Hebû ye, tune bûye, Siloyek hebû ye. Silo merivek pir nerihet
bû. Di gund de jî zêde nedihat hezkirin. Lê Silo xwe wêrek, zîrek û qeşmer
didît û dihesiband. Di gund de guh nedida dev û dora xwe. Gundî jixwe ji Silo
aciz bû û poz bilindiya wî ditîtin, pirtir nerihet dibûn. Rojek gundiyek çû nav
daristanê ji bo şewata malê. Lê çûyîn û hatina wî bibû yek û ber bi gund ve lez
û bez vegeriya. Gundî jî şik kirin ku tiştek netişt di Memo de heye. Dema ku
hat cem wan got;
- Kuro! Gur, gur…
- Di nav daristanê de gur heye.
Gundiyên newêrek jî bi ecêbmayî lê dinêrin. Ew dem Silo jî gohdar
dikir. Gundî di nav tirsê de mabûn û nemabûna xwe difikirîn. Ew gur wek bablîsokên bihêz
hewayek xirab xistibû nava gund. Silo jî di nav fikr û ramanên xwe de ji xwe re
digot; heke ez herim wî gurê bikujim ew ê gundî êdî wêrekiya min mijûl bibin.
Silo di nav fikrên xwe de hat meydana gund û bang li gundiya kir û got; “gel û
gundiya ezê herim wî gurê bikujim û ji we re bînim.” Gundî bi çavên mene li
Silo dinêrin û bêdeng bêdeng li hev dimeyizandin. Silo jî şûra xwe dixe ber
qayîşê û ber bi hêla daristanê ve diçe. Gund bêdeng û Silo bêdang. Dema ku Silo
hat ber deriyê daristanê rawestiya, bi çavên kur raçav li daran kir. Pişt xwe
nêrî û bi gavên kin di nav kurahiya daran de siya xwe wenda kir…