînderên li devûdorê sobê hatî raxistin rûniştin û dest bi meseleya xwe kir. Wê rojê ez ji çemê Muradê dihatim malê hevalê min î Cesim di rê de hat pêşiya min. Pêşî çend caran ji min pirsên bereday pirsiya, dûre got ez ji te re tiştek dibêjim gere tu ji kesekan re nebêjî, heta jina xwe re jî. Hinek xof ket dilê min lê fikirîm ka ew ê çi bibêje ku ew qas mûhîm be. Dûre got ez tiştek hînbûm, li şûna mala Elmecîd zêr heye zêr. Ez hinek di cihê xwe de sekinîm û min got; tu çawa dizanî ev tiştê? Cesîm got; Sê roj berê çûm cem hevalekî xwe yê eskeriyê û ji min re got e di demên berê de ji hêla Ermeniyan gelek zêr hatiye binerd kirin. Û dema ku min bihîst di gundê we de jî gelek Ermenî hebûne ez jî hin tiştan hînbûn û min vê xerîteyê bi dest xist.

Xerîtejî ev e. Robîn xerîteyê dimeyizand û dûre serê xwe rakir got; ez vî cihê dizanim. Ev Kaniya Kokê ye. Dûre Cesim ji Robîn re got; eger tu dixwazî vê karê em bi hev re bikin, hewceye hayê kesî jê tune be û yên seh bike ew ê me şikyet bikin. Robîn jî kebûl kir û herdu heval sozdan hev.

Hemû meseleyê Fatê jî hîn bibû û hinek di serê wê de rûnişt û got; ez jî di derhekê Kaniya Kokê de meseleyek bihîstibûm, lê min bawer nedikir û jixwe wek çîrok ji me re dihate gotin. Robîn hinek meraq kir û daxwaz kir ku jê re bibêje. Fatê jî bişirî û dest bi çîrokê kir. Berê di Kaniya Kokê de av hebû ye û xelqê gund çêlek û madakên xwe li ser wir dida avdan. Û dihat gotin ku dema Ermenî dihatin kuştin xelqê misliman pêşî mal û warên wan ji wan distandin û dûre wan dikuştin, dûre ji wan çend kes biryar dan ku zêrên xwe bixin binê erda Kaniya Kokê. Ji ber ku dewarên mislimanan tên av vedixwin û  kêrê wan tê ji ber wê tiştek wiha nayê hişê kesek ku zêr div ir de heye. Demek şûnve darek di nav wê avê de kok daye û gelek gelek mezin bûye û dar avê demek şûnve miçiqandiye. Dema Fatê xilas kir, kêfa Robîn zêdetir bû û got; bi rastî jî av niha tune ye û ev jî rastiya zêran zêdetir dike. Fatê fêhm kir ku mêrê wê biçe wir bikole, lê wê jî hîs kiribû ku di çîrokê de tiştek ji bîr kiribû hebû, lê mixabin nedihat hişê wê û dia dikir ku nisûbetiyek xirab neyka serê wan.

Robîn bi şev rabû çû ba Cesîm û herdû bi hev re şêwirîn û biryar dan ku roja lehteyê bikolin. Şeveqa lehteyê Cesîm û Robîn bêr, qazme û mera xwe amade kirin û ji bo zêr jî erebok û torbe ew ê bi xwe re bibirana. Wexta êvar hat herdû benda nîvê şevê man û digotin; eger şivanan me nevînin, hayê çivîkan jî ji me tune be. Şev bû tarî û zirmat Robîn û Cesîm melzemeyên xwe girtin û ketin rê. Çaryek saet şûnve gihîştin wir û tirsek di dilê herduyan de çêbibû. Lê herdû jî merivên bi hêzbûn û ev parî dilê wan av dida. Herdu bi hev re besmele kişandin û dest bi kolandinê kirin. Ji ber ku çend roj berê şilî barîbû erd hîn sist bû gelek bi hêsanî dihate kolandin û di saetek de sê metre kolandin. Robîn digot ev zêr li ku ma? Çima êdî em navînin?


Cesim bi bîhnek fireh digot; em baş diçin û em ê bivînin. Nêzîkê pênç metreyan kolandibûn û ji melê sibehê re saetek mabû. Fatê jî ji meraqa xew çavan neketibû û dia dikir ku bi silametî vegerin mala xwe. Tirsek mezin di dilê Fatê de cih bibû û gotinên xelkê ku di derhekê Kaniya Kokê de digotin hat bîra wê. Ew jî yên ku wir bikolin nisûbetiyek xirab bê serê wan kesan. Xweyê zêran niviştek ne ji xêrê li ser zêran çêkiribûn. Fatê bi lez û bez rabû çû cem melê gund û hemû tiştên mêrê wê jêre gotibû ji mele re got û mele jî bi nêrînek şeytanok jina Robîn nêrî û biryar da ku herin wir hîn xirabiyek nehitibe serê wan.  Dema ku çûn wir tu kesek li holê tune bû û tenê erebokek li wir hebû. Nêzî cihê kolandinê bûn û tene şopa xweliya hatî bêrkirin û cihê kolandina hatî girtin dixwiya.