“Biharê dema giya nû şîn dibû” dîroka rojbûna gelek kesan e û
gelek kesan ev dîrokê bikar tîne. Ez jî di van rojên biharê de hatime dinyayê. Di malbatê
de herî biçûk ez bûm, mezinên me dibê; “piçûkê malê kûçikê malê”. Lê belê berevajiya
vê gotinê jiyana min borî û di malbatên me de kesê herî piçûk kesê herî biqîmet
e.
Dema behsa piçûktiya min dikin, gelek tiştên neyînî di derbarê min de dibêjin wek; tu gelek bêar û bêşerm bû, te zarê me dixist…whd. Nizam gelo, ev qas
zarokek bêar bûm? Tê bîra min ez gelek bi qîza apê xwe re têkildar bûm û
min tiştên wê yên lîstokê dizî dikir û hin(pirê) caran jî dilê wê ji xwe dihîşt.
Birayê wê yê Azad ango kurê apê min heyfa wê ji min derdixist. Lê niha em gelek
baş in bi hevdu re. Tê bîra min diya min bastêq û mêwîjan dixist bin qenepê û
min jî bi silekiya xwe diçûm wê qenepa giran bilind dikir û têra xwe tiştan
dixwar. Hingî zarokek nerehet bûm hîn jî nifirên wan tên bîra min mîna; tu negîjî
sibê, Xwedê emrê sendiyo, birûsk li te keve, topa sedam li te keve, emir kinoo…
Emrê meriv derbas dibe û tenê bîranînên meriv bi meriv re dimîne.
Pirê caran rewşên nebaş meriv nêzîkê bîranînan dike. Gava meriv ji halê xwe ne
razî û pêşiya xwe bigûman be, dizivire, li rojên xwe ê derbasbûyî dinêre(Qedrî
Can). Niha jî xwest van rojên nexweş dixwazim bi rojên derbasbûyî ve xweş bikim. Lê xewa min tê, îroj ev qas bîranîn bes e.