Carek ji caran rehmet li dê û bavê
hazir û guhdaran. Di gundek de malbatek ji sê kesan hebû. Di vî malê de jin,
mêr û qîzek dijiya. Rojek dê û bavê qîzikê diçin ba felciyek, dibên ka di
qedera qîza me de çi hatî nivîsîn. Felcî qedera qîzikê dinêre û dibêje; Di
qedera qîza we de mirîkî xweyîkirin heye. Dê û bavê wê dikevin nav tirsê. Bavê wê çi
qas felcî hebû, çû cem wan hemûyan lê hemû jî ji qedera wê re eynî tiştê gotin.
Êdî nikaribûn ji qedera qîza xwe re tiştek bikirana û biryara xwe dan ku mala
xwe ji vî gundê bar bikin. Di heman rojê de hemû tevdîra xwe dîtin û ketin rê. Geriyan,
geriyan çend roj qet nesekinîn, dûre li ser çiyayek avahiyek dîtin. Li wir ji
xeynî avahiyê qet kesekî tunebû. Çûn ber derê avahiyê. Bavê qîzikê li derî xist
derî venebû, diya wê jî li derî xist derî venebû, qîzik li derî xist bi emrê
Xwedê derî vebû, qîzik ket hundir û derî ji nişke ve hat girtin. Dê û babê
qîzikê kirin nekirin derî venebû. Qîzik li hundir dê û bavê wê li derva man.
Qîzik li hundir ji dê û bavê xwe re got; miriyek heye û li ber serê wî hespek
heye, derdorê wî jî hêşînayî ye. Miriya felcî behs dikir jî ev e. Dê û bavê
qîzikê têgihiştin ku ev qedera wê ye. Qîzik tu rêyek nedît ku derkeve û êdî dê
û bavê wê jî neçar man ku vegerin mala xwe. Dûre qîzik her rojê Xwedê wan deran
paqij dikir û qurana xwe dixwend. Demek dirêj têde ma û rojek dît ku koçek
mirtiv di ber derî de derbas dibin. Qîzika mirtiv lava kir ku bigire cem xwe û
qîzikê jî wê girt cem xwe. Qîzik kêfxweşbû ku yek li cem heye. Dûre rojek qîzik
got; ez ê serê xwe bişûm tu li ber miriyê be. Dûre potê xwe jixwe deranî û ket
serşokê. Qîzika mirtiv jî girt potê wê li xwe kir, dûre mirî ji nişke ve şiyar
bû. Jê re got: ti çi kes î, tu kî yî? Qîzika mirtiv got ez ew kesê ku te xweyî
dikim im. Dûre qîzik jî potê xwe nedîtibû û bi neçarî potê mirtivê li xwe
kiribû. Hat dît ku qîzika mirtiv li cem mêrikê ye û wexta mêrik wê dît ji
mirtiv re got ev kî ye? Got xizmetciyê me ye. Qîzik fehm kir ku mirtiv derewa
kiriye û cardin ji qedera xwe re giriya.
Rojek mêrik got: Ez ê herim bajêr
çi ji we re pêwîst e ji min re bêjin ez ê bînim. Qîzika mirtiv viya bîne wiya
bîne hema çi hate hişê wê jê xwest. Qîzik jî got: “Ji min re tenê “sebirdank û
sebirçax” bîne.” Mêrik hespa xwe siwar bû û ber bi bajêr ve ket rê. Mêrik li
bajêr tiştê qîzika mirtiv xwestibû kirî û ket rê di rê de jî tiştê qîzik
xwestibû ji bîrve kiribû. Dîsa vegeriya bajêr û çû dikanê ji xweyî dikanê
sebirdank û sebirçax xwest. Xweyî dikanê got: “Kî vî kevirê ji te xwestibe teqez
derdê wî heye.” Mêrik jî ket şikê. Merik dîsa ket rê û hat mala xwe tiştê
qîzika mirtiv da û sebirdank sebirçax jî da qîzika belengaz. Piştî qîzik çû oda
xwe mêrik jî meraq kir û pey wê çû, xwe di cihek de veşart. Qîzik jî çi di serê
wê de derbas bûye ji sebirdank sebirçax re got; bav û diya xwe, çûyîna cem
felcî, hatina vir, qîzika mirtiv, derewa mirtiv… wexta meseleyê xilas kir û
got: “Sebirdank, sebirçax ya sibir, ez sebir.” Sebirdank, sebirçax li ser
gotina wê derizî û ji hev bela bû. Mêrik hemû rastiyê fem kir û girt jinika
derewkar berda, qîzikê jî ji xwe re mer kir(zewicî) û gihîştin miradê xwe.
Çîroka min çû diyara rehmet li dê û
bavê hazir û guhdaran.