19 Temmuz 2019 Cuma

Di nav welatek mezin da li bajarek mezin


Birçîbûm, ji do va, bişev jî tu tişt nexwaribûm. Serê sibê dema şîyar bûm, zikê min dikir xurexur. Dem tune bû ji bo taştîyê ra. Herwiha ji xew dereng şîyar bibûm û nedixwast ji çûyîna xwe derengî bimam. Nizam ev dem ji ku derê derket, me tu dem dîyar nekiribû. Lê di min da kelecanîyek hebû, ecela min ji wir dihat. Berîya derketinê hilma devê xwe ji nav destê xwe bêhn kir, bişev gelek vexwaribûm, baş bû ku devê min zêde bêhn nedida. Bêhna devê min nexweş ba çi dibû, qê ji roja pêşî me hev maç bikira. Lê jîyan zû diherikî. Her tişt dibe ku bibe. Dûre duçerxa xwe ji malê derxist hêdî hêdî ber bi jêr va çûm.  Heta derketim derve xwîdana nav milê min, tîşortê min nerm kiribû û ji bêhna xwîdanê jî aciz dibûm. Hihek sekinîm ji bo bêhna xwe vedim. Ji derîyê avahîyê derketim derve. Tîrêjên tavê li nav çavên min dixist. Hema xwe avêt li ser duçerxê û pêlê pedalê kir. Çi qas bilez dajot, ew qas jî nêzîkê wê dibûm. Hingî bilez diçûm, ji min tirî difirim, lê ji tirsan bi şidî dîreksîyonê girtibûm. Nêzîktir bibûm. Hindik mabû. Di nav welatek mezin da li bajarek mezin dîtina me ya çendî car e, ez jî nizanim. Ji bo wê bibînim her roj diçûm cemê. Bi xêra pirtûkê me hevdu didît. Min hertim ji kitêban hez kirîye û îro jî bi xêra pirtûkê me hevdu bidîta. Spas ji bo te, te wê derxist pêşîya min. Di nav fikrên tûj da rêya xwe şaş kiribûm, berê xwe fetiland û di kolana din da ketim hindir. Xelet nebim ev rê bû. Ka em bibînin kîjan rê rast e. Temam. Di vir da bikevim tiştek hindik dimîne xwe bigihînim ba wê. Hatim ber derî. Sekinîm. Pêşîya pirtûkfiroşê bûm. Ew li hindir bû. Pirtûk dixwend. Hayê wê ji min tune bû. Hêdî hêdî ber bi wê va çûm. Derî vekir û ketim hindir. Ew jî bi zengila derî va warqilî û li nav çavên min nêrî. Rûyê wê geş dikir. Me slav da hev. Piştî slavê êdî ez bêdeng mam. Tu peyv û gotin ji devê min dernediket, ew jî vê tiştê fehm kir û dest bi axaftinê kir. Malmîrat bersivên min jî ne bersiv bû. Navê wê jî Nalîn bû. Navê wê gelek xweşa min diçû. Axaftina me halek sosret girtibû. Hinek aciz bibûm, em herdu jî bêdeng disekinîn. Got îro kîjan pirtûkê dixwazî, min jî pirtûka Dilê Segê jê xwast. Dîsa bêdeng bûm. Pêwîst bû bêdengîya xwe xira bikira. Ez ne kesek wiha bêdeng im, nizam îro çi kul li min hatî. Xwe bixwe diaxivîm. Lê peyv deng nedidan, bêdeng bûn. Ew jî êdî aciz bibû, wisa dixwîya. Xofek ket nava dilê min. Dibe ku bi vê bêdengîyê va wê ji xwe sar bikira. Pirtûkê da min û min jî xist çentê pişta xwe. Bi bişirînî spas kir. Lê min dixwast têkilîya xwe pêre çê bikira û ji bo germahîyek di nav me da  çê bibe, min got em bi hev ra çayek vexwin. Qet ji min hêvî nedikir vê ya û bi rastî min jî ji xwe hêvî nedikir. Gotin êdî ji dev derketibû û ji dirana derbas kiribû. Niha wê bersivek neyînî an jî êrînî bida. Hinek sekinî. Got dibe, em dikarin çayek bi hev ra vexwin. Hevokek basît lê bi nirx bû. Kêfxweşîya min ra payan nîn bû. Her tişt zû rû dabû. Ew jî xweşik bû. Porên wê yên xelek pir xweşa min diçû. Tiştên min di xoşevîstek da dixwast, li ba wê hebû. Min got cihek dizanim em dikarin li wir çayek vexwin. Got bila. Çendek şûnve em derketin derve. Ew li pişt min rûnişt, kaskek min tenê hebû, ew da serê xwe û bi duçerxê va em li Manhattanê ber bi parqa centralê va çûn. Wek du xwoşevîstên nû.