A. Li gor şekl
1)Navê Resen ê Romanê: DON QUIJOTE
2)Nivîskarê Romanê: Miguel de
Cervantes Saavedra
3)Dîrok û Cihê Çapbûna Romanê:
Orjînal 1605 Îspanya, 1996 Stenbol(tirkî),2009- 2011 Stenbol (kurdî)
4)Weşanxaneya Romanê: Yapı Kredi
Yayınları(tirkî), Weşanxaneya Doz(kurdî)
5)Hejmara Rûpelên Romanê: 900
B. Li gor naverokê:
1) Jiyana Nivîskar:
Di sala 1547an de li Îspanya yê
hatî dinê. Roman, şiîr û nivîskarek şanoyê ye. Hîn di temenê xwe yê ciwantiyê
de dest bi berhemên ceribandin û şanoyê kiriye. 15ê îlonê 1569an li Madrîdê ji
ber ku yekî birîdar dike tê binçav kirin. Li gor qanûnê ewê milê wî yê rastê were
birîn, lê ji ber ku di navbera Hîvperset(misliman) û Xaçperestan(xiristiyan) de
şer dertê ew jî bi dixwaziya xwe diçe. Lê di şer de birîndar dibe û destê wî yê
çepê tê jêkirin (çi îronîkî mezin). Dûre dîl hatî girtin. Çar car teşebûsê
revandinê dike lê sernakeve, lê bi awayek tê welatê xwe û di rewşa aborî û
debara xwe de bi pirsgirêkan re rû bi rû dibe.
Di karê wî yê nû yê hesabgeriyê da şaşitî çêdibe cardin dikeve zindanê. Di
zindanê de kitêba Don Kîşotê li gor rê û rêbazê ve zelal kir. Kitêba xwe ya
serkeftî jî di sala 1605an de weşand. Ya din jî di sala 1615an de temam kir.
Cervantes jî salek piştê kitêba duyem sala 1616an da rehmet dike
.
2) Kurtasiya Romanê:
Cîld l.
Navê wî yê rast Alonso Quejana
ye. Alonso pir birçîyê kitêbê şovalyetiyê ye. Hemû wextê xwe bi xwandinê re
dibuherîne, piştî wextek di bin xwandina van kitêban de tesîrek li ser Alonso
çêdibe û xwe bi xwe dikeve nav xeyalên tûj, dûre hêdî hêdî di nav van xeyalan
de dinyayek ava dike û ev dinya ji wî re dibe jiyanek şovalyetî. Biryara Alonso
diçe ser vejandina şovalyetiyê û di şovalyetiyê de bibe yê herî mezin û Alonso
wiha dibe merivek xeyalperest. Êdî xwe şovalye dihesibîne. Dûre hespa xwe Racinante
siwar dibe û diçe xanê wir jî wek keleh dibîne, xweyê wî jî mîr dihesibîne. Piştî
merasimek xweyê xanê wî dixe şovalye lê ji ber ku fêhm kir ku di Alonso de
pirsgirêk heye. Dema vedigere malê dîntiya şovalyetî wî digire û ji bazirganan
kutan dixwe. Alonso dûre navê xwe diguherîne û dixe Don Kîşot. Don Kîşot cîranê
xwe ji Sancho Panza re dibê tu bi min re werî ez ê sozê walîtî didim. Sancho jî
bi çav birçîtiyê qebûl dike. Û li ser biryara ku alîkariya feqîr û muhtacan
bikin dikevin rê. Tenê kêmasiyek şovalyetî maye ew jî xoşewîstek hewceye. Di rê
de keçikek gundî dibîne û wê jî ji xwe re dixe prenses, lê ji keçik tirê dîne
jêra deng nake û Don Kîşot jî navê wê jî datîne Dulsinea El Toboso. Dûre ew û
Sancho dikevin rêwîtiyek bi macerayî. Di rê de bi ba wezîn( yel değirmeni) re
şer dike, wan wek hûtekî dibîne, Sancho jî bi metelmayî li Don Kîşot dinêre.
Don Kîşot wan têk dive, lê Sancho çi qas got; ev ne hûtin lê dîsa bi ya xwe kir.
Don Kîşot mijarên ji bilî şovalyetî jî mijûl dibe, gelek bi zanistî û hişmendî
diaxive, ev jî Sancho dixe nav fikrên aloz. Di rê de rastê şivanan tê û bi bûyerek ve
rastê, ew jî evîniya Grisostomo ye ku ji Marcela hez dikir, lê Marcela bersivek
neyînî dide û Grisostomo jî xwe dikuje. Rêya xwe berdewam dikin û di rê de ji
xweyê xanê kutan dixwin, ji ber ku şovalye tiştê bixwe re pere nade. Don Kîşot
bi şovalye re jî şer dike, ji xwe bi şans serkeftî dibe. Di rê de rastê êsîran
tê, leşker wan dibir, lê Don Kîşot sedema sûcê wan pirsî, her yek sûcê xwe got
û ser da jî got; me bi zorî dibin. Ev peyv li gor yasayê şovalyetiyê qedexeye.
Don Kîşot wan xilas dike. Ji wan re dibê herin cem Dulsineayê pesnê min bidin,
êsîr jî wexta fêhm kir dîn e wî û Sanchoyê guneh dixin û li wir direvin. Li Çiyayê
Morena macerayek gelek balkêş diqewime, li wir jiyana çar kesan dinase û
evîniya wan yê Cardenio, Lusinda û Doreta, Don Fernando. Li ser bûyera van çar
kesan bi tesadifî li Çiyayê Morena kom dibin. Sancho jî peyama Don Kîşot nebir
neda Dulsinea û bixwe re jî papaz û berberê gund anî wir. Bi awayek papaz û çar
kesên din ser mijara Don Kîşot bo bivin gundê wî li hev dikin. Dûre diçin xanê
û li wir kitêba “Çîroka Meraqdarê Bêminasebet” dixwînin. Piştî wê du kesên
biyanî tê wir û bi awayek çîroka jiyana xwe vedibêje. Dûre yên din di rêya xwe
de çûn, papaz û berber jî Don Kîşot dixin qefesek û wî tînin gundê wî.
Cîld ll.
Beşa duyem li gor ya yekem cuda
ye. Ji ber ku Cervantes kêmasî û çewtiyê xwe di vî beşê de dinirxîne. Geh bixwe
geh bi vegotina Don Kîşot. Qederê mehek şûnve Don Kîşot hespa xwe ya Racînante,
Sancho jî kera xwe siwar dibin ku dîsa dest bi şovalyetiyê bikin, papaz û
berber çi qas lava kirin bo neçin lê Don Kîşot fikrê xwe neguherand. Don Kîşot
hîn neketibû rê got; em herin Dulcinea bibînin. Rengê Sancho jî ecêp dibe û
ditirse virê wî diyar bibe. Di rê de Sancho wî dixapîne û keçek li ser kerê di
rê de tê pêşiya wan û dibê ev Dulsinea ye. Don Kîşot xemgîn dibe û ji wî tirê
dijminê wî sêhr lê kirî. Di rê de deweta Camacho dibîne lê bûyerek balkêş têda
dertê, ew jî keçik berê da soz dabû Basilio lê ji ber ku Camacho dewlemend bû,
bi wî re dizewicî. Basilio bi zîrekiya xwe û plana ku amade kiribû bi ser ket û
ew bi wê re zewicî. Don Kîşot û Sancho di rê de rastê Şikefta Montesinos tê û
Don Kîşot bi wêrekiya şovalyetî ve ket hindir, di hindir de xewnek li ser
Dulcinea dibîne. Don Kîşot bûyera hat serî li Sancho re dibê, lê Sancho bawarê
xwe pê nayne. Li wir diçin keleha prens û prensesê. Bi hatina Don Kîşotê navdar
re pêşxwaziyek şovalyetî hat kirin. Lê prens û prenses pirtûka Don Kîşot
xwandibûn û ji ber wê bi wan re lîstikek dilîze. Pêşî Sancho dixin walî.
Walîtiya wî baş derbas dibû, lê ji ber ku xwarin zêde nedidan, ew jî roja dehan
dev ji walîtî berda û tobe kir. Don Kîşot jî li kelehê serê wî ketibû bûyerek
xirab. Prens û prenses keçikek dişînin ser Don Kîşot lê ji ber ku şovalye
rûmeta xwe xira nakin û li ser Dulcinea soz dabû, ji ber vê xwe ji wê dûr xist.
Di demek kurt de ji wir veqetiyan û berê xwe dan Barcelonayê. Hîn negihîştibû
Barcelonayê di rê de çeteyek tê pêşiya wan, lê Don Kîşot xwe da nasîn, ew jî
Don Kîşot bihîstibûn ji ber wê çûn cem serokê çetê, li wir Don Kîşot û Roque bi
hev re gelek samîmî bûn. Roque, Don Kîşot û Sancho bi hev re, di rêyek nediyar
de ketin Barcelonayê. Demek şûnve diçin keştiyê û li wir bûyerek diqewime.
Keştiyek din êrîşê wan dike û wan digirin, di nav wan de keçikek potê mêra li
xwe kiriye. Çîroka wê jî li keleha Osmaniyan derbas dibe û hatî Spanyayê. Ana
Fêlix axaftina xwe bidawî dihanî, bavê wî yê Ricote wê nas kir. Rojek Don Kîşot
tenê digeriya, li hemberê wî şovalyek derket, navê wî jî şovalyeyê eynikî ye.
Lê yê rastî cînarê wî Sanson Carraso ye. Ji bo Don Kîşotê wê fikra şovalyetî
bide guherandin duelo xwest. Got; kî serkeftî be, yê din şertê wî qebûl dike.
Don Kîşot li ser bedewbûna Dulcinea soz da, Sonson jî li ser du sal di bin emrê
min de bî soz da. Di duelo de Sanson bi ser dikeve û Don Kîşot jî serîditewîne
li hemberê wî. Ji Don Kîşot dixwaze vegere mala xwe û Don Kîşot jî têkçûyîna
şovalyetiyê bi keser vedigere gundê xwe. Qederek şûnve Don Kîşot nexweş dikeve,
Sancho jî dil dike ku wî bixapîne dîsa bikevin nav macerayê lê êdî Don Kîşot
baqil dibe û nalet li şovalyetiyê tîne êdî hîs dike mirina wî nêzîk hatî. Li
ser çar xalan serweta xwe parve kir. Sozê dabû Sancho ji serweta xwe para wî de
ya din jî li belengaza re yên mayî jî dide biraziyê xwe. Di dawî de dîsa nalet
li kitêbên şovalyetî tîne û rehmet dike.
3) Kesên Romanê:
a) Kesên Bingeh: Don
Kîşot(Alonso), Sancho Panza
b) Kesên din: Dulcinea El Toboso,
Berber, Papaz, Gînes de Pasamento, Dûş û Dûşeş, Terasa Panza, Sanson Carrasco,
Antonia Quijana, Don Fernado, Cardenio, Lusinda Doreta
4) Cih: Di pirtûkê de cih gelek
berfireh e. Bûyer li gelek cihan diqewime li gundê(manchal) wî, ba wezîn( yel
değirmeni), xan(xana jî wek keleh dibîne, xweyê wî jî qral dihesibîne), keleha
Prens û Prenses, Barcelona... hwd. Ji navê bajar û cihên bi kar aniye em pê
derdixin ku cîh xaka Spanyayê ye
.
5) Dem: Di romanê de dem 1590 e. Dema
şovalyetî têde heye û derebeg jî bi awayek rexneyî cihê xwe tê de dibînin. Di
kitêbê roj, şev, meh, û rewşa hewa tê vegotin.
6) Bergeh:
Nêrînek îlahî
li ser romanê bi bandor e. Nêrîna îlahî bi awayek di pirtûkê de bûyerê tê qewimandin, tê teswîr
kirin, bi wayekî zanistî û hemû tiştan haydar e. Cervantes di pirtûkê de xwe
gelek caran nîşan dide û li ser lehengê xwe hemû tişta dike. Hinek caran cihê
xwe dide Hamît Badîncan hinek caran jî leheng-vebêjer eyni ye. Di pirtûkê de
hemû bûyer di bin kontrola nivîskar de ye.
“La galateaya Miguel de Cervantes e,” got berber.
Cervantes kevnedostek
min e; ez zanim ku qismetê wî ji şiîran bêtir ji bedbextiyê re vekiriye.
Bingeha kitêba wî ne xirab e, ango li gor armanca wî ya sereke pêk nehatiye.
Beşa duyem li
gor
sozê wî hewceye mirov li bendê be: belkî bi serastkirina wî re, xweşbînî ya ku
kêm bibû,
bi dest bixe. Niha li vê
kitêbê baş miqatebe, hevalê birûmet.”
Di vê
metnê de jî kifşeye ku nivîskar çawa bi metnê re dilîze û hewayek cuda
diafirîne. Cervantes dinyayek di hişê xwe de çêkirî û ew dinya wî bê guman ji
jiyana ew demê jî tê. Nivîskar dema şerê xaçpesert da diçe welatên kurd, ereb û
tirkan, li wir jiyanek cuda dibîne û dijî di pirtûkê de jî derbas dibe, nêrîna
Cervantes û jiyana wî di pirtûkê de bi xeyalan ve gihîştine hev.
7) Taybetiya Vegotin û Ziman:
Li gor vegotin û bikaranîna
ziman, Don Kîşot gelek dewlemend e. Bi zimanekî îronî dinivîse. Vê keda wî
jixwe li gor romana modern dive yekem. Destpêkirina modernê dinyayek nû ji bo
romanê avadike. Dostyevskî li ser vê dibê; “Li gor fikrê mirov yê dawî û gotina
herî mezin, li gor îfadekirina meriv îroniyek herî tûj e. Cervantes bi zimanek
serkeftî li her derê dinyayê bû pêşeng û berhemên pey xwe tesîr kir”. Bi
vegotinek cûr bi cûr ve temelê nifşên nû jî bandor kir e. Jale Parla li ser Don
Kîşot wiha dibê; Don Kîşota Cervantes li gor modernê ne tenê romana yekem e, bi
metaromanê ve temelê postmodernê di xwe de hewandiye. Bi vegotina xwe ve romanê
xistiya astek bilind. Di beşa heştan de çîrokê nişkave xilas dike, lê
berdewamiya wî di beşa din de dide. Gelek caran pirtûk di nava xwe de xwe
dinirxîne û qala nivîskarên pirtûkê tê kirin. Bi zimanekî îronî wê demê rexne
dike.
- Bûyerên dîrokî û bandora
wan li ser romanê: bê guman her romanek hatî nivîsîn çi pir çi hindik bingeha
xwe ji bûyerên roja xwe digre. Ev hin deman rasterast dikeve nav romanê, hin
deman jî bi awayek girtî. Ku em li Don Kîşota Cervantes dinihêrin û dixwînin bi
awayek din em dîroka Spanya û Awrûpayê jî xitim dikin. Dema ji qirna 9an heta
ya 15an rêvebiriyên Spanyayê avêtina ereban ji girava Spanyayê ji xwe re dikin
armanc gelek şer û pevçûn di navbera van hêzan de derdikevin. Ligel eraban
cihûyê wan deveran jî ji xaka xwe tên dûrxistin. Di bingeha seferên xaçperestan
ên ber bi Rojhilata Navîn de jî ev tevgera Spanyayê heye û çendî caran jî
serokên wan ji vir bûne. Di wê demê de bo bidestxitina xakên nû cihên pîroz ji
bo xaçperestan sefer detpêkiribûn. Di van seferan de gelek serokên xwedî xakên
fire an xakên bi sûran hatî dorpêçkirin hebûn. Van kesan dixwestin cihên bi
dest xistine jî bixin bin kontrola xwe û dewlemendiyên wan deran ji xwe re
bînin û hukmê xwe berfirehtir bikin. Van kesan heman demê de bi dehan belkî bi
hezaran kesên bi çek jî li dora xwe dicivandin û bi xwe re dibirin şer. Hew
xeyalê wan ya sereke hebû; piştî rizgarkirina cihên pîroz ji mislimanan bi
dewlemendî li warê xwe vegerin. Helbet gelek ji wan venegeriyan û yên vegeriyan
jî dîsa xwe di nava xizaniyê de dîtin. Hin ji van kesan li Awrûpayê dest bi
şovalyetiyê kirin. Bê wî jî dem dema siwariyên hespan bûn. Bi vî awayê çanda
şovalyetiyê belav bû. Di romanê de em vê bandorê bi rehetî dikarin bibinîn. Li
gel vê rexneya giregirên welatê Spanyê jî di romanê de cihê xwe digre. Xirabûna
wan û tedeyê li kesên din dikin. Her wiha ji xwe Don Kîşot ji dewlemendan digre
û dide xizanan û bi awayek li dijî rewşa heyî ya Spanyayê ye.
Bi rastî jî Don Kîşot
Servantes nivisand?: Nivîskarê pirtûka “Bajarê Peyvan”(YKY 2016, çapa 4.)
Alberto Mangul di beşa “Pirtûkên Don Quijote”(rr.79-101) li ser vê îdayê bi
awayek berfireh radiweste. Dema yekem car pirtûk li Madrîdê di sala 1605an de
tê weşandin li ser berga wê “ji wergera erebî” tê nivisandin. Servantes jî vê
rewşê waha dinirxîne. “Her çendî ez wek bavê Don Kîşot bêm xwûyan jî di rastiyê
de ez zirbavê wî me” Dûre Servantes di cîlda duyem de jî vê bi zelalî dibêje.
Destnivîsa bi erebî hatî nivisandin li pirtûkfiroşek dibîne û bi kesek erebzan
dide wergerandin û ev jî heşt hefte berdewam dike. Berdêla wergerê jî nîv kîlo
mevûj û du teneke genim dide. Nivîs aydê dîrokzanê ereb Seyyîd Hamîd Badincanî
ye û bi sernavê “Esilzadeyê Afirîner Don Quijote yê ji La Mancha” hatî
nivisandin.