8 Temmuz 2018 Pazar

Blognûs a li Emerîkayê



Piştî panzdeh seat axir gihîştim Îndîanapolîsê. Rêwîtiya balafirê gelek min westandibû. Lê baş bû ku xizmetek hêja dikirin. Ji Stenbolê çarê sibê derketibûm û li Îndîanapolisê jî hema roja din çarê êvarê bû. Ji Parîsê veguhêzî pê balafirê derbasê Îndianapolîsê bûm. Di rêyan de xewa min tu car nayê û  hertim bê xewn dibînim. Lê vê carê tiştek ecêb qewimî. Şeva birê diketim ranezabûm û xewa min pir li Parîsê dihat lê tirsa  jê mayîna balafirê xewn nediket çavên min. Qederê sê seat di balafirgeha Parîsê mam û ji aciziyê nizam çend caran di hindir da çûm hatim. Di seat donzdeh û nîvan de ew ê rêwîtiya emerîkayê destpêbikira. Mabû seatek min. Çûm ber derê têketina balafirê û rûniştim. Ji xew re çûbûm. Nevxêr dema şiyar bûm seat dihat yekî û dilê min dikir zingezing. Tirsa jêmayîna balfirê dilê min peritand. Hema rabûm çûm ber derî, hîn li ber derî çend kes hebûn û piçek rehet bûm, dûre çûm ba wan û bilêta xwe nîşan da û baş bû ku gihîştim çend kesên dawî ku ew jî derbasê hindir dibûn.

Piştî gîhiştina Îndînapolîsê çûm ji bo valêza xwe bigirim, lê pêşî li pasportê nêrîn baş bû ku zêde tişt ji min nepirsîn jixwe ji devê wan tişt nedihat fehmkirin. Gelek bi lez diaxivîn. Dûre ber bi duraxa otobêsan ve çûm zêde nekişand li wir bûm. Ji çend kesên navnîşana ku biçim nîşan da lê nizanibûn kîjan erebe diçe wir. Çend kes got bi Uberê ve dikarî herî lê telefona min li vir nedişixûlî. Çi qas diçû bîna min teng dibû û germahiyek sosret li vî welatê hebû. Qederê seatek di bin germahiyê de mam û dît ku kesek nayê hewara min a bêdeng vegeriyam çûm cihên taqsîyên taybet. Taqsiyek hat û siwar bûm navnîşana xwe nîşan da û got qederê nîv seat şûnve em ê bigihîjin. Li ser dilê min giraniyek peyda bû, ew jî dolarên ku didim vê taqsîyê. Nîv seat xwedê bizanibe ewê çi qas ji  min bistîne. Dema em gihîştin otelê û şofêr got; pêncî û du dolar. Hey Xwedê te nehêle ev qas pere tê dayîn, malmîrat Xwedayê te heye got, dilê xwe de. Lê pêra ketim bazartiyê û me li ser pêncî dolarê bi hev kir. Du dolarê xwe xilas kirim. Destpêkek nebaş bû ji bo min gere perê xwe li gor debara xwe xerc bikim. Lê vê tiştê ji bîr nekim ji vir şûnve bi taqsîyên rengpîs ji vir naçim wir! Valêza xwe girt ketim hindirê otelê, keçekê li wir hebû, xwe pêra da nasîn û ji ber gelek westiyabûm zêde axaftinê dirêj nekir, ew jî fehm kir û nifta derî da min.  Hatim odê û piştî rêwîtiya dirêj bi taqeta ku hîn di min de maye xwe avêt ser ciyên ku teze di bin lepên yekê de derbas bûbe...


11 Haziran 2018 Pazartesi

Şîfreya min dikare bi şîfreya te!


Şîfreyênku em ji bo malperan xwe çêdikin çiqas bi ewle ne? Çêkirina şîfreyek ji bo me zehmet tê ji ber ku pêşî em nizanin çi ji xwe re bikin şîfre û xwe bi tiştên hêsan  ve  jê xilas dikin û ev jî xetereyeke mezin derdixe holê. Dema şîfreyek çê dikin piranî dîroka rojbûnê, nav û paşnav an yekî heta heştan, tc û nimreya telefonê ji xwe re dikin şîfre. Bi we ev çi qas ewle ye? Ji bo vê pirsê em ji vê malpera “How secure is my password?” bipirsin. Ev malper ewlehî qeweta şîfreyê dinêre û ji hêla hackeran ve di demek çi qasî de tê dîtin diyar dike.

Ser meselê dema em dikevin malpereke ku em baş nizanin çiye em bi şîfreya xwe ya mailê dikevinê û ev jî dibe sedema xetereyeke. Pêşniyaza min ew e sif ji bo tiştên beredeyî maileke bê vekirin û ew bê bikaranînin. Şîfre jî bi tîpên mezin û piçûk, hejmar, karakterên taybet baştir e.

Ka tu jî şîfreya xwe biceribîne û bibîne çiqas bi hêz e!

https://howsecureismypassword.net


27 Nisan 2018 Cuma

Revînek Ji Dibistanê




Di pişt dîwarên dibistanê de li ser çokan rûniştibû û bi destên xwe bi keviran dilîst. Hêsirên wî wek moriyan jê dihat xwar. Bêhna wî êdî jêre zêde dihat û hêdî hêdî wî difetisand. Her çiqas diçû giriyên wî bideng dibû. Kevirê di destê xwe de dişidand û bi dûr ve davêt. Dengê girîna wî ji kevir dûrtir diçû û di nav bayê de bela dibû.

Ronî donzdeh salî bû. Malbata wî ji bo xwendinê wî şandibû dibistana YİBO. Lê ji bo wî ev tişt gelek zûbû û nedixwast li dûrê malbata xwe bixwîne. Dibistana wî sê seat ji gundê wî dûr bû. Ji bo çûyîna malê jî sê hefta carek destûr hebû. Ev jî ji bo Ronî demek gelek dirêj bû. Roja ku Ronî ji mala xwe bihata xwe nedigirt  û bi hestên germ ve dest bi girînê dikir. Ronî îroj jî ji gund hatibû û bêrîkirina dê, bav, xwişk û bira wî ji dibistanê dûr xistibû û bi tena serê xwe pişt dîwar dimeşiya. Çav û rûyên wî sor bibû û bi destên xwe rûyê xwe paqij dikir, hin caran dixwast diya wî vê rewşa wî bibîne. Dev dorê xwe rênî tu kesek tune bû. Serê wî wek motoreke ku seatan e dişixwule germ bibû û Ronî hîn jî li malê difikirî. Dixwast di pişt van dîwaran de xwe veşêre û êvarê bireve mal. Lê tirsa xoceyan nedihîşt gav bavêje. Heke keseke bê destûr ji dibistanê bireviya ceza dihat dayîn. Lê hêdî hêdî dilê wî hênik dibû û fehm kir ku girîn ji bo wî gelek baş e. Xwe di ser dîwar de avêt hewşa dibistanê û çû ba gundiyên xwe. Gundiyên wî ji bo wî gelek bi qîmet bûn û dixwast hesreta mal bi wan ji bîr bike. Dema ku xwe gihand ba wan gundiyên wî jî di nav xwe de diaxivîn. Yek ji wan got em ê birevin mal. Dema Ronî vê bihîst dilê wî wek şirqîna birûskeke hejiya. Di cih de guh da wan. Gundiyên wî  plan kiribûn ku ber êvarkî birevin mal. Ronî bextewar bû. Dît ku gundiyên wî jî wek wî di derdê malê de ne. Bişirînek dirêj li ser lêvên wî xweya dikir. Hêdî hêdî tav di pişt çiyan de dadiket û dema çûyîna wan nêz dibû.  Çendek din hemû bi hev re xwe di ser dîwar de avêtin wiyalî din û bi coşek ber bi gunda bazdan. Heta gund nesekinîn û  di nav gund de hemû kes ber bi malê xwe ve bela bûn. Ronî hat ber deriyê malê û bi tiliyên hişk li derî da. Diya wî derî vekir. Ronî ji kêfan dikir bifiriya. Diya wî metelî rûyê wî paçî kir û jê pirsî:

-Tu gere li mekteba xwe nebûya, çi bû ku tu hatî?

Ronî vê pirsê hêvî nedikir û fikirî ku virek bivîne. Ji nişke ve kaxizek ji çentê xwe derxist û got:

-Xocê min xwest ku baba vê kaxizê îmze bike.

Li ser vê bersivê kêfa wî zêdetir bû. Malbata wî ji vira wî bawer kiribû. Ronî şeva xwe li gor dilê xwe derbas kiribû. Dema ku sibeh bû, dîsa rûyê wî reng avêt û bêmede bû. Taştiya diya wî jê re amade kiribû jî nexwar. Dîsa ket riya dibistanê. Qet nedixwest  biçûya û nikaribû vegeriya malê jî. Dema gihîşt dibistanê ji tirsan nizanibû çi bikira. Ber bi sinifa xwe ve çû. Bi tirs di cihê xwe de rûnişt. Çendek şûnve xoceyeke gazî wî kir. Ronî bi nigên ricifîn ket oda xocê xwe. Xoceyê ku qasê gayek gir û sitû qalind pêşî Ronî têr û temîz kuta, dûre kutanê jê re têrê nedît di ser de jî cezaya hemû tuwaletên dibistanê bêpaqijkirin da Ronî. Di hindirê xwe de hezar nelet li wan xoceyan û vê xwandinê dihanî. Tenê dixwast biçûya malê. Neçar bû. Ronî bi çavên hêsir ber bi tuwaletan ve çû...


23 Mart 2018 Cuma

-Tu çima wiha bêdeng î?



Serê min di ber min de û çavên min jî li ser rûpelên dawiya kitêbê bû. Êdî nizanibûm ji kengê de ye dixwînim. Lê hema hema ber bi xilasbûnê bû. Bi kêf ber bi qedandina pirtûkê ve di nav demê de diherikîm.  Bi şanazîyek devê pirtûka xwe girt û qederek jî li ser wê ketim nav fikrên kûr. Dûre stuyê xwe yê ku li ser pirtûkê xam bibû rakir. Dilê min çû çay û ji bo çay vexwarinê ji pirtûkxanê derketim û daketim jêr. Malmîratan vê salê bûhayê çayê zêde kiribûn û ji ber ku alternatîfek din tune bû mecbûr bûm ji wan qûndeyan bikiriyama. Çaya xwe girt û di cihek guncan de rûniştim. Di wê navberê de nivîsên ku nû ketibûn blogê dixwend. Dûre ew hat ba min.

Ew li min pirsî min jî wê pirsî û em ketin nav bêdengiyek. Bêdengiya me çi qas diçû me ji hev dûr dixist û ber bi windabûyîneke ve diçû. Êdî min jî biryar da ku çerxa bêdengbûnê vegerînîm û min got:

-Tu çima wiha bêdeng î?

- Ez bêdengiyê hez dikim, got.

Û em dîsa bêdengbûn wek du kesên bê ziman. Tenê çavên me bêwate li hev dinêriya. Demek şûnve dîmenên li ber çavên me jî tarî dibûn û ber bi kûrahiyê ve diçû.

Ez rabûm bi gavên  nerm ji wê dûr ketim. Dema pişt xwe dinêrî tenê reşahihek tîr dixwiya û min berê xwe ber bi ronahiya pêşiya xwe ve vegerand û derketim jor. Pirtûkekî nû girt destê xwe û vegeriyam cihê xwe.



5 Mart 2018 Pazartesi

Hinek jî ez şa bim



Piştî nanê êvarê em ji malê derketin û ber bi Taksîmê ve çûn. Demek şûnve programa Chalak Eventsê destpê bikira, ji ber wê me dema xwe li gor wan dirist kiribû. Bîstek şûnve me xwe gihand e wir û bi derenceyan derketin qata terasê. Em di dema xwe de hatibûn. Hêj jî dihatin û di demek kurt de salon tije bû, êdî cih nema ku em xwe bilivînin. Hêdî hêdî kesên ku bixwastana derdiketin sahneyê û xwe didan nasîn,  hinek jî laqirqî dikirin û vedigeriyan cihên xwe. Ez neçûm sahnê. Dûre Ferzan Şêr derket sahnê, ji ber ronahiya sahnê gelek zêde bû Ferzan serê xwe xistibû ber xwe û qala mînoriyê dikir. Pey wî Kawayê Nemir hat bo axaftinê, ew jî pesnê hin kesan da û bi fira dawî ya bîraya xwe ve çû rûnişt. Her hal serxweş bû. Dûre Ergin Opengin hat lê ji ber ku îcar jî ez serxweş bûm, min guh neda axaftina dear Ergin. Êdî dem ber bi derengiya şevê ve diçû. Sahne ev dor bû ya stranbêjan. Çend heb stranbêjên kurd hatibûn û bi klamên xweş ve kela dilê me safî kirin. Çi qas diçû atmosfer baştir dibû û di nav stran, rep, laqirdî û helbestên kurdî ve dihatin dawiya Chalakê. Di dawî de jî me erf û edetê xwe ji bîr nekir û em derbasê govendê bûn. Me bi giranî ve destpê kir, dûre me dît em germ bûn derbasê sivikî bûn. Ez ketibûm serê govendê kêf kêfa me bû. Dûre keçikek hat ket destê min, heqê keçikê nexwim, keçik ji min baştir dileyîst. Êdî bala min çûbû ser lîstika keçikê lê şansê wê pêra nebû ji ber ku memikdana wê jêda ket û min jî bala xwe da memikên wê. Pey re keçik çû pişt, pêşî dev û dorê xwe raçav kir û pey re jî memikdana xwe rast kir e. Jixwe êdî ez li wir nemam û derketim derve. Di bin şilîyê de ber bi duraxa 35C yê ve çûm.  

1 Mart 2018 Perşembe

Ger û geştek li Stenbola her carî...




Stenbol îcar ji hatinê min ên berê sartir bû. Hema bêje Xwedê sermaya Serhedê tomkirî û li ser Stenbolê da valakirî ye. Ev hatina min a dawî gelek tijî derbas bû. Ez, Azad û Kulîlk bi hev re çûn sergîyên ku vê gavê vekirî ne. Pêşî em çûn Depo Galerî. Li wir li ser medyayên ku li Tirkiyeyê hatî çapkirin û nav bi nav rojnameyên pêşî di kîjan salê de derketine nîşan dane.

Rojnameya kurdî di sala1898an de ji hêla Mîthat Mîqdat Berdirxan ve hatî derxistin. Ev ji bo kurda dîrokek gelek derengmayî ye. Ji ber ku Ermenan xebatên xwe di sala 1832an de destpê kirî û heta sala 1923ya 598 rojname û kovaran derxisti ne. Vê gavê em li xebatê kurdan binêrin heta sala 1923yan hema hema devdorê deh an panzdeh kovar û rojname derketiye. Hema Yahudî, Rûm, Ermen di vê demê de gelek çalak bûne û xebatên xwe li gor kurdan zûtir destpê kirine.

Di sergiyê de kovar û rojnameyên berê bigire heta niha her yekî nûshayek bi dûwar daliqandine.Û di hindir de bi dengek kêm stranên kurdî, tirkî, zazakî, ermenkî û yên yahûdiyan vekiribûn. Ev jî atmosferek baş xistibû hindir.



Dûre em ji wir derketin di nav kolanên pişt Taksîmê yên sar û seqem de ber bi C.A.M Galeriyê ve çûn. Li wir jî sergiyek hebû û me got, em jê bêpar nemînin. Em ketin cihê sergiyê li wir jî resmên ku Mahmur Celayir xêz kiribûn hebû. Bi rastî jî resmên wî baş bûn. Hemû resmên wî axê nîşan dida lê axek reş û li ser axê boyaxên cûr bi cûr hebû, ev jî tiştek aloz derxistibû ortê û fikarandinek di hîşê meriv de çêdikir. Ji ber ku mêrik evqas demek xwe yê dirêj daye van resman, em jî hinek daha li wir man û me resmên xwe bi resman ve kişand û me xwe xist nava resmek din.



Havîn bû, nizam kîjan meh bû lê ez bawerim ku havîn bû û ez çûm Masumiyet Müzesi, lê belaş,ji ber ku kî/ê kitêbê bi xwe re bihaniya ji mesrefê xilas dibû, min jî wisa kir. Lê min kitêbê nexwandibû. Hema dilê min xwest û ez jî çûm. Hema bêje tişt miştên kitêbê jê derketî û ketî vê avahiya sor. Dûwarek bi qotikên cixarê ve hatibû pêçandin û li kêlaka wê jî agahî dida derheqê wê da. Ev ji bo min baş bû. Hema hemû tiştên li wir min bi kêfxweşî dinêrî û dixwend. Ev lehengê me jî dizek têra xwe hebûye. Êdî dawiya kitêbê û muzeyê dihat û min kitêbê di wê muzeyê de xilas kir e. 

17 Ocak 2018 Çarşamba

Li Rojên Xwe Yên Çûyî Bifikirin




“Biharê dema giya nû şîn dibû” dîroka rojbûna gelek kesan e û gelek kesan ev dîrokê bikar tîne. Ez jî di van rojên biharê de hatime dinyayê. Di malbatê de herî biçûk ez bûm, mezinên me dibê; “piçûkê malê kûçikê malê”. Lê belê berevajiya vê gotinê jiyana min borî û di malbatên me de kesê herî piçûk kesê herî biqîmet e.

Dema behsa piçûktiya min dikin, gelek tiştên neyînî di derbarê min de dibêjin  wek; tu gelek bêar û bêşerm bû, te zarê me dixist…whd. Nizam gelo, ev qas zarokek bêar bûm? Tê bîra min ez gelek bi qîza apê xwe re têkildar bûm û min tiştên wê yên lîstokê dizî dikir û hin(pirê) caran jî dilê wê ji xwe dihîşt. Birayê wê yê Azad ango kurê apê min heyfa wê ji min derdixist. Lê niha em gelek baş in bi hevdu re. Tê bîra min diya min bastêq û mêwîjan dixist bin qenepê û min jî bi silekiya xwe diçûm wê qenepa giran bilind dikir û têra xwe tiştan dixwar. Hingî zarokek nerehet bûm hîn jî nifirên wan tên bîra min mîna; tu negîjî sibê, Xwedê emrê sendiyo, birûsk li te keve, topa sedam li te keve, emir kinoo…

Emrê meriv derbas dibe û tenê bîranînên meriv bi meriv re dimîne. Pirê caran rewşên nebaş meriv nêzîkê bîranînan dike. Gava meriv ji halê xwe ne razî û pêşiya xwe bigûman be, dizivire, li rojên xwe ê derbasbûyî dinêre(Qedrî Can). Niha jî  xwest van rojên nexweş dixwazim bi rojên derbasbûyî ve xweş bikim. Lê xewa min tê, îroj ev qas bîranîn bes e.