23 Nisan 2019 Salı

Romana li ser gundî, axa û Cendermeyan, Gundikê Dono



Di sala 1944an de li gundê Suphiyê ku li ser Hezoya Batmanê ve ye, ji dayika xwe bû. Berî ku xwendina xwe ya li “ Dicle Öğretmen Okulu” xelas bike, wî dev ji xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya “Batman Gazetesi” de set bi karê rojnamevaniyê kir. Di sala 1968an de bû serokê partiya TİP ê ya Batmanê. Karê wî yê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku Kurdîtiyê dike û ji ber her du pirtûkên wî yên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970an de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Elmanyayê bibe. Di sala 1971ê de li Swêdê bi cih bû. Di sala 2000an de jî li Stockholmê çû ser heqiya xwe û niha li Diyarbekirê veşartî ye.
Berhemên wî; Mezra Botan(1969), Zarokên Îhsan(1978), Hêlîn(1984), Gundikê Dono(1988). 
Roman;
Roman li ser gundî, axa û Cendermeyan derbas dibe. Havîneke ku teze berf heliya ye, Aso û Bedo du evîndarên li benda zewacê bûn. Gundî di bin destê Hecî Zorav da jiyana xwe derbas dikin. Hemû mal û milkê gund yê Hecî Zorav e. Gundî hemû ku tadeya li wan hatibû kirin perîşan bibûn. Her sal axa ji gund berê çend malan dida û dişand cihên dûr. Ji wan yek jî Filîto bû. Ji ber Filîto kesekî zexm û wêrek bû. Car caran bi dizî dihat gund malê axa didizî, ev jî gelek kêfa gundiyan dihanî. Aso keçekî gelek bedew û xweşik bû, axa ji ber tolaziya xwe çav berdabû wê jî. Rojeke ku Bedo ji kerba Zorav diçe Qonyayê cem Salo û Perîxanê ku axa wan jî ji gund avêtibû. Hecî Zorav ji vê derfetê diçe Aso bi zorî ji xwe re dixwaze. Zibeyrê Ehmê ku xwezûrê Filîto bû hem jî aqilmendê Hecî Zorav bû, lê qet jê hez nedikir û serda jî hêla gundiyan dikir. Ev xwastina Aso di serê Zibeyrê da planeke çêkir. Plana wan piştî zewaca Hecî Zorav bû û wan Aso birevandana û bigîhanda Bedo û derbeyeke rûreşîyê li ser Zorav bihîştana. Roja dewetê tê û piştî rojekî Aso ji mal direve û bi Bedo û Filîto ra diçin şikeftan. Piştî vê bûyerê Hecî Zorav gelek hêrs dibe û Zibeyr dişîne eskeriyê bi zora jendirmeyan. Lê rojek tê Zibeyr ji eskeriyê direve û tê ba Bedo û Filîto. Dîsa zirarê didin malên Zorav axa. Rojeke Filîto bi tena serê xwe diçe Hecî Zorav dikuje û  ew jî tê kuştin.  
Axayên pişta xwe bi dewleta Romê ra girê dane, çi ji destê wan tê xirabî li gundîyan dikin. Cendirme jî ji bo neheqî û xirabî zêdetir li ser gundîyan bibe, alîkarîya axayan dikin. “Di honaka bûyerê de axa û hukûmat/dewlet/tirk her dem piştevaniya hev dikin.”(Tekin,2017,r.71) Ne kesê ji gund ne jî akilmendek bawerî li dewletê nedihanîn. “Kuro dîno, ketiye serê te ku hikumeta Tirkan ê rabe ser xwe û milkê metrûke ji Hacî Zorav bistîne û bide me ha.”(r.50) Di romanê da şerê berê ku di nav kurd û tirkan de derbas bûye, hatî vegotin û xedarbûna dewletê hatî nîşandayîn. “Êdî destê hikumeta zalim û Kurdkuj jê re bû... Alaya Sêrtê, tevî cendirmên Xelatê ketibûn nav gundan. Kî diket ber wan dikuştin. Jin, zarok, pîr, dapîr. Gund dişewitandin, pez û dewar talan dikirin. Çarikên bûkên dest bihene, yên keçên xama, di bin nalê hespên Romê de mabûn...”(r.70) “‘Îmaja tirkan’ di romanê bi piranî ji ser leşker û karmendan tê avakirin. Leşkerê ku tirkan temsîl dike bêhtir noqê peyvên “mirin”, “zilm” tên kirin.”(2017,r.72) Di romanê da wek nasname tirk wiha tê dîtin: “Tirk û tirkbûn nasnameyeke leşkerî ye”(Yücel, 2011, r:194)
Ew kesên ku ji ber axa koçê bajaran kiribûn, herwiha erf û edata bajariyan girtibûn, di ser da jî ji hêla ziman da jî ketin nav nakokiyeke. “Tiştê kevin û nû bi hev re zeliqîbûn. Perîxan û Salo ne tam Kurd bûn, ne jî Tirk” (ür.18) Ji bo vexwarina çay jî gundî wiha difikirîn. “Bes carcaran gava diçûn mala Hecî Zorav li ser serdikê di destê wî de didîtin. Ji wan kirê ku çay vexwarin tenê mafê axan e, şifêran e, an jî ew kesên ku bi tirkî diaxivin ê wan e.”(r.14) Çay di vir de ne tişteke normal wek malê kesên din tê dîtin. “‘Çay’a ku ji bo civakê bi awayek nû ye bi tirkan ve tê girêdan. Nivîskar vê kevinbûn/kurdbûn, nûbûn/tirkbûnê bi nav dike û li gor eşyayên tên bikaranîn tasnîf dike.”(2017,r.70)
Tesîra teklonojiyê hêdî hêdî dikeve jiyana gundiyan û pêdiviya axa her çiqas diçe ji gundiyan kêmtir dibe. Bi makînê erd ra êdî hewceyî bi gundiyan nedihanî û ev jî ne li gor berjewendî an jî xêra gundiyan bû. “Te me tevan bi qurbana du motorên guwiran kiriye.”(r.22)
Leheng;
Aso: Aso îsal ketibû sala şanzdehan şanzdehan. Dilê wê jî wekî, bihara Xerzan bû. Ew jî yek ji wan kulîlkên biharê bû; bi bêhn, bi reng, bi evîn... Dilpîvok bû Aso. Di nav fistanê xwe yê gulgulî de, çîçekeke wiha xweşik nedîbû. Ne tenê bûkik, her wisan nêrgîz û reyhan, sosin û beybûn jî jê dihesidîn.(r.10)
Bedo: Bedo di piçûktiya xwe da sêwî mabû. Li ber destê axa xulamtîyê dikir. “ Lê sal bi sal Bedo di bin kar û baran de zixim bûbû. Qevdikên destê wî bûbûn wekî gurzê Rustemê Zal. Zarokên Eyşanê, xortên gund jê zaf ditirsiyan. Bedo pişta tevan danîbû erdê. Bedo, ne deştî bû. Li gorî Çiyayê Mereto bejn avêtibû.” (r.71)
Filîto: Filîto mêrekî pir navdar bû. Hê di xortaniya xwe de çavên zaf kesan tirsandibû. Yekî kin, tije û navmilfire bû. Ne tenê mirov, hirç jî jê ditirsiyan.(r.24)
Hacî Zorav: Hacî Zorav wek gamêşan e. Bêhneke pîs, bêhneke ne xweş jê tê. Dilê mirov jê li hev dikeve, vereşana min tê.(r.17)
Zibeyrê Ehmê: Zibeyrê Ehmê aqilmedeke zîrek bû. Tevgerên gundî û axayan baş dizanibû, ji ber wê zû zû li ber kesî piçûk nedibû. Çand û dîroka xwe baş zanibû û ji wan ders digirt.
Perîxan: Perîxan, di nav fistanê xwe yê sorspî de wekî melekekê xuya dikir. Ken ji rûyê wê dibariya. Keçeke xwînşîrîn, keçeke rûken bû Perîxan.(r.14)
Salo: Salo mêrê Perîxanê bû û şofêr bû. Piştî çûyîna bajêr kesayeta wî guherîbû û wek bajariyan rehet dijiya. Ev jî bala xortên gund dikişan û xweziya xwe pê dihanîn.
Faro: Faro gundiyekî pir feqîr bû. Bav û kalên wî li Gundikê Dono hatibûn dinê, jiyana xwe di eynî xanî de derbas kiribûn. Wan jî di wextê xwe de, wekî gundiyên Gundikê Dono mal û milkên xwe dabûn Şêx Evdilhekîm.(r.47)
Dem;
Berfê di şevekê de mala xwe ji Warê Xerzan bar kiribû û çûbû warên din. Rengê fîqspî cih dabû biharê. Berfê di bin xwe de bihara rengîn hazir kiribû.(r.9)
Roman bi serê biharê ve destpêdike. Û bi vegotina bûyeran ve dem zû derbas dibe; Meha tebaxê, li Gundikê Dono piştî nivro, agir bû...(r.40) Dem zû derbas bû. Payîzê cihê xwe da zivistanê. Barana biharê pişta zivistanê şikand. Tîrêjen rojê wekî hûtekî, kirasê biharê şewitand. Ji german mar har bûn, teyr û tûr kizirîn. Sîlekanên Çemê Xerza reng guhartin û sor bûn. Şikeftên Gola Binevşê çikiyan.(r:80) Dem bi roj, meh û desmal derbas dibe bi awayekî kronolojîk, lê hin caran qala bûyerên rabirdû tê kirin û di wir da dem dişikê.
Cih;
Gundikê Dono li ber qeraxê Çemê Xerzan ava bûbû. Xaniyên gund wekî yên deşta Xerzan ji herî û kelpîçan hatibûn çêkirin. Lê koşka Hacî Zorav xaniyekî bêhempa bû. Koşk ji Begên Xerzan mabû. Sê qat li ser hev û ji keviran hatibû danîn. Nêzî bîst odeyên wê hebûn. Hawirdora qatê sisiyan cihê qulên tifingan bû.(r.19)
Vebêjer û Vegotin;
Roman bi kesê sêyem ve hatî vegotin. Nîvîskar xwedî kelemeke bihêz e û bi zimanê xwe yê çandî û edebî ve bal kişandiye. Vegotinekî çîrokî û bi zimanê devera xwe va romanê xemilandîye. Bi gotinên pêşîyan, nifir û çêran va zimanê gundîtî baş hatîye bikaranîn. Di romanê da hevokên xweşik gelek henin û bi çend mînakan wan nîşan bidin:
   Bike kal, bixwe mal.
   Gur ku gur e newêre ji qula xwe derkeve.
   Xwedê mirov şaş neke, ku şaş kir faş neke, ku fak kir, di erdê re kaş neke.
   Çi tê serê qulingê ji qareqara qulingê ye.
   Gava xwedê aqil par kiribû hûn li wir bûn.
   Xençera rastiyê tûj e.
   Simbêl bi psîkan ve jî heye.
   Tîr li şêran dikeve ne li roviyan.
   Axatî birakuj e.  
   Bext ji qelsiyê tê.
   Ker ji xoşavê çi fêm dike.
   
Çavkanî:
1- Aziz Tekin, “Di Romana Gundikê Dona De Wek “Êdîn” Temsîliyeta Tirkan” Kovara Zarema Hejmar10, Diyarbakır, 2017, r.66-73.
2-Müslüm Yücel, Osmanlı-Türk Romanlarında Kürt İmgesi,Stenbol,2011,Agora Kitaplığı
3-Mahmut Baksi, Gundikê Dono, Orfeus, 1988