11 Mart 2019 Pazartesi

Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca"


Erebê Şemo di 1897an de, li gundê Sûsizê ya bajarê Qersê ji dayîk bûye. Ew dever di wê heyamê de, di bin desthilatdariya ûrisan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne, di sala 1913an de dema ku 16 salî bû, dest bi paletiyê dike. Erebê Şemo ji bilî zimanê kurmancî, bi ûrisî, tirkî, yewnanî û ermenîkî jî dizanibû. Demeke dirêj jî endamtiya xwe ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenîstanê didomîne. 
Di sala 1931an de, Erebê Şemo li Lenîngradê rastî Qanate Kurdo tê. Û hevaltiyeke baş di navbera wan de çê dibe. Li wira dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê, nivîsên li ser pirsgirêkên kurdî amade dike û li Ermenîstanê çap dike.
Erebê Şemo di sala 1978an de jiyana xwe ji dest daye.
Romanên wî: Şivanê Kurmanca(1935), Dimdim(1966), Jiyana Bextewar(1967), Hopo(1969) û Berbang(1958) in. Kitêba wî ya berhevkirî bi navê “Hikayetên Gelê Kurd” tê weşandin.

Romana Şivanê Kurmanca romana Kurdî ya yekem e û di 1935an de hatî weşandin û roman şopa jiyana nivîskar  dihewîne.  Roman wek xwejînenîgarî ya Erebê Şemo xwiya dike, roman bi zaroktiya nivîskar ve destpê dike û pey şoreşa Sovyetê bi ketina nava sîyaseta nivîskar ve dawî dibe. Nivîskar pêşî bi nasandina malbata xwe ve dest bi romanê dike. Bavê nivîskar Şemo gundîkî hejar e û bi gavantiya ku ji bo malê dewlemendan ve debara xwe dike û bi vê awayê jiyana xwe derbas dikin. Zarên Şemo, Biro û Dewrêş hîn piçûkbûn ji ber wê nikaribûn alîkariya bavê xwe bikin. Zarên din Çîçek, Gogê û nivîskar bixwe Ereb tên dinyayê. Malbat her sal li gundek gavantî an jî di xebateke din de dixebitin. Û debara xwe bi van karan ve dikirin. Gundên ku tê de dixebitîn jî ji miletên ku nîjada wan cuda ne pêk dihat wek; Hurum, Tirk, Êrmen, Melegan û Kurd. Navbera malbata Ereb û yên gelên din hin caran baş bû lê piranî xirab bû.

Ereb çi qas mezin dibe alîkariya malbata xwe dike û ji xwe ji vir şûnve serpêhatiyên wî bi xwe ye. Dû re bi cîhbûna gundek din ve Ereb di dibistanê de dixebite û li wir hînê xwandinê dibe. Gelek astengî di zaroktiya xwe da dibîne lê neçar e ku ji bo malbata xwe bixebite. Ji ber ku malbata Ereb her sal cihê xwe diguherînin bi gelên din re rû bi rû tên û Ereb ji ber vê gelek netewan ji nêz ve dinase û hînî ziman û jiyana wan jî dibe. Ereb gelek ziman hîn bibû wek zimanê tirka, êrmenîya, kurmanca, huruma û ûrisa. Di wê demê de ku netewên ji wan re xirab bûn derdixe ber çav. Wek di rûpel şêst û sisiyan de li ser Melegana wiha gotiye; “ Melegana teva hevra digotin bira û xûşkê. Lê ne angorî wan gilîgotinêd xwe bûn: gelle zulm û zelûlîya wan hebû. Melegana xwe hesab dikir “xwedê nas”, lê milletêd mayîn wana hesab dikir çewa  “ xwedê ne nas”, ne temiz û xirab”. Nivîskar di derbarê Melegan de wiha gotiye û hêla wan a xirab jî derxistiye holê.

Em di romanê de nêrînên neteweyên din li ser kurdan çawa ne jî dibînin, di rûpela heştê û duyan de jinek êrmen li ser kurda wiha gotiye; “ kurmance teve ussa dizin, qaçaxin, hila binêr – evê çûk hatiye vira, dîsa bê dizînahewe”. Em di romanê de nêrînên gel yên erînî û neyînî, nerînên Ereb an jî bi navê din nivîsakarê romanê, li ser wan gelan dikarin bibînin û jiyana wê demê ji nêz de hîn bibin. Ereb dema mezin dibe beşdarê artêşa Rûsan dibe. Şerê 1914 di navbera Osmanî û Rûsan de dibe û ji ber Ereb gelek zimana zanibû wek tercûman dikeve nav artêşa Rûsan. Di wir de jî perê ku qezenc dikir dema diçû malê dida bavê xwe. Dema di nav artêşê da bû zewacek ne serkeftî derbas dike û dev ji fikrê zewaca berdide. Dû re em di şerê wê demê da jî gelek tiştan hîn dibin. Di rûpela sed û heftê û şeşan de nivîsakar wiha qal dike; “Ser Sarîqamîşê şerekî hêla hebû. Romê û daşnaka dikire şer. Ser rîya merî dikuktin cîyê bela sebab”. Bûyerên dema şer nivîskar ji nêz ve nîşanê me daye. Ereb di şeran de şer jî kiribû. Ereb jiyana wê demê, jiyana şer, jiyana gundiyan, jiyana kurdên koçer aniye ber çavên me. Jiyana wî tê re romanek bû.

Ereb di nav Şoreşgerên Rus de bû û li wir jî bi kesên sosyalîst re têkilî datîne. Hin caran tê girtin û îşkence pê tê kirin. Heta Şoreşa Îlonê di nav şoreşê de bû, dûre bolşevîkan wî dişînin Kavkazê nava kurdan. Êdî xebatê wî ji bo civak û gundiyan bû. Gundî di bin bindestiya dewlemend û şexsên zordar de bû, Ereb jî ji bo wê pêvajoyê biguherîne diçe dikeve nav wan.

Mijara romanê jiyana Erebê Şemo ye. Erebê Şemo di piçûktahiya xwe de tiştê dibîne û hîn dibe jê re dibe nêrînek û ew jî jiyana serdema xwe dinivîsîne. Roman li ser jiyana gundiyan, şerên Rom û Ûris, jiyana kurdên koçer û bi giştî cihê tê de jiyaye bi pirsgirêkên wê demê, tarîxa wê serdemê nivîsiye.

Lehenga sereke ji xwe Erebê Şemo bi xwe ye. Yên din jî wiha dikarin rêz bikin; Şemo bavê wî, xwişkê wî Çîçek û Goyê, Hevalê wî yê eskeriyê Şpak, mêrê meta wî Sefo û qîza wî Karê, Seyda û qiza wî Marûsîya. Em dikarin van kesan rêz bikin lê bê zanîn ku van lehengan jî zêde aktîv nîn in, em tenê dikarin ji Ereb Şamîlov re bêjin lehenga sereke ye.

Di romanê de dem li gor kronolojiyê diçe. Bi zaroktiya Şemo bigire heta mezinahiya wî çi qewimiye an çi jiyaye derbasê romanê kiriye. 1914 Şerê Rom-Ûris, Şoreşa Îlonê bi dîroka xwe ve tête zanîn.

Di romanê de cih gelek berfireh e. Roman li gelek gundan, bajaran û welatan derbas dibe. Sedema wê jî lehengê me ji malbatekê koçer e. Cih li ûrisê, kurdistanê, ermenîstanê û  di gund û bajarên wan deran de derbas dibe. Navê cihan nehatî veşartin û hemû hatî bilêvkirin. Cih li hemû deran vekirîne.

Vebêjerê romanê lehengê yekem bi xwe ye. Lehengê yekem jî nivîskar bi xwe ye. Ango nivîskar û lehengê me vegotina kesê yekem(ez,min) bikaranîye. Vebêjer bi xwe di nav bûyeran daye û tiştên ku tê serê wî vedibêjeNivîskar uslûbek devokî bikaranîye. Uslûb bi zamanê kesê yekem ve hatî neqilkirin û uslûbek çîrokî derdikeve pêş. Nivîskar çîroka xwe dibêje û hin caran dîalog jî tê xwiya kirin.   

2 Mart 2019 Cumartesi

Romana Mehmed Uzun "Tu"





Romana Mehmed Uzun a bi navê “Tu” salên ku nivîsakarê me dikeve girtîgehê û pey derketina xwe, jiyana xwe ya girtîgehê û tecrubeyên xwe nivîsandiye. 

Roman li ser du forman hatiye nivîsandin û bi beşan hatiye veqetandin. Forma Tu ku vebêjer qala kesayetê romanê dike û wekî kamera her tim li pêşî be kesayeta tu vedibêje. Di vê formê de kesayet her tim wekî tu tê binavkirin, tu jî kesayetek ku dikeve girtîgehê û jiyana xwe ji devê vebêjer dibihîze. Ev ji beşên cothejmar pêktên. Forma duyem a forma Ez e. Qehremanê romanê bi xwe dipeyive, ev jî ji beşên yekhejmar pêktên. Di forma Tu de qala kesayeta ku ji ber pirtûkên kurdî di mala wî de tên dîtin ji hêla dewletê ve tê binçav kirin. Lehengê me di binçavkirinê de gelek îşkence û zilma dewletê dibîne. Bişaftina dewletê li ser zimanê kurdî tê nîşan dayîn. Dema wî derbasê girtîhegê dikin li wir gelek kesên ronak û edebiyatnas jî dinase. Bi saya wan û bi taybetî jî bi saya lehengê bi navê Apo di derbarê edebiyat, çand û dîroka kurdî agahiyan hîn dibe. Ev dibe sedema wî ya nivîsîna kurdî. Di vê formê de gelek lêdan û îşkence heye, di zindanê de lehengê me bi dîtina Kêzikek ve ev form xilas dibe. Forma duyem ku jixwe roman bi vê formê û bi beşa yekem ve dest pê dike. Em dibînin lehengê me di vir de bi dîtina Kêzikek ve dest bi axaftinê dike. Kêzik dibe sedema axaftina lehengê me. Bi teknîka “flash back” li ser jiyana xwe ya berî girtîgehê disekine, piştre rewşa xwe ya zindanê, di rewşek çawa de dijî û psîkolojiya girtîbûn û girtîgehê tîne ziman. Her tim bi Kêzikê re di nav axaftinê da ye lê tenê leheng diaxive. Di vir de lehengê me wekî me li jor jî got qala rojên zaroktiyê ku çawa ji malbata xwe folklora kurdî hîn bûye û çi qas qala çîrokên kurdî, kilamên kurdî û mamikên kurdî dike, ew qas dilşa dibe di zîndanê de û vana hemû ji Kêzê re dibêje. Û di nav rojên berê û yên bê de diçe tê. Nivîskar dawiya forma Tu girêdayî forma duyem an jî dikarin bibêjin forma Kêzê kiriye.

Mijara romanê li ser kurdên di bin pişaftina dewletê de mane û zordestiya li ser zimanê kurdî çawa ye nîşan dide. Roman kurdên ku bi edebiyatê re eleqedar in an jî yên qala kurdbûn û Kurdistanê dike dê ji hêla dewletê ve çawa tê ceza kirin, me dide zanîn. Roman li ser kurdên di zindanê zordestan de çawa pûç û winda dibin xistiye mijara xwe. Û roman rewşa kurdan û zordestiya dagirkeran nîşan dide.   
Çavkanî:
Mehmed Uzun, Tu, İthaki yayınları,2005
Mehmed Uzun, Antolojiya Edebiyata Kurdî 2